Jêderê stirana (Min bêriya te kiriye)

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

  • Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re pêşkêş kir, ya ku min gazî dikirê “Dayê”. Min gelek bêriya wê dikir lewre min ev stiran çê kir.

Êdî Xemse kî ye? Ez ê li pey pêzanînên malbat û xizmên xwe ron bikim.

Malbata Alan Botan û malbata me

Egîd Axa birayê Resûl Axê ye, Resûl serokê êla Jêliyan bû û Egîd alîkarê wî bû û bapîrê min Ehmê Temer li Erih-Sêrt-Botan berpirsek ji berpirsên çekdarên vê êlê bû. Malbat û xizmên me li gundên Lodê dijiyan (Lodê, Şîşil, Xwaran û Şêx Şehwelî) û malbat û xizmên Egîd Axê li Deşta Mişarê dijiyan (Gundên Mendekeran) û Egîd Axa bixwe li gundê Goveşilê dijiya. Dibêjin dema bavê min Sebrî Botanî hat dunyayê, Xemsê navê (Sebrî) jê re hilbijart û her wesan navên çend endamên malbata me jî ji pêşniyazên malbata Resûl û Egîd Axê bûn.   

Tahir Lodî behsa Xemsê kir

Xalê min Îslam‘î li Zaxoyê dengê bavê xwe Tahir Lodî tomar kir. Ez carekê li Zaxoyê mêhvanê wî bûm û gote min:

  • Bûrayê min Ehmed‘î ji Silopyê hat Zaxoyê û ew kasêt ji min bir û hêşta nevegerandiye. Bavê min di kasêtê de behsa rûdanek kir ya ku di sala 1929an de li Botan rûda, hingê leşkrê dewletê hêrişa êla me Jêliyan kir û piraniya endamên malbata me digel malbata Resûl û Egîd Axê ji cih û warên xwe revîn û berbi Sûriyê ve çûn û di wê hêrişê de tenê bi destê Xemsê heft serbaz hatin kuştin. Malbatên axayên me û piraniya endamên malbata me û digel gelek malbatên dî gehiştin Sûriyê, lê bavê min rêka xwe winda kir û gehişt Zaxoyê.

Reva mezinên êla Jêliyan

Serhildana êla Jêliyan sala 1929an bû, sê heyv kêşa û paşê şkest, mezinên êlê berbi Sûriyê ve revîn; dibêjin nêzî 400 malbat bûn; malbatên axayên me û piraniya endamên malbata me û gelek malbatên dî. Bi kurtî, bapîrê min Tahir Lodî navê keça xwe kir Xemse, ji ber ku ewî rêz li binemala Egîd axê digirt û bi dîtina wî ku Xemse leheng bû.

Ez û Xemse

Piştî ku me Kurdan li başûrê welêt otonomî wergirt, Xemse hat bo serdana Şoreşa Eylûlê û carekê ewê bi alîkariya bavê min serdana Baregehê serok Mustefa Barzanî jî kir. Min carekê Xemse li gundê Nawpirdan-Bakûrê Hewlêrê li mala bavê xwe dît, min albûmê bavê xwe jê re anî û wênê bapîrê xwe Ehmê Temer‘î nîşa wê da, ewê di cih de ew nasî û rondik ji çavên wê jî barîn.  

Û dema min sala 1988an li Stockholmê ji Alan Botan re serdana dapîra wî bo Şoreşa Eylûlê behs kir, bêhna wî teng bû û got:

  • Ez nuho jî bêriya dapîra xwe (Xemsa keça Bişarê Çeto dikim) û min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser wê çê kir, lê pir mixabin e ku hunermend Şivan Perwer‘î ev stiran bi navê xwe kir kopîrayt “anku helbest û awaz: Şivan Perwer“.

Min bêriya te kiriye

Awaz û peyvên vê stiranê ka çawan ez ji Alan Botan fêr bûm, min welê jî nivîsîn.

Min bêr´ya te kiriye

Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye
                 Bipirse j´ rengên biharê
                 Bipirse j´ gulên wê darê

Min bêr´ya te kiriye

Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye…

………………………..

Ev çend sala ´z girtî me

bi evîna te dijîme

bi evîna te d´jîme

Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye

Dema te d´ bîra xwe tînim

Hêstirên nû dirijînim

Min bêr´ya te kiriye

Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye…

………………………..

Evîn nebe jîn şîn e

Jîna bê te qîmet nîne

Jîn bê te qîmet nîne

Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye
                   Bipirse j´ kevokên aşt´yê

Ew ê j´ te re bêjin rast´yê

Min bêr´ya te kiriye

Bawerke m´ bêr´ya te kir´ye… 

Xwendewarên rêzdar, di dawiyê de ez bixwe daxwaza lêborînê dikim eger min kêmahiyek yan çewtiyek di vê gotarê de hebe û ez supasdar im.  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mahmoud Abbas

Ji Şoreşa Klasîk Ber Bi Pevçûnên Serdema Algorîtmî Ve

Gelê Kurd îro ne hewce ye ku dadperweriya doza xwe ji nû ve bipîve, ne jî hewce ye ku ji mafê xwe yê neteweyî, an ji xewna xwe ya dîrokî ya Kurdistaneke yekgirtî û azad paşve vegere. Ewê ku…

Burhan Hesso

Du Baskên min in,

Tu î
û
Helbest …
Berê, ez xewna Tîrkekî bûn
Di malzaroka Kevan de
Kevloşkî,
Xûz,
Çimandî,
Kewş…
Xwe dispart, tîbûna Kerwankî lal !
Ba,
Mîna Silava Peyxamberan
Xav ,
Dibişivîn Hinarên, hinartî xwelya şikestinan
Xav , dibuhurî bixêrîkên pirsan
Têperên Regezan, Qalûnên Qitranê dikşandin ,
Sehên Barîk
Ji Mitêlên Ûcaxan desmêj digirtin
Kendavên hilmirastî, Kindir dadihijtin dûmahiya Henasên min
Li ser pîkoliya min
Qirix diçû Ava
Serek…

Rêber Hebûn

Di roja 11ê Tîrmeha 2026 de, Kombûna Zanyarên Azad li Düsseldorfê êvarek awazê ya bi navê “Şevbêrkeka Hunerî” li dar xist.
Ev çalakî bi dengbêjî û awaza kurdî ya hunermend zanyar: Hisên Bilal hat xemilandin

Rêvebirina civînê ji aliyê nivîskar Rêbar Habûn ve , rêvebirê Destpêşxeriya Kombûna Zanyarên Azad,…

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…