Hevpeyvîna “Byzantine” ya Kurdî xirabrtir dibe

Ebdulazîz Qasim

Her ji destpêkirina pêvajoya diyaloga kurdî-kurdî, me dizanî ku wê asengiyên mezin bikevin di pêşiya vê pêvajoyê de, lê bi rastî nedihat pêşbînîkirin ku ev diyalog bibe rengek ji rengên Dialogue Byzantine “Discusión bizantina”, hevdem ku her çiqas dem diçe wisa derfet jidest diçin, herwisa hêvî û daxwazên gelê kurd ji bo siberojeke baştir sist dibin.
Roj biroj, nakokî di navbera herdu aliyên kurdî de (ENKS, PYNK) zêdetir dibin, ku ti wate ji bo danustandinên di navbera wan de nemaye, nemaze ji aliyê rêveberiya PYD ku hêjî berdewamiyê dide li ser heman siyaseta xwe ya berê, û xuyaye ku heta aliyên gerantor “Amerîka û Fransa”, tevî kombûna şanda Amerîkiyan ya berî çendekî li gel partiyên kurdî ji bo destpêkirina civînan, lê xuyaye ku şanda Amerîkiyan heman pîtedana berê bi serxistina diyaloga kurdî-kurdî nadin.

Ji aliyek din mana ENKS di nava opozisyona alîgira Tirkiyê de, ew jî dibe sedema peydabûna nakokiyan, û dîtir partiyên kurdî guhdariya gazind û gaziya xelkê xwe nakin, lewra reşbîniyek di nav civaka kurdî de peydabûye ji egera xemsarî û bêpirsyaretiya partiyên kurdî yên bi xemsarî serederiyê ligel rewşa xirab ya gelê kurd û doza kurdî dikin.
Daxuyaniyên nerênî yên serkirdeyên partiyên kurdan reşbîniyê çêdikin û bûne egera rawestandina danustandinên kurdî-kurdî, di dema ku rêjîm bi opozisyona xwe ve li ser pirsa kurdî yekdeng e û bi harîkariya herdu dewletên dagîrker (Tirkiya û Îran) ligel hev tevlî nakokiyên di navbera wan de kar ji bo jinavbirina miletê kurd û guhertina demografî li herêm dagîrkirî (Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê) dikin, ku rojane kiryar û tawanên dijemirov li dijî gelê kurd li ser destên artîşa tirkiyê û çeteyên wê nemaze li Efrînê têne pêkanîn, ku ligor hin amarên rêxistinên mafên mirovî ku guhertina demografî 80% li Efrînê û 100% li Serêkaniyê û Girêsipî hatiye pêkanîn.
Rewşa mirovî ya li deverên kurdî heta li deverên di bin deshilatdariya PYDê de jî, bicarekî têkçûye, ku nan, pêdawîsiyên xwarin û ardû (sûtemanî) peyda nabin û bihayê dolar li hember wereqa Sûrî (lêre) gelekî bilind bûye, ku milet birsî û tihn bûye û ketiye di bin hêla hejariyê de, hevdem ku birêveber û serkirdeyên partiyên kurdî zengîn û dewlemend dibin û bûne rengek ji mafya siyasî.
Îro, herdu aliyên kurdî ENKS û PYNK û di nav wan de bi taybetî PYD berpirsyar in li hember rawestandina diyaloga kurdî-kurdî, herwiha divê ragihandina kurdî bi erkên xwe rabe ji bo nêzîkkirina aliyên kurdî û nabe nakokiyên kurdan zêdetir bibin û nabe xemsarî li ser qeder û çarenivîsa gelê kurd bibe û pêdivî ye ku her aliyek bi berpirsyartiya dîrokî serederiyê ligel rewşa hesiyar ya miletê kurd û doza wê ya netewî wekî (niştiman û milet) bike û berevajî vê yekê ji aliyê miletê kurd wê nifret li van partiyan bibe û wê navên wan hetahetayê bikeve di zibldana dîrokê de.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…