Xeta xwar di bin serê gayê pîr de

Elî Munezemî

Hindê dem derbas dibe, xelk li bin siya deshilatdariya rejîma kevneşop û terorîstperwer a Îslamî ya Îranê de rojên reştir li roja berê dibînin û jiyana wan bi yekcarî tehl û reş bûye. Ew xelkê belengaz û çarereş bi rastî li destê wê rêjîma terorîst û dije merovî de hatine emanê û her rojê şahidê derketina kêşe û arîşeyekê ne. Sedema wan hemû arîşe, nehametî û dijwariyan tenê yek tişt e: Hikûmetdariya rejîma gendel û fasid a Îslamî a Xumeynîsî a Îranê. Gava di civakekê de sîstem gendel be, çareseriyek xêncî xwe xilaskirin ji destê wê nîne. Ma ne wisa ye ku gava didanek xirab be, meriv dibe wî didanî bikşîne û bavêje!?

Gava ku tê gotin “ew rejîma gendel û mafyayî ye”, ew gotina “ne ji
kîsê beroj e”. Heger û belge wê rastiyê didin eyankirin û piştras dikin.
Gendelî ku serçaveya lawazkirin û binaxkirina saziyên demokratîk,
paşvehêlana geşekirina aborî û serhildana nearamiyê û jihevbelavbûna
civakê ye, û dibe sedemê serhildana hejarî, krîzên jîngehî û nemana
baveriyê hember sîstema siyasî. Lê ew yeka bo karbidesên hikûmeta
dagîrker a Îranê nexem e. Ji ber ku ji xwe her li despêka hatina ser
hikim heta îro, ne xelkê bawerî bi wê sîstema gendel û merivkuj hebûye û
ne jî xelk û jiyana xelkê çi girîngiyek cem karbidesên wê rejîmê
hebûye. Herdu alî ji hev bîhanî ne û “bikevin zikê hev, yê xwe bavêjin
behrê”! Ji ber ku xelk bikare bi awayek jîrane û xurt lo hember sîstema
gendel bisekîne, berxwedanê bike û karbidesên wê rezîl û risva bike,
dibe li pêş de bizane ka ew sîstema çawa dixebite ku fersenda afrandina
gendeliyê pêk tîn e.
Sîstema cinayetkar a Îslamî ya Îranê bi wan sedeman gendel e:
-Makezagon serçaweya yasayîkirina ferq û cudayîdanîn (discrimination)ê ye.
-Sîstema deshilatdariyê, totalîter û paşvero ye.
-Deshilatdar li pile û desthilata xwe bo dewlemendkirina xwe û xizim û kesûkarên xwe mifahê werdigrin.
-Bertîl
emrazê wergirtina xizmetan û pêşvebirina şolê ye û hemû damûdezgeh,
mehkeme, damûdezgehên ragehandin û … di wergirtin û dana bertîlê de
pişikdar in.
-Ew fesada ku li bin sîberê de diqewime, sîsema bankî û
diravî û avokat û …hwd bo spîkirina dirav pişikdar in û di rêyên cur bi
cur de wê gendeliay xwe wedişêrin. Di bin siya hikûmeta Xumeynîsî de, çi
cihek nemaye ku gendelî têde neyê kirin. Di wan rojên derbasbûyî de ku
bas ji hilkişiyana nirxa pincar û fêkiyan dihate kirin, xelk bi eşkere
vê yekê girêdidin bi wan şirketên heremî ve û dibêjin ku hindek kesan
dest danîne ser bazara fêkiyan û ji ber ku nirx neyê xwarê, hindek caran
fêkiyên saxlem bi xwe ji nav dibin ku nekevin bazarê û nirxa wan neyê
xwarê. Ji aliyek din ve jî, delal hene ku fêkiyan bi nirxek erzan ji
cotyaran dikrin û heta wan fêkiyan didin bazarê ku bikeve ber destê
xelkê, nirxa wan 3-4 beramberê wê nirxê ye ku li ser zeviyê li cotyaran
kirîne.
Xelk li ser wê baweriyê ye ku ne tenê karbidesên hikûmeta
gendel cehd nakin bo çareseriya pirsgirêkên xelkê û çi pilanek bo wê
hindê nînin, bi xwe jî serçaveya afrandina zehmetiyane bo xelkê. Dewleta
axûndî ne tenê destê xelkê re nagire, belkî ew “yarane”ya (yarmetiya)
ku dida cotyaran bo kirîna “fertilizer” (kûd) jî li ser cotyaran de daye
qutkirin. Ji ber ku rejîm seba embargoyan di rewşeke aboriya xirab de
ye û pere ne bo kirîna pêdavisiyên cotkaran, lê bo girûpên terorîstî û
meyandina uraniyomê û gihîştin bi çêkirina çekên etomî bikar tine. Niha
di encama wan siyasetên şaş yên rejîmê de, bilindbûna nirxa dolar û
zêdebûna gendeliyê, xelk roj bi roj hejartir û feqîrtir dibin û şiyana
kirîna fêkiyan ku çavkaniya sereke ya vîtamînan e bo xwe û zarokên xwe
ninin. Niha wisa lê hatiye ku xelkên hejar, fêkiyan ne bi kilo, lê bi
dene dikirin. Hindek ji wan jî yan fêkiyên deste dû (yên kevin ku xelkê
zengîn nexwarinî paşve zivirandinî bo dikandaran) dikirin yan jî li
dawiya şevê de diçin bo kirîna fêkiyên bêvec û bermayî.
Ew yeka nîşan dide ku rejîma nesax, bûye sedemê belengazî û çarereşiya xelkê.
Ew
çarereşiya li hemûyan zêdetir para xelkê kurd e li Rojhelatê Kurdisanê
ku ax û av û welatê wan bi hemû zengîniya xwe ya sererd û binerd ji
aliyê Îraniyan ve hatiye dagîrkirin. Bo vê ku ew xelkane bikaribin xwe
ji wê çarenivîsa reş derbas bikin, tenê yek rê heye û ew jî rizgarkirina
Kurdisanê ye. Di pêxema rizgariyê de cehd û xebat û piştgirî li
xebatkaran pêdivîye. Ji ber ku li kêlek a azadiyên takekesî, azadiya
erênî jî pêdivî ye û em dibe bizanin ka kê/kî dibe li ser me hikim bike û
li çarçoveya wê sîstema ku em têde dijîn, em dikarin çi bikin yan çi
nekin. Em dibe wê rastiyê fam bikin ku jiyan di bindestiyê de ne layiqê
me ye û ne jî em di bin deshilatdariya dagîrkeran de dikarin keramet û
jiyanek merivane bi destvebînin. Ew ne çi jiyan e ku meriv nekaribe hind
destvekirî be ku aliyê kêm bikaribe hewceyiyên xwe yên rojane asûde bi
destve bîne. Bes em hemû bi hev re bo azadiyê bixebitin bibin rêvîngê
rêya azadiya welatê xwe.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…