Xatûnê

Dr.Xelîl Omar

Hêdî law Misto pişta te ketiye ber te, bera Rizo û Rûto vê mîratê daxînin, jartêketê  weke risasê ye! ..Lawkên min, metika we bi goriya we be, hûnê bi hemdê xwe wê deynin ser blokan! Xatûnê got û hûçikê xwe bi bêvila xwe xist û li dora pîkaba sûzûkî çû û hat.
..Piştî ko Rizo û Rûto kondîşina avê danîn cî û piştî ko dilê Xatûnê jî kete cî, kevaniya malê destûra herdû xortan neda û bi serê Mistê sûndxwar, ko ew bê çayê bi tu deveran de naçin û jinikê ha-hakê tejikek li bin wan raxist û du palgehên pembo danî navbera wan û rahişt melkesa xwe û toz bi ser xwe û wan de xist.

Pîroz be diya Misto! ..Xuyaye tê xortê malê bizewicînî? Zeynebê pîrozbahiya cînara xwe kir û destê Cegerê xwe ji kirasê xwe raqetand.
– Ez nema di ber “anîsata”² û qehwê re digihêm! ..Ma “mi`aşê”³ hermeh bi dest kê dikeve? Xatûnê lêvegerand û bêvila xwe bi hewa xist.
– “Xwezî min dizanîba bê eva qamboncî, serkundirî, bêvilşerbikî, devçapikî, çavşelpitî, lingteşî, xwediya pars û pilûsê û kirasê melesî, yê ko tu deziyekî jê bikşîne wê heft pîne jê biweşandin, û bi ser kullan de navê wê Xatûnê ye, eva han li ser çi xwe dibîne?” Zeynebê di dilê xwe de got û cihê xwe li pî Mistefê çêkir.
– “..Xwezî min dizanîba, bê jina Remokê pozkerrimî, xwediyê kofiya reş-belek û şerwalê sefaran, şifêrê tumbila kerrizî û bergîlê piştkurmî, bavê Fener û Ceger û şeş keçên mîna kezikan û nexasim a wan î biçûk î bêvilherrikî, xediya nanê tisî û bûka lastîkî, bê vê sibehê (bi zikê li ber dev) li çî
xwe digere!”.Xatûnê jî di dilê xwe de got û melkes ji dest  xwe avêt  û berê xwe da çaydên û paporê.
– Mala minê, te negot  Misto ji min re simmê xwe difirrîne? ..Here û were, ya wê çaydanekî çayê ji “anîsatan” re amadebike an jî wê qedeheke avê bide destên mamostan û pir-pir nebû, dawiya “dewamꔳ ewê melkesekê bi erda dibistanê xe! ..Te xwelî li serê min kiro, ma ev jî kar e? Zeynebê got û piyê xwe li piyê “miwezif” da.
– Ezê hîna şeş kursiyan jî bikirrim; te dî rûniştina li erdê ji “anîsan” re negelekî durust e! Xatûnê dîsan deng bir cîranê û çaydanê çayê danî ber Misto û fincana qehwê da destê Zeynebê.
– Tu me jibîrnekî xaltîkê! Herdû xortan bi hev re gotin.
– Bi serên we yî delalî, hûn jî li cem min weke Mistefê ne! Xatûnê li wan vegerand û bi çavekî mezin li xwe nerî.
– Tedî “anîse” ne dixun û ne vedixun û bendî bejin û bala we ne! Zeynebê tenaziyên xwe bi herdû xortên rûniştî kir û dawiya fincana qehwa şêrîn bi ser lêvên xwe de dakir.
– Havîna par, ez çûme “Xasika Meşlo” û nebixêr, min jî hinekî çavên xwe kilkir?! ..Nebixêr û nebhala çavên xelkê weke topan in! ..Tu bawer bikî diya Fener, ji wê rojê de ez nema xweşik ji hev derdixim! Xatûnê got û fincana qehwê bi zêdayî nêzîkî çavên xwe kir û di vê navê re hate bîra wê, bê çiqasî girînge ko çavşînkekê bi mekîna  lawkê xwe veke!
– Bera tu tenê falan vekî diya Mistefê, tiştên te gotin; rast in û bi cî nin, weke ko tu ji vî destî têxe vî destî! Zeynebê bi heqê cîrana xwe rûnişt û ji bo ko rabe ser xwe, destekî xwe danî ser kaboka xwe û destê din danî ser piyê Mistefê û got: ya Xwedê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Bi rêz û hurmet bo gelê me yê hêja,

û bo hemû endamên civaka me li welat û li derveyî welat,

Ji ber berpirsiyariya civakî û bi armanca parastina nirxên mirovî û adetên kevneşopî yên ku civaka me li ser wan ava bûye, malbatên gundên…

Alan Hemo

Vê carê jî nebû

gelek caran li bende bû

Mûmek li tarîtiya korekî vêketî

boş, her boş

Tayê dû li teşiya demê dirêse

Nêçîra bêberik û daf

sebr û sawêr di bêrîka qul de

Talankirî li wê bazarê

Bermahiyên hestan pişk e

<p...

Emel Hasen

Piştî ku ez mirim,
Qed li min negerin.
Li ser min ne lorînin û nekin gerî.
Li dera ku ez lê mirim,
Min lê veşêrin.

Eger hûn dikarin,
Ala rengîn li ber kêla min hilden،
Xemîl û rêgên buharê, û germahiya tavê
Ji tîrêjên adarê
Berz û bilind raxin li ser senga min،

Da ez dibim…

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…