Komkujiya Gundê Hazdê/ 1926

 

Konê Reş

Beriya Mêrdînê bi bûyerên xweş û nexweş dagirtiye.. Li gor salên dîrokê gelek rûdan û bûyerên wê nehatine nivîsandin. Bi min xweş e ku ez vê bûyera komkujiya gundê (Hazda Jorî), ya ku di sala 1926an de lê qewimî ye, hema wilo bi kurtî, ji bo we bêjim. Erê ev bûyer gundê Hazdê yek ji bûyerên Beriya Mêrdînê ye. Ev gundê ku dor 5 km Rojhilatî Amûdê dikeve û dor 20 km Rojavayî Qamişlo ye. Sala ku ev bûyer lê qewimî ye, gundekî ava bû.. dor 60 malî têde hebû.

 

Di destpêka çerxê Bîstan de, gundê Hazdê bi serokatiya malbata Delî ji gundên sereke yên eşîra Mêrsîna dihat hejmartin, digel gundê Topiz bi serkatiya malbata Xello. Di wî serdemê de, ev gundên eşîrên ku li Beriya Mêrdînê di herêma Amûdê de bûn, hem bi navê xwe û hem bi navê eşîrên xwe dihatin naskirin, wek ku çawa Amûdê bi navê Deqorya, Zorava bi navê Bûblana, Xerabkortê bi navê Temika, Moza û Gundor bi navê Milanên Xidir Axa, Sinceqa Hecî Saadûn bi navê Badîna, Sebahiyê bi navê Gabara û Hazdê jî wek ku min got bi navê eşîra Mêrsîna dihat naskirin..
Wek ku diyar e artêşa tirkan Alayê Mêrdênê di Sibata 1926an de, gundê Alaqemşê şewitandin û di encam de gelek mêr, jin û zarokan hatin birajtin û kuştin.. Seydayê Cegerxwîn di pirtûka xwe (Folklora Kurdî) de, hejmara wan kuştiyan digihîne 1431 neferî, hem jî helbesta (Pîra Torê), li dor wan nivîsandiye.
Piştî ku ew artêşa tirko di dawiya Gulana 1926an de, bi paş de vedigere Mêrdînê. Di vegerê de digihêje rastî gundê Hazda Jorî û serleşker nas dike ku gundekî kurda ye, kurd tê re derbasî Serxet û Binxetê dibin, emrî leşkeran dike û gund didin ber topan û guleyan.. Di encamê wê êrîşa wan ya bi kîn û hovitî de 22 kesên kurd yên bêrî têne kuştin û gelek birîndar dibin.. Di nav wan kuştiyan de Hisênê Eliyê Delî û birayê wî Mehmûd, Mele Hamid bapîrê nivîskarê Kurd Bavê Nazê û hin ji xirîstyanên gund, digel ku gelek jî birîndar dibin, wek Emso Meyrmçî ji xirstyanan.
Hêjaye gotinê ku yekemîn car seydayê Cegerxwîn di vî gundî de melatî kiriye û Mîr Celadet Bedirxan di dawiya sala 1932an de, hatiye vî gundî ji bo dîtina wî -Melayê ku helbestan bi Kurdî dinivîsîne-. Li vir ev pirs tê bîra min; çima Cegerxwîn tiştek li dor Hazdê jî nenivîsandiye, wek ku li dor Alaqemşê nivîsandiye?!

Qamişlo 14/1/2023

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Di nav tevlihevȋ, alozî û qeyranên ku herêm di nav de ye, “medyaya Qeyranê” wekî amûreke bingehȋn ȗ sereke ya birêvebirina raya giştî derdikeve pêş. Ev celebê medyayê di demên teng de tê ezmȗnkirin; çimkî dema ku karesatek an pirsgirêkek çêdibe, mirov hevsengiya xwe winda dikin û li her agahiyekê…

Li bajarê Düsseldorfê li Almanyayê, konferansa damezrîner a Hevgirtina Civaka Sivîl ya Kurdî bi dawî bû, piştî rojekê ji nîqaş û gotûbêjên berpirsiyar ên ku nûnerên dehane rêxistin, civak û saziyên sivîl ên Kurdî li hev anîn, bi tevlêbûna nûnerên hin partiyên Kurdistanî û her wiha bi amadebûna kesayetiyên civakî, çandî û akademîk…

Qado Şêrîn

Ehmedê Huseynî helbest guhert, helbesta wî watedar û bihêz û xweşik bû, kesek nikare wê inkar bike. Ew e yê ku helbesta nûjen gihande asta helbesta kilasîk.
Ji ber ku Ehmed lawê civaka kurd e ku hîn peyetiya kesayet û siyaset û idyelojya berz û blind û sereke ye, xwezî li Swêdê maba, pesnê Ocalan…

Hişyarê Emerê Le`lê

Periya dil ciwanek bê hemberî
Te ez kirme nav pizotên agirî

Bêriya te her di dilde dikelê
Hest û canê min li ser te dan girî

Xewna te ez jê şiyar nabim ticar
Te xeyalên asoyên min tev birî

Dil bi deştêve bi…