PENa Swêdî hejmarek taybet li ser Lîtertûra Kurdî bi sê zimanan weşand.

 

Dilşa Yûsûf –Swêd

Kovara fermî ya PENa Swêdî ( PEN/OPP)di hejmara xwe ya 16 şubatê 2023 de dosyak taybet li ser Lîtertûra Kurdî weşand.
Kovar bi sê zimanan weşana xwe dike Ingilîzî, Swêdî û zimanê orîgînal yên ku tekst pê hatine nivîsîn û li zêdetirî 150 welatan tê xwendin.
Dosya taybet ku li ser Lîteratûra Kurdî ye, wê wek xelekan çend hefteyan li dûhev bê weşandin.
Di xeleka yekemîn de gotareke nivîskar û serokê PENa Navneteweyî Burhan Sonmez bi sernivîsa ( Parastina zimanekî tê wateya parastina tevayî zimanan)hatiye weşandin.

Her weha gotarek bi sernivîsa ( Rola eksîlê li ser pêşketina lîteratûra Kurdî ya modern) hatiye weşandin ku ji hêla nivîskar Firat Cewerî ve hatiye amadekirin.

Di vê xelekê de her weha 2 helbestên nivîskar Dilşa Yûsûf  jî bi sernavên ( Bakurê Dil) û ( Cemserê Din) hatine weşandin.
Di vê hejmara taybet ya kovarê de wê derdora 14
babetên cûrbicûr wek gotar, helbest û çîrok yên kurdî bên weşandin.
Firat Cewerî ku bi erkê redaksyona vê hejmara taybet rabûye û bi insyatîfa wî ev xebat destpêkiriye di vê derbarê de weha dibêje:
“Kovara PENa Swêdê  kovara Hawarê bi bingeh girtiye û ev hejmara kovara xwe ji ziman û edebiyata kurdî re veqetandiye . Em ê bi vê hejmarê çîroka xwe û zilma ku li me û li zimanê me bûye bi 3 zimanên bigihînin yên dinyayê vebêjin ” .

Hêjayî Gotinê ye ku kovara PEN/OPP ya PENa Swêdî ye, di sala 2011 an de dest bi weşana xwe kiriye. Duruşma wê ya sereke eve: “Azadiya derbirînê, lîteratûr û kulturê”.
Ev kovar platformeke azade ji bo hemî nivîskar û rojnamevanên ku nikarin bi azadî li welatên xwe ramanên xwe biweşînin.
Heta niha têkstên 320 nivîskaran ji 55 welatan weşandiye û li 150 welatan tê xwendin.

Têbînê:Hûn dikarin li ser van linkên xwarê her 3 babetan xeleka yekemîn bişopînin.
-https://www.penopp.org/sv/artiklar/exilens-roll-i-den-moderna-kurdiska-litteraturens-utveckling?language_content_entity=sv
-https://www.penopp.org/sv/artiklar/dikter-av-dilsha-yusuf?language_content_entity=sv
-https://www.penopp.org/articles/defend-one-language-means-one-defends-all-languages

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…