Gotar

Beriya Mêrdînê û Êzidiyên wê

 Konê Reş

  Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eşîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî (Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deşta Wêranşarê, ew jî cihê rûniştina du eşîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paşê. Gelek kalemêrn herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 km ta bi rojavayî Serê Kaniyê bi 22 km, jêre dihat gotin Milan, xelecan û deşta Wêranşarê. Wek ku diyar e, herêma Wêranşarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê eşîrên Kurdên Êzidî û misilma bû.

  Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û
cefayê ve, ji ber şerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî, kurdên
misilman û erebên misilman yên eşîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji
Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe
koçber bûn, ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Şingalê û Kurdistana başûr
girtin, hin ber bi rojava ve çûn, xwe li herêma Mêrdînê û çiyayê
kurmênc girtin û gelek ji ber zilm û zorê bûn misilman û yên mayî di
beriya Mêrdînê û Wêranşarê de belav bûn.. Xwe di nav eşêrên Kurdên
misilman de parastin û bi taybetî di nav Eşîra Milan de, bi herdu beran
ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paşê, û piraniya wan roja îro dibêjin em
Milî ne… Erê, roja îro gundên wan di nav gundên Ereb û Kurdên Misilman
de belav in, lê mixabin pirraniya wan gundan Daişê bûne kavil..

 
 Wêne: Ez û Hisoyê Hecî Reşo mezinekî Ezidiyên Beriya Mêrdîmê.

Konê Reş, Qamişlo, 02.08.2020

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…