Konê Reş
Di 44 saliya koçkirina Barzaniyê Nemir de, bi min xweş e li destpêka Şoreşa Îlûnê vegerim û vî rûpelê windayî ji we re bînim ziman; Di 11ê Îlûna 1961ê de, dema ku Şoreşa Îlûnê bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, berpirsyarên rêjîma Sûriyê di parêzgeha Hesekê de dest bi civînên piştgiriyê ji bo rêjîma Abdulkerîm Qasim, dijî şoreşa Barzaniyê nemir kirin.. Destpêkê, civînek li gundê Rimêlana Paşê pêk anîn û di wê civîne de ji Şêx Reşîdê Dêrşewî xwestin ku gotinekê dijî şoreşa Barzanî bibêje.. Şêx wiha li wan vegerand:
Di sala 1966an de, gelek caran hikûmeta Sûriyê zor li Şêx Îzzedînê Xiznewî kiriye ku beyannameyekê dijî Mela Mustefa Barzanî belav bike û têde bibêje; Şoreşa Barzanî di rêka kufrê de ye û dûrî dînê îslamê ye.. Dibêjin; Şêx Îzzedîn jî, qebûl nekiriye.. razî nebûye û wek wan nekiriye..
Mêzekin! Roja îro, piştî 62 salan ji şoreşa Îlûnê, bi serokatiya Barzaniyê nemir, bê çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek dewleteke azad û serbixwe, di nav dewletên dinyayê de, bi alîkariya xwe ji xelkên erdheja Tirkiyê û Sûriyê re radibe.. Û di derhal de alîkariya (Xêrxwaziya Barzanî), di hawara Bakûr û li Rojavayê Kurdistanê hat şandin.. Bê cudabûn, ew alîkariya însanî ya ku di bin navê Bazaniyê nemir de bû li tev xelkên erdheja 6ê Sibata 2023an, ji Kurd, Tirk û Ereb hat belavkirin.. Xwedê! Çendî bêhna te fireh e.. Barzaniyê nemir! Çendî tu mezin bû.. Gelê Kurdistanê! Pîroz be li me dewleta Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê.
Qamişlo 28.02.2023

Şîrove (0)