Helbest u Vidyo

KESERÊN BUHARÊ


Şêrîn Sado. Parîs

Dema siruşt bi hatina
Bûhara nû ve
Girnijî
Kirasekî gulgulî
Li bejna bilind
Hejî
Xuncên şahiyê
Di damarên dil de
Vejiyan
Û ji gulşana
Hest û nestan

Nameyên mawerî
Bi ser giyanê giyan de
Weşîyan
Jîndar dibûn
Di bexçê dilan de
Kulîlkên çilmisîn
Vedibûn
Ew Asoyên xewnerojan
Ku bi
Reşbûna azariyan
Tarî bibûn
Hêdî hêdî
Ji tariyê
Rizgar dibûn
Lê qedera xapînok
Wekî pirên caran
Bûhar li min kir
Zivistan
Li ber ba û bahoza kulan
Di dil şkestin
Bazikên hêviyan
Ey qedera bê wijdan
Ji ber hevdixe
Can û can
Xwezî bi dest
Û lingan
Ketiba xefik û davan
Ta ku
Bûhar
Bimîne li her gav û her deman …!!
____________________________________

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…