Hewldanên vajîkirina pirsa Kurdî

Ebdulazîz Qasim

Hewldanên rejîma Sûriyê her ji despêka damezrandina dewleta Sûriyê ve û heta îro ji bo vajîkirina dîroka gelê kurd berdewam in, bi taybetî piştî salên 60`î yên sedsaliya borî, ku gelê Kurd heta di pertûkên xwendinê de wekî revend û koçber dihat nasîn, piştî desnîşankirina Bişar Esed wekî serkomarê Sûriyê li şûna bavê wî di roja 17’ê Tîrmeha 2000’an de, ji aliyê wî ve hin soz ji bo guhertin û çaksaziyê hatin dan û qonaxekî bi navê “Behara Dîmeşqê” bi damezrandina çend rêkxisin û korbendên rewşenbîrî despê kir, û heta salekî berdewam kir, ku di Reşmeha 2001’an de dergehên wan rêkxisinên civakî û rewşenbîrî ji aliyê dezgehên ewlekariya rejîmê ve hatine daxisin.

Rewşa deverê ber bi guhertinên demokratîk diçû nemaze piştî
rizgarkirina Îraqê di behara 2003’an de û beşdariya nûnerên Herêma
kurdisanê di deshilata demkî ya Îraqê de, vê yekê kartêkirin li nêrîna
siyasî ya Kurdên Sûriyê kir, û hizrek peyda bû ku dibe heman ezmûn li
Sûriyê jî dubare bibe, û di siberojê de Kurd bibin beşek ji hikumraniya
Şamê. Di sala 2003’an de, PYD ji aliyê PKK’ê ve bi navekî ne kurdî hate
damezrandin, wekî heman ezmûna damezrandina HDP li bakurê Kurdisanê, û
ji aliyekê din ve di navbera hin partiyên kurdî û hin aliyên opozisyona
Sûrî de têkilî û danûsandin hatin pêkanîn, rejîma Şamê ji aliyê xwe ve
hest bi metirsiya dubarebûna proseya Îraqê li Sûriyê kir û hewlên wê di
plana peydakirina cudahî û nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de
serkevtin bi destxisin, û ev yek bû yekem çirîska Serhildana Behara
2004’an ya navdar bi “Serhildana Qamişlo” di roja 12’ê Adara 2004’an de.
Di
sala 2005’an de, “Cardana Dîmeşqê” ji aliyê hin partiyên Sûrî û çend
partiyên kurdî ve hate ragihandin, û ji aliyê grûpa “Ixwan Mislimîn”
hate pîrozkirin, ku ji aliyê hin partiyên kurdî ve ji ber nezelaliya
daxuyaniyê li ser mafê gelê kurd hate redkirin, ku pirsa kurdî wekî
pirseke hemwelatiyan hatibû ziman, ne wekî pirseke netewî ya xudan
taybetmendiyên cuda. Piştî destpêka krîza Sûriyê di Adara 2011’an de,
PYD li şûna mafên netewî hizreke dûr ji rasiyê bi navê “netewa demokrat”
pêrew kir, lê tevî pêdagiriya piraniya partiyên kurdî li ser pirsa
netewî, mixabin nikarîn rêyeke cuda bipejrênin, û zû tevlî opozisyona
sûrî bûn bêyî ku danasînê bi mafên gelê kurd bike, ew opozisyona ku îro
bûye kopiyê rejîmeke dagîrker û alavek di desê Tirkiyê de ji bo
bikaranîna siyaseta wê û dagîrkirina navçeyên kurdisana Sûriyê û
cêbicêkirina heman siyasetên berê yên rejîmê li dijî gelê kurd li Efrînê
û Girêspî û Serêkaniyê.
Îro, herdu dewletên kartêker li Sûriyê,
Amerîka û Rûsyayê serederiyê ligel pirsa kurdî wekî pirseke netewî
nakin, Amerîka dixwaze tevgera kurdî bi opozisyonê ve bête girêdan, û
kurd bê hîç gerantiyek bibin beşek yê opozisyonê, û cext li ser
beşdariya ENKS’ê di nav rêzên opozisyona alîgira Tirkiyê de dike, û
Rûsya berevajî Amerîka dixwaze kurd bibin beşek ji rejîmê, hevdem ku hêj
çarenivîsa rejîmê bi xwe diyar nîne, tevî ku ne opozisyon û ne jî rejîm
berhev nînin ku danasînê bi mafên netewî yên gelê kurd bikin.

