Konê Reş
Wek ku diyar e nemroya 40`î di kultura gelek miletên cîhanî û miletê Kurd de nemroyeke pîroz e. Vêca dema ku mirovekî (40) sal ji temenê xwe diyarî ziman û wêjeya gelê xwe kiribe, cihê pîrozî û spasiyê ye. Nexasim ku ew mirov Kurd be, zimanê wî qedexe be û wî, bi wî zimanê qedexe (40) pirtûk û (40) hejmar ji kovareke bedew çap û belav kiribin, bêguman ew mirov hêja ye ku em serê xwe jê re xwar bikin û kumê xwe jê re bilind bikin..
Li gor ez serwext im, dikarim gelek xalên giring ku, di van 40 salên xebat û bizava Firat Cewerî de derbas bûne bînim ziman; dîtinên wî bi navdarên kurdan re wek; Osman Sebrî, Mûsa Anter, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn, Sinem Bedirxan û yên mayî.. Carekê ew mêvanê min bû li Qamişlo, di wê mêvandariyê de, dema ku min jê re got; (Jala xanim) keça navdarê Kurd Ekrem Beg Celîl Paşa xesiwa birayê min Dr. Ehmed e û li Qamişlo ye.. Ew veciniqî.. wek zarokekî ku çav bi yariya xwe keve, kêfa wî hat.. Em çûn serdana wê û hevalê jiyana wê Lazgînê Arif Beg Abbas.. Wî gelek pirs ji herduyan li dor kurdîtî û sirguniya malbata Cemîl Paşa û Arif Beg Abbas ji wan kirin.. Wî ji nêzîk ve nas dikim.. Du carî min û wî bi hev re beşdarî di festîvalên rewşenbîrî de kiriye, yek li Cizîra Botan bû û yek di festîvala Seydayê Cegerxwîn de bû li Hewlêrê..
Dawî dibêjim; Firat Cewerî mirovekî nemir e.. Ma çend nivîskarên Kurd wek wî di nav me de hene.. Ez temenekî dirêj di xweşiyê de ji bo wî hêvî dikim. Bela di saxiyê de jî em hev bibîr bînin û dilê hev xweş bikin..
Wêne: Festîvala Seydayê Cegerxwîn Hewlêr/ 2008; Rehmetiyê Rezoyê Osê, ez, Firat Cewerî û Mustafa Aydogan
Konê Reş, Qamişlo 26/9/2019







Şîrove (0)