Hejmara Şazdemîn a Kovara Şermola Derket

 

Hejmara Şazdemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.
Dosyaya vê hejmarê “Kesayeta wêjeyî” ye. Ji ber girîngiya vê mijarê di ronesansa giştî ya wêjeyî û çandî de.
Ji pêşekiya hejmarê: “Wêje ji bo zindîhiştina civakê mercekî sereke ye. Di heman wextî de civakê li ser piyan dihêle, herger wêje wisa be, dêmek divê wêjekar jî ji civaka xwe şiyanê werbigire û civakê zindî bihêle. Ger wêjevan ne di wê ferq û zanînê de be ku erkekî wisa giran ser milê wî ye, wê nikaribe tişta ku jê tê xwestin pêk bîne û karekî bi sûd ji bo civakê pêşkêş bike. Ji ber ku Kesayeta wêjeyî mirovekî/e xwedî jêhatî û behremendiyekê ye, dikare raman, hest û nerînên xwe bi awayekî zelal û xweş bîne ziman, ji bo ku ew kesayet rola xwe ya cihêreng bilîze, divê tiştên taybet û balkêş pêşkêşî civakê bike…”.
Di hejmara Şazdemîn de gelek mijarên wêjeyî û çandî ku ji aliyê bi dehan nivîskarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kurdistan û welatên erebî, hatine nivîsandin, hene.
Di beşa kurdî de ev berhem hene: Kesayeta wêjeyî (Beşîr Mele Newaf), Torevanî û torevanê rasteqînî (Nêrgiz Ismayîl), Melayê Cizîrî û pênaseya evînê -3- (Diyar Bohtî), Di sedsala dawî de, Rewşa Ziman û rewşenbîriya kurdî li Rojava (Konê Reş), Hevpeyvîna hejmarê li gel Nivîskar û lêkolîner Remezan Pertev e, Der barê ziman de pirtûkek giranbiha ”Bingehên Rêzimanê Kurdî” (Lokman Polat), Qewêtî (Ş. Xelîl Selîm Şawîş, wergera ji erebî: Aram Hesen), Şelpîkirina masîgiran ber ve malê (Derek Walcott (Dêrêk Walkut) Werger: Azad Ekkaş), (Nivîsa şanoyê) Refikên Riziyayî (Alan Ebdela), û di helbestê de: Şengal û Efrîna birîndar (Hinara Tajdîn), Payîz (Mihemed Haris Demir), Gula rengîn (‏‎Mihemed Welîd), Sorgul (Şama Mihemed), Rojnameya Serxwebûn (Armanc  Hêvî), Di civaka Êzîdî de Feqîr (Arif Şingalî), Ji gundên navçeya Girkê Legê (Sermsaxa Banî- Mistefawiyê) (Şerîf Mihemed), û berhemên ciwanan ev in: Min nexapîne asîman! (Sewsen Şêx Bekir), Xanima dil (Beşar Horo).
Hejmara Şazdemîn a kovara Şermola 192 rûpel in, bi kurdî û erebî hatiye çapkirin.
Hêjayî gotinê ye ku Desteya Sernivîskariyê ya kovarê (wêjeya Berxwedaniyê) weke dosyaya hejmara bê ya “Hevdemîn” pejirand û ragihand da ku nivîskar û lêkolîner bi berhem û nivîsên xwe yên çandî û wêjeyî beşdarî hejmara nû bibin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Rezedan (Rabhan Ramadan)

Pêşgotin

Gava ku Hafiz el-Esed di sala 2000î de çû ser dilovaniya xwe, Sûriyeyiyan bêhnfirehiyek kişandin û bawer kirin ku ew serdem û Heyama zordariyê bûye beşek ji boriyê ku êdî venagere. Lê belê, yê ku li şûna wî hat bêtir hov û bi kerta xirabtir bû, bi alîkariya…

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…