Tirkiye
di nav krîza Sûriyê de bi rolek herî metirsîdar li dijî gelê kurd
radibe, û nêzîkbûna wê ji Rûsya û ji Amerîka bi heman nêzîkbûnê,
meirsiya wê li ser siberoja miletê kurd zêdetir dike, ji ber vê yekê
baweriya gelê kurd bi Amerîka û Rûsyayê ya sist û lawaz e, lê kurdên
xwelîser li hember Rûsya û Amerîka ti çare nînin, piştgiriya Fransa bi
tenê tevî giringiya wê têra me kurdan nake, nemaze ku Fransa senga xwe
ya navdewletî wekî caran nîne, û ji ber siyaseta Amerîka û NATO, ku
Fransa li hember Tirkiyê li bakurê Afrîka û Sûriyê û heta di derya Spî
de jî rastî ziyanên mezin hatiye, heta ku Fransa di krîza Qefqasiya de
jî têkşikest û ti deskeft bi destnexistin li hember serkeftina Rûsya û
Tirkiyê li Qerebaxê.
Îro rewşa kurdisana Sûriyê ji hemû aliyên siyasî
û aborî û heta ya tendirustî ve ber bi trajediyek mezin diçe, û hêviyên
kurdan yên girêdayî danûsandinên kurdî-kurdî sar dibin ji ber hin
daxuyaniyên nîgetîv yên di çapemeniya kurdî de, tevlî dirêjbûna heyamê
danûsandinan ku kêmtir ji gavên reqê (kêso) ne, ku bi tenê li ser
kaxezan dibe, û ti berhemê wan li ser erdê nîne, û ti encamên erênî yên
girêbesa kompaniya Amerîkayî ligel hêzên HSD ji bo berhemhênan û frotina
petrolê li ser jiyana xelkê Rojavayê Kurdisanê nîne.
Helbet ku
siyaseta Kurdî li hember rewşa tirajedîk di tengasiyeke mezin de ye,
nemaze ku opozisyon û rejîm kodeng in li ser dijminatiya gelê kurd, û
dixwazin pirsa kurdî ji naveroka kurdî bi rêya Tirkiyê û biryarên
navdewletî vala bikin, ku heta radeyekî ji aliyê kurdan bi xwe ve jî
pirsa kurdî ji naveroka netewî hatiye valakirin, ku pêdiviye kurd
pêdagiriyê li ser naveroka pirsa kurdî wekî pirseke netewî ya xwedan
taybetmendiyên cuda bikin, nemaze ku dibe guhertin di siyasetên Amerîka
de peyda bibin ku dibe rêveberiya nû ya Serok “Joe Biden” siyasetek nû
hebe derbarê krîza Sûriyê bi giştî, ku nêzîk ji siyaset û hizra Fransî
be.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dildar Aştî
Deşta șîna min
Berferhe bê pîvan e
Çiyayên xemên min
Di asoyên keserê de
Serê xwe reş girêdane…
Dilê min
Çalake bê westan e
Ji bo wisa evqase derd
Ji ser dilên xelkên doran
Civandine
Di kendavên birînê de
Bi bêhrî hêwirandine!…

Şevekê
Li pala derîyekî ker
Min maçek wêne dikir
Sibeha din
Bûm tewanbarê evînê!…
Êvarekê
Li ber kaniyeke perwer
Min gulek şermîn bêhn dikir
Sibeha din
Bûm nîşana tîrên kînê!…

Li gunehê min bipirsin
Ez…

Hişyarê Emerê Le,ilê

Dema qeşmer dibin serwer

Tişt tev dibin bê serûber

Dizzek dibin xwedî saman

Dilsoz dimînin bê mefer

Civak hemî windadibê

Tiştên kirêt tev têne der

Xwenda û jîr, kesên dilêr

Dıbın rêwî j,welêt tên der

Çirtik dibin tev pêşîvan

Agir …

Hozanê Girkundê
Li wê taxa ji bîrbûyî peyvên pîr ji nav
Dîwarên wê direvin
Ù giyanê min
Li bin guhê hev dikeve
Li wê sikaka
ku bi hezarên keseran
Di qelîştekê wê de
Ji çongan
diketin û kincên xemgîniyê
Li xwe dikirin
Li wê…

Ehmed Ismaîl ISMAÎL

Wergerandin : Fewaz EBDÊ

(Cih hewşa xaniyekî kevne, dîwarên xênî bi kelpîç û heriyê ne, bandora kevne_salan li ser xuyaniye. Li qorziya hewşê bîrek heye, û di ortê de dareke tiwa yî şax li hev geryayî. Kalemêrek ji kevne_dergehekî textî yê odeke nizm derbas dibe, li qelevîskan li…