Di 33 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de

Konê Reş

Bi vê helkefta ku 33 sal di ser koçkirina Hunermend Mihemed Şêxo re derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim.
Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê kurdî parast û stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêşde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran şêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî, stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, şêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin..

 

  Ji rexekî din ve, wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de, di navbera salên1970-1989an de, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983an de, Enfal û Helebçe di sala1988an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989an de.. Ji ber ku ew ji xwe piştrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû.. Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin.. Û bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û şahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi êş, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re jî..
  Di sala 1965an de, dema ku ez di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed Şêxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka Mihemed Şêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di nav xelkên Qamişlo de naskirî bû. Wî ahengên dîlan û şevbuhêrkên xelkên Qamişlo xweş dikir.. Lê Mihemed Şêxo nû dabû ser rê.. Gelek caran Aram û Mihemed Şêxo di hewşa dibistanê de qerfên xwe bi hev dikirin..
Di sala 1966an gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê. Di wê salê de Aram jî di nav wan de ji Qamişlo barkir û çû Armenistanê..Yezdanê dilovan herduyan; Mihemed Şêxo û Aramê Dîkran bi dilovaniya xwe şad bike.

Konê Reş, Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…