Ma çend nivîskarên Kurd wek Firat Cewerî di nav me de hene?

 Konê Reş

  Wek ku diyar e nemroya 40`î di kultura gelek miletên cîhanî û miletê Kurd de nemroyeke pîroz e. Vêca dema ku mirovekî (40) sal ji temenê xwe diyarî ziman û wêjeya gelê xwe kiribe, cihê pîrozî û spasiyê ye. Nexasim ku ew mirov Kurd be, zimanê wî qedexe be û wî, bi wî zimanê qedexe (40) pirtûk û (40) hejmar ji kovareke bedew çap û belav kiribin, bêguman ew mirov hêja ye ku em serê xwe jê re xwar bikin û kumê xwe jê re bilind bikin..

  Ew mirov Firat Cewerî ye. Firat Cewerî yê ku ez wî ji gelek rexan ve wek lehengekî kurd di warê nivîsandina bi zimanê kurdî/ latînî de nas dikim.. Wî, di (40) salî de (40) pirtûk di navbera afirandin û wergerê de nivîsandine.. Ji sedî 90 ji pirtûkên wî bi zimanê kurdî, tîpên latînî ne. Herwiha bi sedên gotarên têvel li dor wêje û rewşenbîriya kurdî de di kovar û rojnameyên kurdî de belav kirine.. Belê ya ji tevan giringtir li ber dilê min, damezirandin û weşana wî, ji kovara (Nûdem)ê re. Ev kovara ku di navbera salên 1992-2001, (40) hejmar jê hatine çap û belavkirin. Min ev kovara wî Kurdistanî dît.. Ma kê û ne kê, ji kurdên Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û kurdên Ermenistanê di vê kovara wî de nenivîsandiye, hem jî ez yek ji wa me.. 
 
  Cara pêşî, dema ku ez çav bi kovara wî (Nûdem)ê ketim, dîrekt Mîr Celadet Bedirxan û kovara wî (Hawar)ê hatin bîra min..   Roja îro ev kovara wî ji min re bûye jêderke bingehîn; her ku li min teng dibe, lê vedigerim.. Herwiha ez çapkirina wî ji her (57) hejmarên kovara Hawara Mîr Celadet Bedirxan re, di du cildan de, ne kêmî (40) pirtûkên wî û (40) hejmarên kovara wî Nûdemê dibînim..
  Li gor ez serwext im, dikarim gelek xalên giring ku, di van 40 salên xebat û bizava Firat Cewerî de derbas bûne bînim ziman; dîtinên wî bi navdarên kurdan re wek; Osman Sebrî, Mûsa Anter, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn, Sinem Bedirxan û yên mayî.. Carekê ew mêvanê min bû li Qamişlo, di wê mêvandariyê de, dema ku min jê re got; (Jala xanim) keça navdarê Kurd Ekrem Beg Celîl Paşa xesiwa birayê min Dr. Ehmed e û li Qamişlo ye.. Ew veciniqî.. wek zarokekî ku çav bi yariya xwe keve, kêfa wî hat.. Em çûn serdana wê û hevalê jiyana wê Lazgînê Arif Beg Abbas.. Wî gelek pirs ji herduyan li dor kurdîtî û sirguniya malbata Cemîl Paşa û Arif Beg Abbas ji wan kirin.. Wî ji nêzîk ve nas dikim.. Du carî min û wî bi hev re beşdarî di festîvalên rewşenbîrî de kiriye, yek li Cizîra Botan bû û yek di festîvala Seydayê Cegerxwîn de bû li Hewlêrê..
  Dawî dibêjim; Firat Cewerî mirovekî nemir e.. Ma çend nivîskarên Kurd wek wî di nav me de hene.. Ez temenekî dirêj di xweşiyê de ji bo wî hêvî dikim. Bela di saxiyê de jî em hev bibîr bînin û dilê hev xweş bikin..
Wêne: Festîvala Seydayê Cegerxwîn Hewlêr/ 2008; Rehmetiyê Rezoyê Osê, ez, Firat Cewerî û Mustafa Aydogan
Konê Reş, Qamişlo 26/9/2019

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şîlan Doskî

 

Ji bo nasnameya herêmekê belgedanka Riweknasî

Di herdu pirtûkên xwe yên Kurdica – Beşa 1 û 2 de, min bi giştî 167 cureyên riwekan ku bi navê zanistî yê “kurdica” tomar bûne anku paşnavê kurdica lê hatine kirin û bi navê Kurdistanê tomar bûne, dane hev. Lê karê min…

EBDILBAQȊ ELȊ

Polȋtȋk karekî pîşeyî ye, û pêdivî ye ku kar ȗ xebata sîyasî standardên pîşeyî yên polȋtȋkî bipejirîne, ȗ xwe bi sipȇre pîvanên pirofesiyonelîzma siyasî, ku li gor civaknasȇ siyasȋ yȇ Elman MAKIS VȊBER”Max Weber” pȇwȋstȋ bi van her sê taybetmendiyên girîng heye : azwerî, hesta bi berpirsiyariyê, û…

Fewaz Ebdê

Di êvareke bi bêhna axa bi neynûkan kolayî de

Min dengê henasên çiyayan bihîst

qerqerin zelalî ji mijê li xwe kiribûn û

bi dengekî bizorderketî “Ey Reqîb” digotin.

Te yê bigota ji devê gorê gazî zarokên xwe…

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…