BAVO, JI XEW HIŞYAR BE!

 

Text: Erhard Dietl.
Werger ji Almanî: Xoşnav Dîbo.

Kurteçîrokek li ser keçeka bi navê Paulîna û bavê wê Floryan, yê ku têrî xewê nabê! Ezê navê Lîna u Loran, li wan bikim.

– Bavo hişyar be ji xew, dixwazim bi hevre bilîzin! Lîna bang li bavê xwe kir. Lê bav pixînî dikir û ne rabû!
Lîna rabû çû lempa oda xewê pêxist, bavê xwe hejand û balgî li serê wî xist:- Bavo êdî bese, rabe ji xew!
Loran çavlixewî got: Ta ku ez hişiyar bim, divêt tu rojnamê bînê.
Lîna çû rojname anî. Lê bavê xewar her razayî ma!

Lîna li ser pişta bavê xwe siwar bû û reqsûdîlan kir: Êdî bese hişiyar be ji xew lo!
Loran bi çavgirtî gote keça xwe: Ta ku ez hişiyar bim, divêt tu mûzîka xeweş bînê.
Lîna çû def û zirne anî, lê bav her ji xew ne rabû! Êdî bese hişiyar be ji xew bavo!
Loran bi çavgirtî gote keça xwe: Ta ku ez hişiyar bim, divêt tu pêlavên min bînê.
Lîna çû pêlav anî û bi pêlavan li defê xist û kir gurm û gurmîn, lê bavê wê her ne rabû. Êdî bese hişiyar be ji xew bavo!
Loran bi çavgirtî gote keça xwe: Ta ku ez hişiyar bim, divêt tu taştê ji min re bînê.
Lîna çû taştê anî li ber danî, lê bavê xewokî şiyar ne bû. Êdî bese rabe ji xew bavo!
Lîna rabû lihêf ser wî hilkişand û ji nav nivîna avête xwarê ser erdê, lê herwisa razayî me! Lîna bi dilxemgînî rûnişt û bi tenê taştê xwar. Piştra bi lez û bez ji odê derçû û bêdeng ma!
– Çi pi serê wê hat? Loran di ber xwe de got û ji nav nivîna rabû û bang kir: “Lînaaaa! Tu li kuderê ye!”, lê Lîna bersiv ne da. Divêt ez lê bigerim, Loran ji xwe re got.
“Lînaaaa!”.. Lê Lîna ne li oda xwe ye!
“Lînaaaa!”.. Û Lîna ne di bin textê xewê de ye!
“Lînaaaa!”.. Belkî li serşokê ye? Loran perda serşokê kişand û dît ku keça wî xwe veşart ye!
– “A wisa, va dawî tu rabûyî” Lîna bi ken gote bavê xwe.
– “Keça minî delalî, were emê kêlîkeka din di nav ciya de bi mînin”, Loran gote keça xwe û wê da bir singa xwe:
“Emê hinekî hev hembêz bikin û paşê emê rabin… Sed ji Sedî emê rabin”!

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

Franz Kafka û Jin

Franz Kafka (1883–1924), yek ji nivîskarên wêjeyî yên herî karîger ê sedsala 20an, di warê têkiliyên xwe yên bi jinan re de gelek nakokî didît. Ev hevsengiya wî hem di jiyana wî ya şexsî de û hem jî di xebatên wî yên edebî de bandorê…

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…