Derfeta zêrîn, çi ji kurdan tê xwestin

Mehmûd Biro
Bê goman kolana kurdî bê hedan libenda encamên diyaloga kurdî ye, ya di navbera herdû aliyên tevgera siyasî de, ENKS ê û pyd ê. Ev yek jî nîșaneke ku gelê me nêzîbûnek bilez dixwazê û liser bingiha programeke siyasî zelal jibo xizmeta doza gelê kurd liser xaka wî ya dîrokî Kurdstan.
Her tișt di guhertinên berdewam dene, û mercên navdewletî bandoreke guhertinên mezin durist dike di nav tevgera syasî kurdî de, di aliyê armancên demkî  û stratîcîk de.
Zilhêzên dunyayê bercewenda xwe di pileya yekem de diparêzin.
Metirsiya wan pir ji hêzên radîkal yê musilman heye, wek Daiș. Jiber
ku kurdan dikarîbû vê hêzê biruxênin û ji herêmê dûr bikin, her weha
kurd tim di șeran de serkeftîne û lehengin, lewma Emrîka û zilhêzên din
ji kurdan hezdikin wek șervanên qehreman, bihter ku jiwan hezbikin we
siyasetvan.
Emrîka dixwazê aramiyê di herêma dibin desthiltdariya
xwede durist bike ya ku ew binav dikê rojhilatî Feratê, lewma dixwazê ku
kurdan bighêne hev.
Ez behwerim wê rêkeftinekê biyekbûna helwest û
nerîna siyasî di nav wan de ava bike, û ev yek jî bi dilê hin hêz û
welatên herêmî nîne.
Bercewnda kurdn û Emrîkiyan livir dighê hev.
Lewma ji kurdan tê xwestin ku vê derfeta zêrîn ji destên xwe nebin û
sûdê ji hebûna Emrîka li herêma me bigrin.
Giringtirîn xal ewe ku
kurd liser avakirina biryara serbixwe li hev bikin jibo rojavayî
Kurdistan û li Qamișlo biryar werin standin. Herweha rêkeftin li ser
nivîsîna doza kurd wek xak û netew û niștiman, wek pirinsîpên di ser
destûrê re, di nav destûra Sûrî de cih bigre.
Birastî wek ku ez rewșa
Sûryê bigiștî dișopînim, diyare ku hin guhertinên bilez nêzîk û nedûr
wê werin holê. Lewma jî gelek giringe ku em kurd bereyk netewî demoqrasî
ava bikin ji hemû hêz û saziyên siyasî kurdî li rojavayî kurdistanê, û
di amadebașiyek bi hêz de bin.
Ji alîkî din bi lezgînî hêzek
niștimanî kurdistanî ava bikin jibo parastina herêma kurdî. غ ji Emrîka
bixwazin ku dan û standinê ligel kurdan bikê wek dozek siyasî rewa, 
doza miletekî liser xaka wî ya dîrokî, xwedan mafê çarenûs û herêmek
cografî yekgirtî ji Dêrika Hemko heta Raco ku dighê derya navîn.
Ev yek wê giringiyek mezin ciyopolîtîk û stratîcîk bidê herêma me û wê serkeftinên mezini jibo gelê me bîne holê

Fredrikstad 05.05.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…