Welato! Ez ê gelek tiştan bo te binivîsim

 Konê Reş

  Welato! Gelo xak bi kê dimîne? Tê bibêje; bi akinciyên xwe.. Kî darên Berû û Çinarê di pala çiyayên te de diçîne? Tê bibêje; welatiyên hezxak.. Wê kî ala serxwebûna te bilind bike, tê bibêje; welatiyên kurdperwer, dilsoz û wefadar.. Belê, rast e û bela xêrnexwazên welatê min bibin rewrewk.

  Welato! Her roj min ji çayxaneya ku di orta bajarê Qamişlo de bû, li hat û çûyên çardiryanê temaşe dikir û pêre jî di dîroka bajar ya kevin û nû de diponijîm/ Ew çayxane berî çend rojan bi destê terorê hat şewitandin..

Gelek caran bi tirs min li rojên ayinde mêze dikir.. Wê tirsê dihişt ku ez hezar rûpêlên spî ji bo te û bajarê xwe Qamişlo binivîsim û his û hestê xwe ji bo we bînim ziman..

  Welato! Min tev sikak û kolanên Qamişlo pîvane..! Kevirek di wan de nîne ku min nas nake..! Di ger û geşta xwe de, pêrgî gelek dêmên spehî hatime.. Lê dêmekî tenê ez nehjandime, wek ku dêmê çiya, deşt, gelî û pesarên te ez hejandime.. Welato! Tu zanî min çi divê? Min divê ku ez sênc bim ji gulistana te re, şax bin ji gulên te re, wênekêş bin ji wêneyên te re.. Erêbim ji serxwebûna te re.

  Welato! Ez ê ji bo te gelek tiştan binivîsînim; ew tiştên ku hêj nehatine nivîsandin.. Ez ê gelek çîrok û serpêhatiyan ji bo te bêjim da ku penaberiya welatiyên te sivik bibe.. Qey qedera min e ku ez di vî temenî de karibim van gotinên evîndariyê ji bo te birêsim, bihunim û bidar vekim.. Da ku di roja azadiya te de karibim şal û şapekî Botanî bi ser bejin û bala xwe de berdim..

  Erê Welato! Di navbera me de, dem û xem e.. Ne dem bêhna xwe berdide û ne xem bi dawî dibin.. Çiya jî, ji çûn û hatina pezkoviyan nawestin..  Û ne jî, peravê deryayê ji qûma derdora xwe aciz dibin.. Êş her ew êş e, li vir be û li wir be.. Û tu wek hina li ser destê bûkê ye.. Dehela rabe sînga xwe ji pêlên nû re veke.. Her em ê çavnêrên azadiya te a nêzîk bin.

Parka Xwendinê/ Qamişlo 15/11/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Di destpêka salên heftêyan de, dibe ez di refa sê-çarê de bûm, ez û hevalekî hêja (Ehmedê Xelefê Hacî Elî) li dibistana seretayî di bêhnvedana di navbera du waneyan de em dûrî şagirtan diçûn, li gora têgihana zarokîtiya me ewê hingê û gotinên ko me ji bavên xwe dibihîstin, li ser rewşa Kurdan em…

Hejmara (25) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket.

Dosyaya vê hejmarê “Di Sûriyeya Nû de; Çand û Wêje” ye , li ser vê mijarê çend nivîskar û rewşenbîr nêrînên xwe anîn ziman..

ji pêşekiya hejmarê: Mijara din a ku divê…

Dr. Mehmûd Ebbas

Ji bo hemû bira û xwişkên hêja,

Ji rêberên Tevgera Kurdî û Kurdistanî, endamên Konferansa Neteweyî ya Kurdî, mêvanên birûmet,

Û ji bo her kesê ku beşdar bû, piştgirî kir û alîkarî da ji bo serkeftina vê bûyera mezin a Kurdistanî.

Bi navê herî…

Beşîr Botanî

Min berê guhdariya Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî dikir û ez piştrast im ku hunermend Mehmûd Ezîz Şakir ji sala 1969-1979’an nêzîkî 25 stiran li Radyoya Bexdadê-Beşê Kurdî Tomar kirin…

Sala 1973’an hunermend Mihemmed Şêxo hat serdana me li Balek û Kerkûkê (Îraq), hingê ewî bêhtir stiranên hunermend Mehmûd Ezîz Şakir…