Bi boneya (ROJA HELBESTA KURDÎ )hin gazinên min ji sê beşên Kurdistanê

 

Dr.phil. Ebdilmecît Şêxo

Di meha 10, sala 1993 an de, çar nivîskarên Kurd ji (Çiyayê Kurmênc)1-Heyder Omer, 2-Rûxwaş Zîvar,3-Elî Cefer û Ebdilmecît Şêxo bi hev re civînek fermî  li darxistin, piştî danûstandinek dirêj û kêrhatî di wê civînê de, wan  birayar istandin ku roja koçbarkirina Seyda  Cegerxwîn, helbestvanê Kurdistanî,dengê gelê Kurd li seranserî welatê Ehmedê Xanî,Mileyê Cizîrî, ku roja  22.10. an hersal  bibe (ROJA HELBESTA KURDÎ) li Rojavayê Kurdistanê.

Vê komîtê gelek  vexwendname şandin  ji hemû helbestvan û hezkiriyên
wêje re (Efrînê,Qamuşlê,Kobaniyê,Şamê) û di 22,meha 10,sala 1993 an de
mehrecana (Roja Helbesta Kurdî li Kelha Horî li Navçeya Efrînê
Lidarket).

 

Di vê fêstîvalê de (25) helbestvan û nivîskarên payebilind  li  (Kelha Horî)  beşdar bûn  û mehrecana yekê  bi helbestên xwe dewlemend û geş kirin. Lê li vir hêcayî bîranînê ye , ku em navên helbestvanên rêzdar jî bi xwendevanên vê gotarê bidin nasîn: 1-Seydayê Tîrêj,2- Diya Ciwan 3- Hawarê Gundî (Heyder Omer),4-Rûxwaş Zîvar,5-Omerê Lelê,6-Dêrsim,7-Rifet Şêxo, 8-Tengezar Marînî,9-Axîn,10-Nesret Hebeş,11-Mihemed Hemo,12-Mûmê welat,13-Şêrgelê Kurd,14- Fethela Huseynî, 15-Xemgîn Remo,16-M.Bêkes,17-Axîn,18-B.Cîger.19-Îbo,20-Şîlan,21-Hişyar,22-Xanim,23- Ebdilmecît Şêxo 24-….. 25- …….).
Di  30 .10. 1996 an de me  di hevpeyvînekê de , di bin navê Şêrgo Bedirxan  de pêşniyar li hemû helbestvanên beşên Kurdistanê kiribû ku ew roja  koçbarkirina helbestvanê Kurdistanî  (22.10)an  li beşên xwe jî  bikin  (Roja Helbesta Kurdî), ta niha (29)  sal têper bûn, lê pir û pir mixabin wêjevanên me li sê beşên mayin pêşniyara me di piş guhên xwe re derbaz dikin; tu dibêjî qey; Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne layîqî pêşniyaran ne,divê ew tenê guhdar bikin  !!!  .
Di rastiyê de;pir caran gelek kesayetiyîn rewşenbîr ji ber vê helwesta neyênî  ji birayên  xwe  bêhnteng dibin û ew ji xwe dipirsin, ma gelo ! Divê  gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê  herdem  GUHDAR  be û  ne  PEYVDAR be.???
Hemû wêjevan, ronakbîr, siyasetmedar baş zanin  ku ji çend salan û vir de, di 15 Gulanê de, bi boneya roja zimanê Kurdî  sêmînar û aheng lidardikevin,zimanzan, nivîskar û mamostên zimanê Kurdî li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê jî bi dilên germ vê cejna nirxbuha  pîroz dikin, ew nabêjin: EV BIRYAR JI ME DERNEKETÎYE!
Ew yekser pabendiyê bi pêşniyarên birayên xwe ji beşên din dikin ,bi sîngên fereh û bi  wireyên bilind wan jî  dipejrînin .
Me hîn gotibû jî, eger gelê Kurd li sê beşên Kurdistanê naxwazin pabendiyê
Bi pêşniyara Kurdên Rojava bikin , dîsan ne xem e,lê em pêşniyar dikin ku nivîskar û nemaze helbestvan, rojekê ji rojên dayikbûnêa helbestvanekî  Kurd  di beşên xwe de  destnîşan bikin  û mehrecanên xwe  lidarxînin,lê ev pêşniyara jî li cem birayên me bê nirx  bû  ???
Em zanin ku gelek nivîskarên herêma Kurdistana îraqê  dê bêjin : Erê Kurdên Sûriyê salê carekê mehrecana helbestê lidardixînin ,lê em di salê de pir mehrecanan  li dardixînin,lê em pêşda ji berêzan re  dibêjin: Em dibjin bila rojek taybet ji bo fêstîvalê were destnîşankirin  û hersal di wê rojê de mehrecan were lidarxistin û nûnerên beşên din jî li mehrecanê beşdar bin û  bi vî rengî jî   hemû helbestvanên beşên Kurdistanê wê hevdu nas bikin  û gengaziyek berfereh di pêşrojê de  li pêş nivîskarên Kurdistanê çêdibe ku ew (Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê) ji çar beşan  ava bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mislim Şêx Hesen

Di Roja Zimanê Kurdî de, mirov bi rastî matmayî dimîne ku ewqas kîn û nefret li dijî zimanê bêtirî 50 milyon Kurdan tê kirin, û her roj hewildan tên kirin ku zimanê neteweya Kurd ji holê were rakirin. Ev yek eşkere dike ku nijadperestî û şovenîzm bi awayekî kîndar…

İSKAN TOLUN / Köln

 

Her çiqas ku pelên salnameyan rojên xemgîn, bi êş û elem bînin bîra meriv jî, bê guman, di nav de gelek rojên baş û xweş jî hene… Wek ku roja ladê, dehê mehê (10’ê Gulanê) Roja Dayîkên Cîhanê bû û niha jî (15’ê Gulanê) roja Cejna zimanê Kurdîye….

Firyal Hemîd

Helbesta nexwendî

di mêjûyekî Jibîrkirî de,

Toza li ser xêzên wê,

Ji tirabêlka binê

Lingên hespê demê rehwantir e..

Gunpisîkên Buharê

xwe dinava

tîpên wê de veşartine..

Rewanê wê,

tevlî rengên tabloya

xwezayê dibe..

bi têlên kemana Dilşêd re,

<p...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…