Helbest u Vidyo

BİRÎNA KEVNARE

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî her tim

ketin para min

jiyana bêbext

ez bi êşa pêsîrên felekê

mijandim

temenê min yê mesûm

birîneke kevnare ye

li bêxewiya şevên kor

di janeke hovane de

dilerizim

çirûskên tava berbangên şad

xatir ji min xwestin

salên kambax demsalên xwe

ji bîr kirin

kul û keder

li nav nivînên odeya xemkêş

ramedîne

çîrokên dapîra min bêxwedî man

bişkojên saqoyê hestên tevlihev

qetiyan

çûkên serê sibehê

di awirên min yên melûl de

wîçewîç in

pişta stûna konê bextewariyê

xûz bû

pelên dara hezkirinê

weşiyan

eniya neynika qederê

qurmiçî

ez

bi gavên gêjok û şemitok

li dor xeyalên tevizî

dizivirim

werin

mirina min ya bêwext û bêbext

ji helbestên ji bîrbûyî

ji darbestên bêxwedî

ji avdestên ferişteyên nûranî

ji destên nasir girtî

û

ji sermestên meyxaneyan

bipirsin

Xizan Şîlan

2021-04-08

Stockholm

  

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Tava hêviyê

Ezîz Xemcivîn Were, Çav li ber te raxistî ne, pirsê li pêjna te dikin. Bi kilçîv tîpên navê te li pertûka mijankan…

Şeva Bêbextiyê

Rewan Oso *Têbînî: Nivîskarê bi evê çîrokê di mehrecana kurteçîroka kurdî de (xula yazdemîn) li Qamişlo 14.10.2026 xelata sêyem wergirt... Nebêjin, nikare…