Keyo di sala 1936an de ji dayik bûye, birayê pênc keç û lawa ye, yek ji wan hevala me Boniye ye, ku cîgera serokê Yekîtiyê ye(YNRKS).
Keyo di sala 1979 de ji welat barkir û berê xwe da Siwêd, ji ber zordariya rêjîma Sûriyê, ku herdem malbata wî binçavdikir.Herwiha Keyo bo xelata seydayê Cegerxwîn wekû endamê şêwirdariyê bû, ku herdem nerînên wî ji alî Yekîtîya me berbiçav dihetin standin.
Komîta berpirs û endamên YNRKS sersaxiyê ji hevala xwe Boniye û nivîskar û avoqat Osman Osman û hemî malbata seydayê Cegerxwîn re dixwaze, herwekî sersaxiyê ji heval û dostên wî re jî dixwazin.
Bila ser gelê kurd sax be!
Têbînîyek ji YNRKS
Cihê xemgînîyê ye, ku Keyo di vê dema dijwar de koça dawî kir, çimkî hemî cîhan di rewşeke awerte de ye, û hemî xelk di malên xwe de ne, da ku xwe ji Korona biparêzin.
Cihê Keyo Cegerxwîn buhişta sermedî be. Em bi hêvîne ji Yezdanê jorî ku vê bobelatê ji ser cîhanê rake.
Berpirsên YNRKS
26.03.2020







Şîrove (0)