Keyo Cegerxwîn kurê helbestvanê nemir seydayê Cegerxwîn koça dawî kir

Bi dilekî xemgîn Yekîtiya giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya (YNRKS) nûçeya koça dawî a Keyo Cegerxwîn (Kesra) nuxurîyê helbestvanê nemir Cegerxwîn bihîst, ku îro (26.03.2020) li nexweşxaneyekê li bajarê Stockholmê canê xwe spart banê gerdûn.
Keyo di sala 1936an de ji dayik bûye, birayê pênc keç û lawa ye, yek ji wan hevala me Boniye ye, ku cîgera serokê Yekîtiyê ye(YNRKS).
Keyo di sala 1979 de ji welat barkir û berê xwe da Siwêd, ji ber zordariya rêjîma Sûriyê, ku herdem malbata wî binçavdikir.Herwiha Keyo bo xelata seydayê Cegerxwîn wekû endamê şêwirdariyê bû, ku herdem nerînên wî ji alî Yekîtîya me berbiçav dihetin standin.
Hêjayê gotinêye, ku Keyo ji xortaniya xwe ve bi tevgera siyasî a kurdî re bû, paşre bû berpirsê Partiya Pêşverû a Kurdî li Europa, ta van salên dawî, ku birayê wî Azad ew bar avête ser milê xwe. Keyo wekû mirovekî xwedî sincên bilind di nav civaka kurdî de dihate naskirin. Ewî di warê torê de jî karekî balkêş kiriye, ku hemî berhemên bavê xwe şopandine û dane çapkirinê. Ta roja îro dora 31 destnivîsên Seydayê Cegerxwîn di bin çavderiya wî de ne, li benda çapxaneyekê bû, ku wan berheman çap bike.
Komîta berpirs û endamên YNRKS sersaxiyê ji hevala xwe Boniye û nivîskar û avoqat Osman Osman û hemî malbata seydayê Cegerxwîn re dixwaze, herwekî sersaxiyê ji heval û dostên wî re jî dixwazin.
Bila ser gelê kurd sax be!

Têbînîyek ji YNRKS
Cihê xemgînîyê ye, ku Keyo di vê dema dijwar de koça dawî kir, çimkî hemî cîhan di rewşeke awerte de ye, û hemî xelk di malên xwe de ne, da ku xwe ji Korona biparêzin.
Cihê Keyo Cegerxwîn buhişta sermedî be. Em bi hêvîne ji Yezdanê jorî ku vê bobelatê ji ser cîhanê rake.
Berpirsên YNRKS
26.03.2020

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Helbest: Hoşeng Osê
Werger: Alan Hemo

Memikên wê mishef û perestgeha min e,
Û destên min î dîn ku jê bêhêvî me, tim bisûndin di nîvê şevê de
Bêxilafe ji soza xwe û şan li ser memikê, bigef û tolaz e.
Ez im ê dema dibûre û bê rabûrîn
Fermana qederê lê tine, û bê ferman e.
Min tine mal ku bayê…

Mahîn Şêxanî

Û ez tenê me , ez tenê me.
Dema ku min bi tenê şer kir
Yekbûna dawî ya giyanê
Gava ku tu nikarî nêzîk bibe
Û ne tu dûr bikeve.
Û tu nikarî ji bîrbikî
Û tu nikarî wêdetir biçe
Bi xêr hatî navîna mirinê
Ku tu hêz û qeweta te têde tune. ”
Îro piştî ewqas dirêj bezê ez bi nermî dimeşim
Ji…

EBDILBAQȊ ELȊ

Sȗriya di dirêjiya dîrokê de, li ser qelșên zemînhejên polîtîkî ye, ȗ pilaktên wê yên civakî yên livîner ji mêj ve li ser wan hatine avakirin, her çend salan rastî hejandin ȗ guhertina desthilatê dihat. lê rejîma șovenist ȗ dijî mirov ya malbata Esed ku bi agir, hesin, girtîgeh, ȗ…

Ezîz Xemcivîn

Hestên Şewitî dîwana helbestvanê çalak kak Baran Heso ye.

Wêneyê bergê kevala Ehmed Heso ye…

Dîwan li weşanxaneya Ar li Istanbulê hatiye çapkirin.

Di nav pêlawazên hestên nazik û dilsozane de bi tîpên hezkirinê helbest hatine nivîsandin.

Baran Heso bi ferhengeka têr peyv sawîrên…