Gotinek kurt li ser: Mafê Merovan û Yekîtiya Ewrupa,

Ibrehîm Şitlo

Rûsya, Bêlerûsiya û Çîn Dewletên ku Ewrupayê Rojava her dem Rexne dike û Êrişan dibe ser wan.
Ji bo çi?
Li gora Gotinên Dewletên Ewrupayê Rojava Sîstema Hukumetên wan hersê Welatan Rê nadin Rexnevanan û Mafê Merovan li wir ne li gora nêrînên Sîtema Polîtîka Demoqratîye.
Yekîtiya Ewrupa dibêje ku li Bilerûsya Asayîş û Polîs bi tungî  Êriş dibin ser  Rexnevan ü Opozisyon û Rê nadin  wan ku bi azadî bîr û Baweriya li dijî systema yek Partî û Rijîma Dîktetor  Lukashenko bi awaKî Eşkere bikin. Li bilî wêjî bi hovane  û Zorê dijî Opozisyon bikar tînin.

Eve du Rojin jî Serok û Berpirsyarên Dewletên Yekîtiya Ewrupa li
Bruxselê li hev civiyane û ta Îro nikanîbûn li ser Pêşneyara ku Bilerûs
Tawanbar bikin û li der wê jî hinek Biryarê Boykotkirina wê Dewletê
bikin.

Hinek Nûnerê Endamên Yekîtiya Ewrupa Banga vê Pêşneyarê dikin û dixwazin hemû Endam li gel wê Biryarê bin.

Serokê Dewleta Qibris, ku ew jî Endamê Yekîtiya Ewrupaye, dixwaze ku li
gel  Tawankirina Hukumeta Bilerûsyayê Tirkiyê jî Tawanbar bikin.
Lê Berêz Xanim Angile Mêrkil bi dengekî bilind li dijî Pêşneyara Serokê Qibriê ye.
Berêz Mêrkil dibêje:

Tirkiyê Hevalbendê meye, ew Endamê Nato ye, gelek Pêwendî û Têkiliyê me
li gel hene, yek jî Pirsgirêka Penaberan ku Tirkiyê ji bo çareserkirina
wê li gel me Alîkare“.
Ya ku Dewleta Qibris di Civîna Bruxsilê de dixwaze ku Endamên Yekîtiya Ewrupa tevayî Biryar bidin:
 ku ji Hukumeta Tirkiya bixwazin ew Lêkolîna xwe GAZÊ ji Avê Dorhawîra Dewleta Qibris rawestînê.
Di Banga rawestandina Lêkolîna Gazê  li Ava Derya Sipî  Derdora Qibrisê Bazarek li Civata Yekîtiya Ewrupa pêkhatiye:
Gunehkarkirin
û Tawankirina Hukûmeta Lukashenko di warê Mafê Merovan de li Alîkî. Lê
Rexnekirin di ware Mafê Merovan li Tirkiyê qedexeye ji ber ku Tirkiyê
Endamê Natoye û ji bo Dewleta Elman jî Bercewendiyê Aborî  pêwîstire  ji
Pirsgirêka Lêkolîna Gazê û Aloziya li dijî Qibrisê tê kirin.
„Xanim
Berêz Merkil di derbarê Aloziya Qibris û Tirkiyê pêwîst nabîne ku Civata
Yekîtiya Ewrupa Şîrova bike an Biryarekî li ser bistîne.
 Rewşa Mafê Merovan li Tirkiyê jî Tiştekî  taybete ku Hukumeta Tirkiye tenê ji ber wê Berpirsyare, ew Karek hundirîye!.”
Qey
Endamên Yekîtiya Ewrûpa nezanîn ku Dema ew Rewşa Mafê Merovan Tawanbar
dikin û Serokê Bilerûsyayê Gunehkar dibînin, nezanîn ku di wê Rojê de 50
Polîtîkvanên Kurd li Tirkiyê bi awakî hovane hatin girtin û Hukumeta
Tirkiyê ew Kesayetîyên Kurd bê Dadgeh xistin Zindanan?
Ma nebihîstin ku Serokê Ilayeta Qarsê bi Namekî  ji du Rêzan ji Kar hate derxistin û li Cihê wî  Nokerekî Polîsan hate danîn?
Ma
Ew Hukîmetên Yekîtiya Ewrupa nizanin ku bi sedhezaran Prpfesor,
Mamoste, Doktor,Parêzger, Rojnamevan,Nivîskar, Rewşenbîr,
Polîtîkvan,Cotkar û Xwendevan  Jin û Mêr ji dehan Salan de di Zindanên
Tirkiy de bi Şêwekî nemerovane jiyana xwe di bin Zordestyê de
derbasdikin?
Guneha wan Kesan çi bû?
Bîr û Baweriya xwe bi Mafê
Merovan dikirin û Banga bi cih anîna Jiyaneka Civakî li gora Bend û
Gotinên Civata Milletan Mafê Mirovan li Tirkiyê pêkbînin.
Govê Pirsgirêka Milletê Kurd tê bi navkirin, Mafê Mirovan tê jibîra kirin!
Ibrehîm Şitlo
Kurdish@Islamic Studies
02.10.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…