Gotinek Di 47 Saliya Dr. Kamîran Bedirxan De (Belê Wilo Ye Mîro!)

Konê Reş 

Xweş e ku em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, sê gîsin jî bikim. Wek ku diyar e, roja (04.12.2025), 47 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, xweş e ku em di vê rojê de, li hin şîret û pendên wî vegerin.. Min ev gotinên wî (Ma ne wilo ye), ji rojnameya wî (Stêr), hejmara 3an, sala 1943an, a ku li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî diweşand, girtiye, pêşkêşî we dikim û ez bi xêr û hûn bi selametî. Konê Reş, Qamişlo, 04.12.2025

Fermo bixwînin:

“Ma ne wilo ye?.. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêşiya wî de zirav me ke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko emê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kişîne…

Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête seh kirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eşîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêşiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û goştê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî tiştekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hişyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xidmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..

Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîşan û şerpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê”.

Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan

Belê mîrê min! Wilo ye, gotinên te bi serê xwe rast in.. Hêjî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hêjî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be.

Wêne Mîr Kamîran û kebanya xwe di serdanek Kurdên Beyrûtê de sala 1971.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…

Rabhan Ramadan

Şahidiyeke belgeyî ji girtiyekî berê ku kiryarên rejîma hilweşiyayî li dijî Kurdan bi hemû pêkhateyên wan ên siyasî, hunerî û wêjeyî tekez dike. Ev pirtûk ji aliyê mamoste Simko Omer Le’lî ve hatiye nivîsandin û di pirtûka xwe ya bi navê “Rojnivîska girtiyekî li ser navê lêkolînê” de kom…

Ebdilmecît Şêxo

Rûxwaş û Siyamend ji gundekî Çiyayê Kurmênc in,ez naxwazim navê gundê wan aşkere bikim,Siyamend bejindirêj e,lê Rûxwaş bi dirêjahiya Mitir û nêvekê ye,ew ji pênç salan de bûne bûk û zava,du kurên wan hene;Leheng çar salî ye,Xwaşnav du salî ye.

Lê hîn ji berê de herdem Siyamend bi diya…