Esîr im,


Ezîz Xemcivîn

devê te bi xwîn e!
Mendal im,
pêçeka min nepelîne!
Ji bo lêvên te ez ne şekirok im!
Menar im,
ne mircana li ser sînga porbirişkan im,
nefela li biyabanê zordariya we me!

Ronahîyeka dîl im,
şeva Newrozê
bi pêçiyên rewanê firiyayî, ronî dikim!
Qeyser im,
ji burca Ezdayetiyê nagerim!
Pêlên mirinê, dest ji serê min berdin,
Zimanê min Kurdî ye,
tîpekê ji zimanê tundrewan ez nizanim!
Piyala janê me,
lê ez ne benî me!
Çinarê,
Newroz e zû ji dayika xwe re sê mûman hil bike!
Çinarê bilezîne,
nameya birîna kûr li ber bayê azadiyê berde!
09.02.2024
…………………………………………………………………………….
Roja 21.03.2015 Menar(pêncsalî), Qeyser (dusal û nîv) û Esîr 36 rojî)
Tundrewekî
Daiş hersê zarok bi kotekî ji dêya wan standin piştî demjimêrekê ew li
dêya wan vegerandin, mixabin ew zarokên bêguneh jehir dabû wan, bê sûc
mirin!
Çinar (xuşka ji wan hersêyan mezintir) e.
Dayika wan bi
qîrîn û hawar êrîş kir û pirsî te bo çî zarok kujtin? Keniya û got: Ev
diyariya Newrozê ne ta ko Kurdên gawir tenê ahenga herdu cejnên
misilmanan (cejna piçûk û a mezin ) bikin!
(Jêderê pêzanînê lêkolîner Dawid Xetarî, pirtûka Cînosayida Êzîdiyan) الباحث التاريخي – داود مراد ختاري  dawd murad khatari

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…