Dê tu Agirdad bî.. Avdar 2004 ê serhildanê

Mizgîn Hesko

Ji buharê ta buharê
Çend binefeş bişkivîn
Û çend nêrgiz çilmisîn…?

Çend gelawêj çirisîn
Û çend berbang fetisîn..?

Ji Halapça ta Qamişlo
Çend aheng…
Çend festîvalên jiyanê
Tên li darxistin…?

Ji cejnên mirinê
Ta cejnên jînê
Çend Leyla
Çend Agîd
Çend Samî
Çend Ciwan
Çend Qasimlo
Ji dayik dibin…?

Çend pêxemberên nuh
Çend Zardeştên kal
Avistayê didomînin…?

Ji buharê ta buharê
Çend Barzanên nuh
Ji biskên hetaw
Têne der…?
Çend Qadî
Di zikê Mehabadê de
Bûn çira û fener…?
Çend Şêx Sa‘îdên nuh
Ji hicrikên bi ocax
Vedan keser…?
Çend Maşûqên nuh
Bihêrs dijîn
Ji bo qada sor û zer…?

Ji adarê ta adarê
Çend Anahîta
Çend Xwedanên dilbijok
Tên xapandin…?
Çend Şaxoşînên nuh
Tên perçiqandin…?

Ji serê salê ta bînê salê
Çend bêrîkirin
Dikevin bin pêlavên
Biyaniyê de…?
Çend firmêsk
Di qermîçokên riwên zuha de
Tên veşartin…?

Ji Nesrînê ta M.Şêxo
Çend şeydayên nuh
Distirînin ji bo dilberê…?
Çend zeriyên nuh
Dienerin ji pencerê…?

Ji Cigerxwîn ta Tîrêj
Çend helbestvanên nuh
Dest tavêjin kemberê…?

Ji îşqa Nîşanî
Ta bi evîna Feqyê gerhok
Çend Bêkesên nuh
Hildigirin
Pênûs û fenerê…?
Çend Agirdadên nuh
Vêdixin luksa berê…?

Ji Urkêş ta Qamişlo
Çend Pakrewan
Ji pêsîra goristanan
Ber Bi asîmên ve hilperikîn
Û çend Agirdadên nuh
Ji Xuncên Gulan herikîn…?

Dê tu Agirdad bî
Û dê 12 ê adarê cejn bî

Dê tu Agirdad bî
Samanê Newroza me bî
Dê tu aramiya çavên …
Ku di bendemanê de
Melûl, melûl
Şilopilo dibin
Û dîsan bi omîdên dîtinê
Avis dibin

Ji adarê ta adarê
Çendîn mahîtav rawestandin
Çendîn roj di binê awiran de
Nixumandin…
Dê tu Agirdad bî
Dê tu ..
Ronî bike xewnên me
Dê tu…
Germ bikî dilkê dilê me

Dê tu Agirdad bî
Keftelefta mendalekî
Ku ji nuh îro
Ji dayik dibe

Dê tu hilm û bîna
Rîhaneke
Di nav kavilên wêran de
Hewil dide ku serî rake
Dê tu bejna findeke
Ku ji nuh tête vêxistin
Dê tu Agirdad bî
Di şopikên buharê de
Tu ne buyer î
Di hinavê dîrokê de
Tu SERHILDAN î.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Nivîskar Konê Reş pirtûka “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî” li Qamişlo imza kir. Roja duşembê 10.02.2025 Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Qamişlo merasîmeke îmzekirina pirtûkê bi navê “Cizîra Binxetê û Jîyana Rewşenbîrî”, ya nivîskar û helbestvanê kurd Kunî Reş li darxist.
Konê Reş rewşenbîr, nivîskar û helbestvanekî kurd e, di sala 1953an…

Zagros Osman
Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda lêkolînên stratejîk û şêwirmendiyê Abdurrahîm Temel bû mêvanê kenala Rûdaw TV û ji bo pêvajoya nû a di navbira Tirkan û Abdullah Oçalan de Rêberê Partiya Karkirên Kurdistan PKK yê girtî axivî, û diyar kir ku 6 Vîdeoyên Oçalan hene, di destên Dewletê û DEM…

Konê Reş

Rêwiyo!

Kes weke min

Sikak û kolanên

Bajarê min nas nakî;

Ez dizanim

Kîjan meyxane li kû ye

Kîjan çayxane li kû ye û

Kîjan bazarxane li kû ye..

Tariye..

Tariyê bi ronahiyê

Naguherînim

Ez kiryarê ronahiyê…

Xizan Şîlan

her şev

hestên min yên tevzînok

di nalîna stranên keserkûr de

mest dibin

qedera sersem

li nav qermîçokên eniya min

konê xwe vegirtiye

bêşansiya salên kambax

xwe li stûyê şadiyên min

alandiye

ji asîmanên bihara rengîn

xwelî…