Gotinek Di 30 Saliya Terorkirina Lehengê Kurd Mûsa Anter De

Konê Reş

Rojnamevan û nivîskarê bê westan barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî, şêxê nivîskarên Kurd, apê me (Mûsa Anter: Şêxo, Şeyhmus Almas: 1918-1992), yê ku ji berî 30 salî ve, di şeva (20-21/9/1992)an de, li Diyarbekirê taxa (Seyran Tepe) şehîd ket.
Helbet rola pênûsa wî ne kêmî rola tivinga pêşmergeyên serê çiya bû.. Ew, bi pênûsa xwe, li rex şoreşgeran di sekinî û şerê dijminê gelê Kurd dikir.. Lê xuyaye ku ew mêranî li cem dijmin nebû ku xwe li ber tîrên pênûsa wî bigrin, vêca bi bêbextî ew dane ber çend gulleyên sor da ku hew bibêje:
(Divê em Kurd li benda xelkê nemînin kes lawê bavê me tune, dive em xwe derxin rûyê dinyayê..).

 

  Di (22 Sibatê de 1992), dadgeha ewlekariya Tirkî li pey hev ew bi sê gunehan tewanbar kirin:
-Yek jê, jê re gotin: Çima di sala çûyî de,1991, dema hilbijartinan tu li çend bajarên rojhilatê (Kurdistanê) geriyaye û tu li ser daxwazên gelê Kurd axifiye?!!.
-Ya dudiyan, jê re gotin: Çima te gotarek di rojnameya (Yeni Ulke) de nivîsandiye li ser êş, derd û nexweşiyên (Rojhilatê: Kurdistanê) !.
-Ya sisyan, ew li ser pirtûka ku wî (Bîranînên min) ku bi zimanê tirkî nivîsî bû dane bersivdan.. Hingê Apê Mûsa ev bersiv li dadgehvan vegerand û got:
(..Hakimo! salê li Tirkî bi hezaran kitêb derdikevin giş bi Tirkîne, û Kemalîst in, em deynakin, çi qewimîye min jî ji salan û caran ji bo Kurdan kitêbek bi Tirkî nivîsîye..? wê çi bi dewletê bê bi vê kitêbê, heger bi vê kitêba min dewlet bihedime tê xuyakirin ku ev dewlet tewşe..).
Mûsa Anter û yên wek Mûsa Anter ne yên jibîrkirinê ne.. ku ez û te wan bibîr neynin, wê kî wan bibîr bîne? Xwedê wan bi dilovaniya xwe şad bike û serê gelê Kurd sax be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…

Tengezar Marînî

 

Ez ê îro nivîskarekî elman, ku wek rewşbîrekî kartêker bû di dema xwe de, bi we bidim nasîn.

Li Swêdê xelat bi navê wî heye û du nivîskarên me ên hêja ew xelat wergirtin: 1. Shêrko Bêkes. 2. Selîm Berekat.

 

Kurt Tucholsky yek ji nivîskar, rojnamevan û peyamnêrên…

Tengezar Marînî

 

Hevoka “Hizirkirina azad di demên aloziyê de” behsa pêwîstiya bingehîn a tevgerîna hem afirîner û hem jî serbixwe di demên dijwar de dike. Nîşandana vê yekê bi pirsgirêkên taybetî yên ku kes û civak di demên nezelaliyê û guhertinê de pê re rû bi rû dimînin, bi taybetî giring e….

Konê Reş

Ji hezarê salan ve

bav û kalên me,

di nav çiya, gelî, deşt û daristanan de

jiyana xwe derbas kirine..

Çiyayê Toros, Zagros û Ararat

li dor wan, ber bi asman ve bilind bûn..

Hêza xwe ji ava çemê Dicle, Ferat,

Zab û…