Bavê Zozanê
Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.
Ev gaveke girîng e ji bo yekrêzkirina dengê wêjeya kurdî li derveyî welêt.
Ji xwe karekî wisa giran bê kêmansî nabe ,hina got mixabin ne hemû nivîskar û rewşenbîrên ku salan e xizmetê didin zimanê kurdî, ji bo beşdarbûnê hatina vexwendin. Ev yek bû sedema nerazîbûn û rexneyan.
Lê hêjaya gotinê ku pirê wan forma endametiyê anjî xwesteka tevlîbûnê bo vê saziyê neşandine ango naxwazin di bin siya vê saziyê de kar û xebata xwe ya wêjeyî bikin loma nehatin vexwendin wek endam ji ber birastî ew ne endam in .
Dive hin gazina bikin,çima ew wek mêvan jî nehatin vexwendin .Ev kar wek ezmûna yekem bû dive hin şaşîtî hin kêmansî hin bêhemdî bêguman çêbûbin ji ber pir sedeman wek cih yan dûrbûn yan jibîrkirin…
Kongir tewa bû lê pêşeroj tewa nebûye dive em bawer bikin ku hêza wêjeya me di pirengî û hevgirtina me de ye.wê deriyê vê Yekîtiya me vê mala me vekirî be ji bo her pênûseke ku bi kurdî dinivîse, bêyî cudahiya herêm, partî û nêrînê.
Em hêvî dikin di xebat û kongreyên pêş de asteng û kêmansî werin berbiçavbirin, û derî ji bo hemûyan wê vekirî bimîne lê hûn jî dive dilê xwe vekin tevlî rastiyê bibin çimkî dîyaspora me yek e, êşa me yek e, û pênûs a me jî divê yek be.