Di bîranîna koçkirina Serok Mam Celal de

 

Hişmend Şêxo

Bi babeta bîranîna Şeşem a koçkirina serok Mam Celal ez vê kurte nasînê li ser rêveçûna wî ya xebatkarî diyarî xebatkarên”Yekîtî Niştimanî Kurdistan” û “Partiya Pêşverû” dikim , Herwiha ez diyarî hemû hezkiriyên serok Mam Celal dikim.
Heval Mam Celal di / 12 / 11 / sala 1933an de, li Başûrê Kurdistanê li gundê Kelekan a ser bi navçeya Koyê girêdayî Dokanê ve ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya destpêkê û navîn li Koysinceq û ya lîseyê li Hewlêr û Kerkûkê qedandiye.

 

Di buhara jiyana xwe de Talebanî derbasî nav xebata rêzanî bûye, Ew di sala 1951ê de weke Endamê Komîta Navendî ya PDK’ê hate hilbijartin. Di 1953an de wî li zanîngeha Bexdayê dest bi xwendina zagonsaziyê kiriye û ligel hinek hevalên xwe yên xwendekar Yekîtiya xwendekarên Kurdistanê damezrandiye.
Di sala 1956an de ji ber xebata xwe ya rêzanî dest ji xwendinê berda.
Di sala 1961ê de ligel Mile Mistefa Barzanî dest bi şerê çekdarî kir , piştre ji ber cudabûna bîr û baweriyên rêzanî di navbera wî û Barzanî de di sala1964an de ji PDK cuda bû û Partiya Şoreşgerî ya Kurdistanê damezirand.
Piştî têkçûna peymana 11’ê Avdarê di navbera kurdan û hikûmeta Îraqê de di sala 1975an de, Mam Celal û hejmarek ji tekoşer û pêşengên kurd Yekîtî Niştimanî Kurdistan damezrandin.
Yekîtî Niştimanî Kurdistan di rewş û heyamek zor dijwar de ji bin kulxan û aloziyên bedbîniyê bi rêbertiya heval Mam Celal bi rêket , piştî salekê ji damezrandina xwe şoreşa kurdî ya nûjen li seranserî Kurdistana Iraqê ragihand û Agirê Rizgariyê li dijî Sedam Hisên û rêjîma wî ya faşî barand.
Di wê xebata şoreşgerî de destanên qehremane hatin xêzkirin û ji nûve hêviyên gelê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bilind kirin.
Encam û berhema vê şoreşê Rizgariya Kurdistana Başûr û avakirina sîstemeke federal bû.
Heval Mam Celal, Mamoste , û Pêşmergeyê gelê xwe bû
Wek hemû kes dizane ku di sala 1991an de li bajarê Raniya , li başûrê Kurdistanê, raperîneke dîrokî li dijî rêjîma Bas rabû, di encamê de gelê kurd dikarî hemû bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê rizgar bikirana û gelek pakrewanên mezin pêşkêşî wê serhildana dîrokî kirin.
Lê di rastiya wê de, endazyarê wê di cîbicîkirina wê de bi hemû hêz û şiyana xwe herdem amade bû. Herweha endazayarê wê raperînê jî  heval Mam Celal bû ku dikarî di nav dilê gel de cih bigre û mil bi milê gelê xwe ve li hemû bajaran bigere û moralê bide cemewerê serhildêr.
Ew pêngaveke dîrokî bû, ew xebateke pîroz bû, dema ku mirov li ser wî çi bêje û çi binivîse her kêm dibêje ji ber ku dikarî bi nasnameya xwe ya kurdayetî û ya şoreşgerî û pêşmergeyetî ve ji çiyayên Kurdistanê me bibe koşka komariya ku biryara bidarvekirinê li dijî wî derxistibû û ji hemû Êraqiyekî re lêborîn derxistibû ji bilî serok Mam Celal.

Peywendiyên me bi heval Mam Celal re
Peywendiyên herdu partiyên me (Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê , û Yekîtî Niştimanî Kurdistan) pweywendiyên dîrokî ne bi dirêjahiya salan berdewam kiriye û endezyarên wan peywendiyan herdu hevalên cefakêş û nemirin heval Hemîd Derwîş û heval Mam Celale , Bi dirêjahiya salan herdu partiyên bira tekez kirine li ser piştgiriya doza netewî ya kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê û rêzgiritina taybetmendiya doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , di vê derbarê de gelek karin hevbeş me bi hevre kirine wek komîta hevrêziya kurdistanî û bereya kurdistanî di sala (1980) de ya ku partiya me , Yekîtî Niştimanî Kurdistan , Partiya Sosyalîst a Kurdistan , Partî Demoqrat a Kurdistan a îranê têde cih digrtin bi amedebûn û çavdêriya herdu partiyên Komonîst a Sûrî û Iraqî.
Rola heval Mam Celal berçav bû di nêzîkbûna aliyên kurd û yekrêziya kurdî de.
Heval Mam Celal hevalekî cefakêş , dilsoz û Hişmend bû , Bi dirêjahiya salan di xebata xwe ya partîzanî de rastî gelek êş û azaran hat , bi salan ew ji welêt koçber bû û li xerîbiyê penaber bû, rêjîma faşist biryar nedida ku Mam Celal vegere ser xaka niştîman , lewre piştî rûxandina rêjîma Sedam Hisên û dema ku tevgera rêzaniya iraqî bi seranser û ya kurd jî di nav de Mam Celal hilbijartin wek serokê komara iraqa federal wê demê hêviyên miletê me bilind kirin û bandora wê ya erênî ne tenê li ser partiya wî û kurdistana Başûr bû , bandora wê ya erênî li ser hemû parçeyên kurdistanê bû.
Di bîranîna şeşem ji koçkirina wî bi dilekî xemgîn ez dibêjim : Mam Celal tu namirî û tê herdem di dîroka gelê xwe de bijî
Mirina Mamê me ne tenê zirara Yekîtî Niştimanî Kurdistan û Kurdistana Başûr bû û hew , lê belê mezintirîn zirare ji tevahiya Tevgera Azadîxwaza Kudistanê re.

Bila serê gelê Kurd xweş be
Bila xebatkarên Yekîtî Niştimanî Kurdistan xweş bin
Sed silav li giyanê te ey mirê diplomasiya kurdî

Heleb / 3 / 10 / 2023 Z – 2635 K

*Endamê Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…