Mîr Celadet Bedirxan Bavê Elfabêya Kurdî Latînî ye

 حقيقة تاريخية: الأحرف الكردية اللاتينية التي نكتب بها اليوم صاغها الامير جلادت بدرخان وليس غيره
الاميرة سبنم خان جلادت بدرخان وكونى ره ش
Me mebesta mamoste Tosnê Reşîd ji vê nivîsandina wî ya bi navê (JI DÎROKA ALFEBA KURDÎ) nas nekir?! Dema ku têde dibêje; berî Mîr Celadet Bedirxan alfabeya latînî hatiye nivîsandin.. Ez bawerim ne keşf û tiştekî nû ye..
  Tevî ku em zanin, berî Mîr Celadet Bedirxan gelek hewildanên nivîsandina kurdî bi alfabeya latînî hatine kirin, ji wan; Xelîl Xeyalî, Mîr Mihemed Salih Bedirxan, zarokên Cemîl Paşa û hin din. Di pey wan re, Îsahaq Morogulov dostê gelê kurd û zimanzanê Ermenî wî jî, alfabeyek nîv latînî di sala 1930î de ji zimanê Kurdî re berhev kiriye û rojnameya (Riya Taze) pê hatiye weşandin.
Û Mîr Celadet di kovara Hawarê, hejmara 8an de, alfabeya wî û rojnameya Riya Taze li kurdên Rewanê pîroz kiriye û wiha gotiye: (Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurmanciyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve. Vê paşiyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.
Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê çar roj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav Resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin. “Rêya Teze” wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir e, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşîn ko gehiştiye destê me a pencî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke deh-rûjkî ye, berî salekê û hin dest bi derketinê kiriye).
Herekol Azîzan (Celadet Elî Bedirxan)
 

  Belê alfabeya Mîr Celadet Bedirxan û ya Morogulov bi gelek tîpan ji hev cuda bûn û ew alfabe bi tenê di nav kurdên Rewanê de belav dibû û piştî çend salekî, bi alfabeya Kirîlî hat guhertin
Sebaretî berhevkirina Mîr Celadet Bedirxan ji alfabeya latînî re, ew di kovara Hawarê, hejmara 13an de wiha dibêje:
 (Ev elfabêya hanê ko îro em zimanê xwe pê dinivîsin paşiya xebateke salên dirêj e. Di sala 1919an de, me dabû çiyayê Meletyê.. Mêcer Newel (Îngilîzek) jî digel me bû. Mêcer zarê nîvro dizanîbû, dixebitî ko hînî zarê bakur bibe û ji xwe re her tişt dinivîsandin. Min jî hin medhelok, stran û çîrok berhev dikirin. Carnan, me li nivîsarên xwe çavên xwe digerandin, dixwend û diedilandin. Min bala xwe dida Mêcer, bi lêvkirineke biyanî, lê bê dişwarî destnivîsa xwe dixwend. Lê belê ez, heta ko min (Û-و) ji (O-و) û (Î-ي) ji (Ê-ي) derdixistin, diketim ber hezar dişwarî, ma çiman? Ji ber ko Mêcer bi herfên latînî, lê min bi herfên erebî dinivîsandin. Ser vê yekê, di cih de min qerara xwe da û ji xwe re bi herfên latînî elfabêyek lêkanî..
 Sala 1924an de li Almanyayê, min careke din çavê xwe li elfabêya xwe gerand, hûr lê mêze kir û midekê xweş li ser xebitîm.. Elfabêya me paşiya xebateke sêzdeh salîn e, li gor zimanê kurdî, li gor dengê zimanê me ye. Herfên elfabê, berî sêzdeh salan hatiye nivîsandin û gora zimên û dengên wî, hin bi hin edilî û kete hale xwe yê îro.. Ez vê elfabêyê ji keda xwe bêtir ji keda miletê xwe dihesibînim û pêşkêşî wî dikim. Ji xwe herçî yê wî ye ji yê her kesî hêjatir û sipehîtir e..)
Celadet Alî Bedirxan, 28.11.1932 Şam

  Di hejmara yekê de jî wiha dibêje: (Ez ko Kurd û Kurdmanczan im û zimanê xwe rind dizanim û min ew bi heft-heşt zimanên din daye ber hev, kitkitên wî hûr hûnandine, qeydeyên wî ji hev derêxistine, dikarim ji biyanîyan bêtir û qenctir dehkara wî bidim xuya kirin û zanîn..) Hawar, Hejmar: 1/1932.
 
  Elfabêya Mîr Celadet Bedirxan bi serketin belav bû, zimanê Kurdî bi herdu şêwezaran, pê hat nivîsandin û kovara wî Hawar ne tenê li Şamê dihat belav kirin, belê di nav Kurdên Cizîrê, Efrînê, Libnan, Zaxo, Duhok, Hewlêr, Rewanê, Karmanşahê û heta bi Mûsil û Bexdayê jî belav dibû.. Her wiha bi helbest û nivîsên van kesan dihat xemilandin: Dr. Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Rewşen Bedirxan, Reşîdê Kurd, Qedrî Can, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa.. Ji Kurdistana Başûr jî van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de dinivîsandin: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fettah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd.. hwd. Hin kurdenasên biyanî jî hebûn wek: Pr.G. Michaelian û R. Lescot. Di encamp de em Karin bibêjin ku Mîr Celadet Bedirxan bavê Elfabêya Kurdî latînî ye û her sal roja weşana HAWARê ku 15 gulanê ye, em wek roja zimanê Kurdî pêşwaz dikin.
 
Sinemkhan Badirkhan û Konê Reş

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…