Ezbenî! Çend Gotinên Şaşomaşo!

Konê Reş

Ezbenî! Carna tu neçar dibî ku dergehê mala xwe ji ber bahozê bigre, da ku xewnên te yên kevin bi xwe re nebe. Û tu bi aramî di mala xwe de razê. Û carana.. Pêwîste tu dergehê mala xwe, pencereyên mala xwe ji bahozê re veke..
Erê, bela bahoz derbasî mala te bibe, firax û miraxên te li hev xîne, bîranînên te tev bide. Û berê pencereyên mala te biguherîne.. Carna jî pêwîste ku tu bang li bahozê bike da ku berê asoyê nerînên te biguherîne.

 

  Raweste ezbenî! Te aghadar bikim. Gelek caran bahoz giring in, pêwîstiya mirov bi hin volqanên temirandî heye, ku careke din ew volqan gurr bibin..
  Carna tebitbûn û bedengî, westandin û perîşaniye.. Ma tu ji lavlav û rawestandina di rêzê de ne westiyaye..? Ew rêz û sekinandina li hêviya Sultan.. Û Sultan te nas nakî.. Hayê wî ji rawestandina te, xuzkirina te.. Gilî û gazinên te nîne.. Reva te ji ber, bala wî nakşîne.. Bi tenê jêre giringe ku pişta te lêbe û tu dûrî wî here.
Carna kursî ji rûniştina rûniştvanan diwestin! Çima kursî nameşin û ji xwe re li cihekî bilindtir nagerin..?! Xwezî kursî biaxifyana.. Bawer nekin ku ez bê hêvî bibim.. hêviyên min mezin in. Rojekê wê kursî biaxifin, lê ne bi zimanê ku îro em pê diaxifin..
Carna tu neçar dibî ku di bajarê Kerran re bimeşe.. Hingî devê xwe bigre.. Ne bistirê û ne bike hawar.. Kî bi te dikene bela bikene..
Lê dema ku tu di bajarê koran re bimeşe, destê xwe deyne ser çavê xwe da ku diz û keleş te nebînin.. Ewên ku di mejiyê te de dimeşin û bi navê te durişmên ji xwe tu te mezintir dibêjin.. Pêwîste tu bi wan re bikene û xwe razî bike, ku tu ji wan bawer dikî û destê xwe ji ser çavê xwe nede alî.. Bela çavên te girtî bin, wê ji te re bêjin tu mirovekî çak û rind e.. An na, wê ji te re bêjin tu kurdekî tirsonek, bizdok û newêrekî. Bela çavên te girtî bin, destê xwe ji ser wan nede alî.. Li dûr mêze neke. Aram be, bê deng be da ku serê te neêşe û xew li te neherime..
Carna tu mêze dikî ku cudahiya me û ereban, tirkan û farisan ziman e.. Û rêxistinên me, ziman di ser guhên xwe re avêtine.. Bi dûv qezencên xwe yên kesayetî de kor bûne, nakokiyê ew kerr kirine, dubendiyê ew lal kirine.. ew heyrandine û milet perîşan dibe, ziman û folklorê me toşî talanê dibe..
Carna zore ku mirov bê deng bimîne.. lê ezbenî xwe fêr bike.. xwe fêrî bêdengiyê bike.. Ku ji te hat xwestin û tu neçarî axaftinê bû, bi darên mala xwe re biaxife.. Ku nebin, bi darên di kolanê de biaxife, ku ew jî nebin bi xwe re biaxife û bêje; ev heyamekî lewitî ye, ta bi qelem, kaxet, sinc û kursî lewitîne. Lê ji min re nebêje were beşdariya bêdengiyê bi min re bike, hez lalbûnê nakim, her dem hez dikim van gotinên Mîr Celadet Bedirxan ji xwe û we re bêjim:
(Bavo, li dinyê ji me kêmtir kes nemaye, heçî milet hene, tevda bûne dewlet û hikûmet. Xudan kitêb û dibistan, bi tenê em miletê Kurd bi şûnde mane, reben, feqîr, nezan, belengaz di destê xelkê de lehistok. Xelkê hefsarê me kiriye destê xwe da, li gor kêf û menfîeta xwe berê me ji bakur dide nîvro, ji rojava dide rojhilêt, ji lewra divêt em jî bixebitin, xelkên xwe hînî xwendin û nivîsandinê bikin, vî miletê belengaz ji tarîyê xelas bikin, berê wî bidin tav û ronahîyê..).
Mîr Celadet Bedirxan, Roja Nû, hejmara (1) Beyrût /1943.
(Malxerabo! Ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne û îro jî dixebitin. ji bona ko bikarin (fînfoneke) derewîn bi lêv bikin. Kuro eyb e, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin. Bê ziman Kurdîtî ji we ra ne romete, ji me ra rûreşîyeke giran e. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêj nas nakin..).
Mîr Celadet Bedirxan, Hawarê, hejmara (27) Şam /1941.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…