Pêşengê hunerê netewî (1948-1989).

Nizar Yosif

Nasnameya hunermend ya hunerî, beşek ji nasnameya çandî ya civaka ku ew beşek jê ye. Hunermendê bi bandor nîşanê girêdanê ye di navbera wan de, ji ber vê yekê, nasameya çandî bandora xwe li warên cihêreng ên jiyanê heye.
Têkiliya mirov ya spehîtayî bi zemînê re, mijara taybetkirî ya hunerê ye, û peywira (mohme) wî wênekêşiya hunerî ya cîhanê ye. Têkiliya hunermend bi rastiyê re û rûbirû bi ciwaniyê ve, sedemin ku hunermend hilgirê nazikiyan û barkêşê spehîtayê be, her dem bi verêj û çîkirinan derdorê xwe dixemilîne, di navenda her karê hunerî de ye.  Jiyan bi kar û barên xwe ve, mijara hunerê ye, li ser hunermend serdeste.

Hunermend li ser bingeha zanîna jiyanê û jêhatîbûna xwe wêneyên hunerî diafirîne, di têkiliyan de jîrîtiya wî rêya serekeye ji revakirina hestan re.  Ew e mijar û şêwaza vegotina rastiyê û berhema guhêzê û cewherê kalîteyî di hunerê de, têrkirina pêdiviyên estetîkî û derûnî yên mirovane, bi afirandina karên bedew, diyar dike.

Mihemed Şêxo ew avahîya mezin û bilind, li kîjan deverê konê penaberiyê vedigirt, xwedan helwest bû.  Ji ber xebat û hunerê netewî, ji encamên çewisandinan û gefên ewlekarî li Sûrî û Îraqê û Îranê, di mercên dijwarên jiyanê de derbas dibû û dikişandin.
Mihemed Şêxo yek ji lehigên hunerê kurdî û pêşengên wê ne, di serdema ciwan û zêrîn ya ku hunermend û helbestvanên girs û jîr têde jiyan dibûn.  Ji xweserîya xwe û ji wan, giyanê netewî û xizmeta civakî werdigirt, di heman demê de ew giyan û pêjin bi baweriyên hêja û bicoş didan derdor û hawîrdorê xwe.  Dema navê wî tê li ser zimên, navnîşana wî bi çend gotinan zelal tê xuyankirin: Zordestî, xizanî, koçberî, astengî, dilsozî û resenî.
Di heyamên rûniştina wî li Lubnanê û pişt re li û Êraqê û Îranê û dema sirgûniya wî li herêmên bakûrê Îranê (Azerbaycanê), bingehek bi hêz ji xwe re ava kir. Dayînheva zanîn û çanda hunerî di xizneya kesayetî de, alîkariya wî di pîşesaziya awazan û danîna hevokên mûzîkê û ritiman de kir, bi rengekî pêşketîtir ji yên berê.  Di encama pênasîna hunermend Mihemed Şêxo bi mûzîka Erebî, Farisî û Azerî, wî imbarek çandî û hunerî berhev kir, vê yekê bandor li şêwazê çêkirina stranên wî kir, bi şêweyekî cuda ji forma strana klasîka Kurdî bi giştî, û taybet li rojavayê Kurdistanê.
Ji encama zanistî û lêkolîn û komkirina şêwazên cuda, hişt ku di hunerê stranbêjiyê de hostayek serketî be. Awazên rengereng û performansa wî ya berfire û xweşiya deng, hunerek dengbêjiyê taybet da gelê xwe.
27.02.2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…