Daxuyaniyek bi helkefta koça dawî ya Seydayê Tîrêj

 

Îro, 19 sal di ser koça dawî ya Seydayê Tîrêj re dibûrin, Seyda weke îro, di 23.03.2002an de serê xwe danî, û ji nav me bar kir, koça dawî kir, û li gundê Girkeftar, ê ko dikeve bakurî Hisiça, hate veşartin, gelê Kurd li herêmê bi karwanekî gelekî mezin û gelekî dirêj, bi hezaran, pêre çûn heya ser gora wî, û ew roj, li Rojavayî Kurdistanê, bû rojeke bi nav û nîşan ….
Seydayê Tîrêj, di sala 1923an, li gundê Nicim, ê ko dikeve rojavayî
bajarê Qamişlo, ji dayik bûye, ew heşt salî bû, li gundê Sêmitikê Newaf,
û li ser destê Mela Ibrahîmê Golî, Quraan û çend pirtûkên ayinî
xwendin, piştre li Amûdê di dibistana fermî de pênc salan xwend;
 li Amûdê gelek rewşenbîr û helbestvanên navdar naskirin, û ji nêzîk ve têkilî bi wan re danîn, wek Seydayê Cegerxwîn, Qedrî Can, Nûredîn Zaza, Hemze begê Muksî, û gelekên din, gelekî bandora wan li ser wî hebû, bîr û baweriyên wî fireh û geş bûn, çavên wî gelekî vebûn, loma yekser dest bi hûnandina helbestan kir, û weke ko ew bixwe dibêje, seydayê wî di destpêka nivîsandina helbestê de, Seydayê Cegerxwîn bû, li têbîniyên wî guhdarî dikir, û ew bicî dianîn; di heman demê de, kete nav rêza tevgera Xoybûn; di sala 1943an de, li Beyrûtê serdana Mîr Kamîran Bedirxan û Nûredîn Zaza kir, û helbestek taybet ji mîr Kamîran re xwend, têde karê wî û birayê wî Mîr Celadet, di weşana herdû kovarên wan:Hawar û Stêr de, gelekî bilin nirxand, û gelekî pesnê wan da, û ji wan hêvî kir ko bimînin herdû kovaran belav bikin ….
Seydayê Tîrêj, di destpêka salên 1950î de, nêzîkî Partiya Komînîstî Sûrî, û tevgera (Hevalbendên Aşitiyê) bû, û ji ber wilo çend caran hate girtin û işkence kirin, û gelek ji helbestên wî ji dest wî çûn, û winda bûn; îcar gava ko malbava wî parçe zeviyek li nav hoza Cibûriyan a Ereb kirîn, ew çû li ser wê niştecî bû, û ji çavdêrî û şopandina desthelatdaran dûr ket; çawa Şoreşa Êlûlê, sala 1961ê destpêkir, gelekî bi coş û dilgermî piştgiriya wê û serokê wê, nemir Mela mustefa yê Barzanî kir, û gelek helbestên xweş û gelekî hest germ li ser wan nivîsîn, pesnê Şoreşê, serokê wê, û Pêşmergeyên wê ên qehreman, di wan helbestan de da, û heya roja dawî ji jiyana xwe ,Tîrêj ma pabendê van bîr û baweriyên xwe ên netewî, pabendî rêbaza Barzanî yê nemir ….
Seydayê Tîrêj, sala 1972an li bajarê Hisiça niştecî bû, jiyana xwe ya mayî li wir bûrand, di nav cemawerên gelê xwe de, di nav hezkerê helbestên xwe de, bi taybetî di nav helbestvan, nivîskar, û rewşenbîran de, û di nav siyasetvanan de jî, cihekî wî yî berz û bala hebû, wan herdem serdana wî dikirin, diçûn civata wî, û pêre dimeşiyan ….
Seydayê Tîrêj gelekî hestyar û hest tenik bû, selîqeyeke wî peleberz di hûnan û nivîsandina helbestan de hebû, gelek wêneyên wêjeyî ên bedew û spehî, di cîde û ji ber xwe ve li ser zimanê wî diherikîn; sê dîwanên helbestên wî çapkirî hene: Xelat, Cûdî, û Zozan, û pirtûka (Serpêhatiyên Kurda) birra yek û birra dido, mewlûda pêxember jî çapkirîne û hatine weşandin …
Di van rojên bên de, û nêzîk, wê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye, simînareke Enternêtî li ser jiyana wî, kar û xebata wî, û berhemên wî li darxe, wê çend helbestvan, nivîskar, û rewşenbîr têde amade bibin û biaxivin ….
Bera giyanê Seydayê Tîrêj her û her şad û di aramiyê de be, cihê wî buhişt be, serê gelê me û hemû hezkerê helbestên wî sax bin ….
Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye
 23.03.2021

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…