Koma Govenda Kurdî ya Jinan li Elmanyayê.. kurtefilmekî derbarê xebata xwe pêşkêş dike


 Çivîka Penaber, kurtefilmek ji berhemên Koma Govenda Kurdî ya jinan hate pêşkêş kirin.
Koma Govenda Kurdî ya Jinan li bajarê Şilêswîga Elmanî bi serpereştiya Şîlan Doskî sala 2019an hatiye damezirandin.
Kurtefilm ji 11 xulekan pêk tê, li ser kurteçîroka penabereke Kurd ko li dewletên Kurdistanê dagîr dikin nikarî bû bi azadî derbirîna hestên xwe bi zimanê Kurdî bike.
Beşê duyem ji filmê Çivîka Penaber li ser destpêka damezirandina koma folklorê kurdî ya jinan
Koma govenda Kurdî, ev Kom bi fermî ya fermanberiya koçber û Penaberan e, ya herêma Şilêswîg- Filênisbûrg e (Schleswig-flensburg).
Rahênerên komê
Sûzan Abdalh ji Silêmaniyê
Mihemed Ehmed ji Efrînê
Exlas Ezîz Mesîh ji ZaxoDi fîlm de jinên Kurd xewnên xwe yên mirî û hêviyên nû tînin ziman.
Armanca sereke nasandina nasnameya Kurdistanî bi ziman û çanda Kurdî ko ji raya giştî re diyar bikin.
Hêjayî gotinê ye ko Şîlan Doskî li gel koma Kurdî ya fermî ji hêla fermanberiyê ve du komên din  jî, yek Ermenî û yek Efganî damezirandine.
Ji bo vê xebatê nêzîk salekê rahênerî û perwerdeya dîlanên Kurdî Koma Govendê kirin, berî roja pêşkêşkirinê ko ahengeke mezin jê re hatibû amade kirin, lê mixabin ji sedemên vîrûsa kovîd 19 hate rawestandin û heta nuha jî pêşkêşkirin nehatiye pejirandin, tenê ev film hate erêkirin ko pêşkêş bibe bi mercê ko ne bêtir ji pêncî kesan li hindirê salonê bin.

Şevbuhêr pêkhat: Bi amadebûna Serokê Herêma Schleswig- Flensburgê
Dr. Volgang Bûşman
(Landrat: Dr.Wolfgang Buschmann)
Û serokê fermaneberiya Koçber û Penaberan birêz Reyner Şitîmkê (Rainer Stimcke) û bi amadebûna serokê partiya kêmnetewa Danîmarkî li Elmanya SSW birêz  Filêming Mayer (Flemming Meyer)

– Di pirogramê de Peyvek li ser nasandina Fîlmê Çivîka Penaber û koma govenda kurdî berî fîlm bête nîşandan Şîlan Doskî (Shilan Doski) pêşkêş kir.
– Berpirsa Hevrêzkara perwerdeya penaberan li Herêmê Xatûn Sîlkê Vîlîg (Sylkê Willig) jî li ser nasandin û çanda miletan axivî.

– Organîzekirina Pirogramê şevbuhêrkê û wergerandina zindî  û ya hevpeyivînan ji hêla Amed Doskî ve hatiye organîzekirin.

– Derhênerî û montaca Film ji hêla herdu biraderên Îranî birêz Ferşad û Ferhad Golzade ve hatiye amadekirin.

https://www.youtube.com/watch?v=TbKKi8xsvSA…

20.09.2020
Koma Govenda Kurdî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şukrî Şêx Nebî

ewr digrîyan..
lê..
ji keleboxa awiran dibarin..!
weke ..
kelegirî..
xwe vedigrin..
ser xewneravên şevên bêwar.. !?

zelale..zelale
zelale xîmav
çaxa xwe ..
dispêre kaxeza hîva lebatî..?
weko..
şebnem û xunavan
cawa xwe ..
ji dêmên gula pakrewana diparzênin..!

gotinên êvaran
nakevin qelşên dîwaran ..?!
de û de..
xwenan bilorîne şevê
xewn ..
dê cawa..
rastî xwenên xwe bên..!?
ku..
xîmava şevê
di parzêna hîvêda xwe neparzêne..!
û weko..
stêrkên…

Ebdilmecît Şêxo

(1)

(Serbûyerek)

Pêşrewê şagirt di Havîneke germ de derewek pir mezin li diya xwe kir û gote wê:Dayê!Hevalekî min gelek giranbuha ji Kobaniyê nexwaş e,ez dixwazim seredana wî bikim,ezê derdora du heftan li nik wî bimînim,lê di rastiyê de;Pêşrew bi dizîyê xwedanên xwe û bi nehênî li…

Mahmod Oso

_Hey hey daya min, daya Kurd,
Hêza te ji çiyayan mezintir e,
Bi ked û evînê tu dinyayê didî rê,
Navê te di dilê me de zindî ye._

Berî rojê radibî, agir didî tandirê,
Nanê germ çêdikî, bêhna wê diçe gundê tev.
Destên te di erdê de, dilê te li ser zarokan,
Tu diçî bi mêrê xwe re, li ber germa…

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…