Mela Hadiyê Berzencî (Têkoşerekî nepen e ji Welatê Min)

Konê Reş

Min li dor kesên sax nenivîsandiye, belê Mela Hadî bi bêdengî û reseniya xwe hişt ku ez li pey bigerim û vê panoramaya bi lez û bez li dor dîtina xwe pê re binivîsim.. Ji mêj ve min navê wî dibihîst.. vê paşiyê, çend carekî, ji dûr ve, çav pê diketim û min dixwest carekê pê re sihbetê bikim.. Ta ku di êvara 6/6/2021ê de, min li deriyê mala wî xist.. Kebaniya wî derî vekir, piştî silavê û bixêrhatinê, min got; seydayê Mela Hadî li male? Got, belê, jê re bêjim kî ye? Min got; bêje Konê Reş e.. Beşişî û li min vegerand; Ser çava.. Min got; ma tu min nas dikî? Got; min navê te bihîstiye.. Seyda li nûçeyên Rûdawê temaşe dike.. dibêjin 5 pêşmerge şehîd ketine..! Di wê kêlîkê de Mela Mahdî hat.. dema çav bi min ket, beşişî û ji min re got derbas be mamoste derbas be.. Ser sera.. Ehlen wesehlen Konê Reş..

  Mela Hadî, ez derbasî odeya mêvanan kirim.. Bi derbasbûna wê odeyê re, çav bi wêneyê Barzanî nemir ketim ku, di sînga odeyê de daliqandî ye, li herdû kêlekên wêneyê Barzanî, wêneyê Apo Osman Sebrî, Şêx Maşûq û wêneyê birayê wî Mela Mihdî cih digirtin.. Min di dilê xwe de got; reseniya wî ji van wêneyan diyar e.. hatina min di cihê xwe de ye..
  Bi vexwarina çayê re, min kurmanckî xwe pê da naskirin û di encam de, ez pê re li her 84 buharên jiyana wî vegeriyam; çiyayê Omeriyan, gundê Bizgûrê û Berzenciyên navdar.. Di warê xebat û têkoşîna wî ya siyasî de, pê re li odeya gundê Girzîn û komunîstan vegeriyam û min li serboriya wî a kurdperweriyê guhdarî kir.. Ji min re got: “Em kurd bûn.. partiyên kurdan nebûn.. ji bo kurdayetiyê ez jî, di destpêkê de wek seydayê Cegerxwîn mêldarê komunîstan bûm.. lê di sala 1956an de dema ku me bihîst şairekî kurd bi navê (Hejar), ji komara Mehabadê revya ye, hatiye Tirbespiyê ye.. Ez û Hesenê Mihdî çûn dîtina wî.. me ew dît.. Wê hingê giyanê kurdewariyê ji berê bêtir di hinavê min de mezin bû û ketim deryaya siyasetê de.. Vê dawiyê min naskir ku siyaset bêhnek fireh jê re dive..”
Mela Hadî; ji min re qal û behsa gengeşiyên ku wan salên berî Alpartî bê damezirandin kir.. Nexasim ew axaftin û miçorgeyên ku di navbera kurdên komunîst û kurdperweran de dibûn.. Ji min re behsa Cegerxwîn, Mela Şêxmûsê Qerqatî, Mela Şêxmûsê Şêxî, Mela Hesenê Kurd, Mela Remezanê Berzencî, Mela Ehmedê Namî kir.. û got: “Bi damezirandina Alpartî re sala 1956/1957an, gelek kurdên ku ji bo kurdayetiyê bibûn komunîst jê vegeriyan û bûn partî..” Û çîroka xwe û damezirandina yekemîn malika Alpartî li Qamişlo bi alîkariya hevalên xwe wek Hesenê Mihdî re anî ziman.. Herwiha serpêhatiya xwe ku du caran bi Apo Osman Sebrî re hatiye girtin ji min re da zanîn..
Gelek caran di nav axaftina wî re navê Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Şewket Henan, Dr. Nûredîn Zaza, Şêx Mihemed Îssa, Abdulhemîd Derwêş, Hemze Niwêran, Xalid Meşayix, Mihemedê Mela Ehmedê Tûj, Mecîdê Haco, Hecî Abulsemed, Abdulla Mela Elî, Abdulsemed Mela, Hilalo, Mihemedê Misto, Mihemed Elî Hiso.. derbas dibû..
Dawî dikarim bibêjim ku, destpêka damezirandina Alpartî di nav kurdên Sûriyê de li ser pişta kesên wek Mela Hadî hat avakirin.. Bêguman gelek kesên din wek Mela Hadî hene ku ji dil û can xebat û bizav di vê rêka pîroz de kirine.. Mixabin haj û bajê kesî ji wan nîne.. Min Mela Hadî wek şahidê demeke dîrokî ya rêxistinîbûna kurdên Sûriyê dît.. Min Mela Hadî wek pirtûkeke ku hêj nehatiye nexwend, xwend.. Min rastiya di tûrikê wî de bê layen, şopand..
Tenduristiyeke çak û temenekî dirêj di xweşiyê de jê re hêvî dikim.
Hêjaye gotinê ku, Mala Hadî di sala 1989an de, wek penaberekî çûye Swêdê.. Piştî ku nasnameya Swêdî wergitiye.. nikarîbû jiyana xwe li wî welatî, dûrî welatiyên xwe derbas bike.. Di encam de sala 2005 ziviriye Qamişlo û niha jiyana xwe li Qamişlo, di nav kul û xemên welatiyên xwe de derbas dike.
Wek ku diyar e, piştî çend rojên din, anku di roja 14/6/2021ê de, (64) sal di ser damezirandina wê Partiya (Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê) ya Ku Mela Hadî gelek xebat û bizav di ber de kir, derbas dibe.. Gerek Mela Hadî û yên wek wî bi dîplomeke rêzgirtinê bihatina xelat kirin.

Qamişlo 8/6/2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…