Seydayê dilşad

Mizgîn Hesko

Bê guman, di dawiya payîza sala 1992-an de, me serdana Hisiçayê û mala Seydayê Tîrêj kir. Beşek ji helbestên min ên bi şêweya kilasîk û bi riya Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê / Alpartî/ gihiştibûn ber destên Seyda û wî doza dîtina min li hevalên Partiyê kiribû .
Bi dilgermî, rûgeşî û mîvanperweriyeke bê hempa Seyda bi xêr hatin û pêşwaziya me kir û wiha çend demjimêrêrn tije û watedar me li civanê wî derbas kirin.
Seydayê Tîrêj û ji min re li ser rûpelekî ji berhevoka min î helbestan û bi xêzên destan, lê bi tîpên Aramî nerîn û rexneyê xwe nivîsî bû.

 

Diyar bû ku wan serdemên seretayî ez ji rêzbend û serwayê derdiketim, ev yek ne bi dilê Seyda bû û ji lewra wî xwest ku demekê li ba wan bimînim, yan jî bikaribim bi kêmanî çend caran biçim ba wî da ku em bi hev re wan kêmaniyan çareser bikin.lê mixabin xwesta Seyda û pişgirtiya wî a bê hempa qet ne pêkan bû.
Belê hêjayî gotinê ye ku helbestên min bi dilê Seyda bûn ji ber ku wî ji min xwest ku wan serrast bikim û paşê çap bikim. Bi dîtina wî êdî gerek bû ku keçên kurd jî dakevin meydanên wêjeyî û rahêjin pênûsê û bi kar û barê nivîsînê rabin.

Belê û sebart bi çend demjimêrên dîtina me ji Seyda re dikarim û di derbarê kesayetiya wî de bibêjim: Ku Seydayê Tîrêj mirovekî dilnizim, têgihiştî, dosthez û hunerdost bû. Her bîstikekê tekeziya yek xalê dikir ku ew şagirtê Seydayê Cigerxwîn e û ji dibistana M.Cezîrî û Ahmedê Xanî ye.
Dema ku Seydayê Tîrêj beşek ji helbest xwe ji me re xwendin, pêre jî awazên dilgermiyê, coş û xiroşa rewanê Sofînizimê wekû xelekên işqê dihilperikîn semayê.
Bi giştî û ev ji berhemên Seyda jî xuyaya ku hin mijarên sereke ew ber bi xwe ve dilbirîn asoyên Helbesta kurdî a stûnî, a bi rêzbend û serwa:

* Welatperwerî û ristina ji bo xizmetkirina hemû hêlên vê xala sereke.. ku li ba Seydayê me ew yek ji nirxên herî pîroz e û divê di helbestê de parastî bimîne.
* Rewanbêjî… ku dikarim bibêjim ew ji behreya pirr herikbar û ji işqa bê rawastan der dihat.
* Parastina pêlewazan û hûnandina li ser teşiya stûnî.
* Xweza ( Sirûşta Kurdistanê ) bi hemû rengên kulîlk û tilûrên xwe, merg û çîmen, rûbar û kaniyên zelal û hwd.

23.03.2022 ji  Nexewşxaneyê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…

Xizan Şîlan

şev û rojên min

bi nalîn û keservedanên kûr

dibihurin

hinavên şewitî

bûye cîhê gund û bajarên

hilweşiyayî

henasa gewriya fetisî

ji bayê havînên nerm

werdigirim

rengê keskesora derûniya min

çilmisî

li ser axa şaristaniyê

koçberî û derbederî…