Mihemed Şerîf Mihemed: Hêviya me ew e Saziya “Hîtma” Bibe Dezgeheke Mezin û Hejmarek Mezin ji Xwebexşan tê de Kar Bikin

Dîdar: Macid Mihemed
wergerandin ji Erebî: Şiyar Silêman

Tê zanîn ku dema şoreş vêdikevin , çi yên ku bi ser dikevin û çi jî yên ku ji encama fakterên navxweyî an jî derekî paşdikevin. An jî dema şer li cihekî dest pê dike û bi têkçûna aliyekî yan hemî aliyan bidawî dibe. Beşek ji mirovan hene li ser astin din kar dikin, dûrî eniyên şerê çekdarî, bi şêweyek bêwestan ji bo pêkanîna armancên mirovî tevdigerin, û dûrî tewanan in, dijî çi aliyekî be, û li seranserî dirêjiya wan deman ew kes kar ji bo sivikkirina barê şer li ser milê sivîlan dikin, ew sivîlên ku debara jiyana wan ji encama aloziya rewşa welat nema dibe, û yek ji wan saziyan saziya “Hîtma” ya geşepêdana rewşenbîrî û civakî ye, ya ku alîkariyên mirovî ji hewcedaran re pêşkêş dike, lewra em hevdîtinê bi serokê wê Mihemed Şerîf Mihemed re dikin, ji bo naskirina kar û çalakiyên wê yên di warê mirovî de.
Di riya dabînkirina we ji bihezaran derfetên kar ji malbatên di bin gefa birçîbûnê de re, gelo we karîbû encama hevkariya civakî û derûnî bibînin, an jî karê we yê xêrxwazî hîn berhemê xwe yê wek tê xwestin nedaye?
Bêguman dema darek di xakeke berhemdar de bête çandin; wê berê xwe bide, lê guhdan jê re divê ta ku xwe li ser xwe bigire. Em li ser asta kesan bi ser ketin, û gelek ji dostan rojane peywendiyê bi me re dikin û amadebûna xwe ji bo karê xêrxwazî yê bê beramber diyar dikin, lê li ser asta fermî danûstandina bi aliyên xwebexş re hîn ne li gor tê xwestin e. Di welatên rojhilata navîn de, guhdan bi karûbarê xwebexşan tune ye, berovajî dewletên pêşketî. Di sala 2018an de ez hatibûm berbijêrkirin ji bo wergirtina xelata cîhanî ji bo karê min ê xwebexş, lê ew xelat nebû para me.

Piştî karê we yê bi salan, gelo ti dezgehan alîkariya bi tekûzî ji karê we re pêşkêş kirine?
Nexêr, û ne piştgiriyek beşekî jî, tenê Dezgeha Berzanî ya Xêrxweaziyê alîkariya me kir di derbaskirina alîkariyên ku ji derve hatin, û bêguman ne ji wê ba me nikarîbû wan alîkariyan derbas bikin û li vir belav bikin, û heta bi dezgehên ragihandinê jî bi erkên xwe yên ragihandinê ranabin derbarê karê me.

Di nerîna we de , stûnên serekî yên ku saziya “Hîtma” bilin kirin çi bûn?
Bi nerîna min zelaliya kar û berdewamiya xwebexişbûna wî bê ti alîkariya darayî, bandoreke wê hebû. Û em wek Hîtma me giringî da çar helmetan:
1-Helmeta “beşekî ji dema xwe bibexşîne”, ya di riya wê re mamoste û pizîşk û pisporên pîşeyên corbecor bi giştî; beşek ji dema xwe dan me da em sûdê jê wergirin û bikin kors û xizmetguzariyên bêberamber.
2-Helmeta “Tiştê hewcedariya te pê tuneye, navêje”, di riya wê re em berdewam alîkariyan kom dikin û didin hewcedaran.
3-Helmeta “Malbatekê rizgar bike” ya di riya wê re em derfetên kar ji hewcedaran re dibînin.
4-Helmeta “Pirtûkekê bibexşe”, di riya wê re em pirtûkan kom dikin û çalakiyên rewşenbîrî lidar dixin , û em wan pirtûkan pêşkêş dikin û wan bê beramber didin ji bo handana li ser xwendinê.

Di dema wergirtina we ji alîkariyên dartayî re, çi şêweyên we yên belgekirinê hene ji bo hûn navê nezelaliya kar ji xwe dûr bixin?
Ta niha ti alîkariyên darayî bi saziyê bi xwe re nebûne, û dema kesek an aliyek alîkariyekê dide nexweşekî, em di rûpela xwe de belav dikin, û danûstandin yekser bi kesûkarên nexweş yan aliyê hewcedar re ye, û em tenê belge dikin, û dema beşek ji alîkariyan dighêje me, em belav dikin û hejmara kesên sûdê jê dibînin belge dikin, û numarên telîfonên wan datînin û kopiyekî jê ji kesê bexşkar re jî dişînin, û pirê caran kesê bexşkar wê belgeyê wernagirin, lê em ji wan re dibêjin, ev siyaseta me ye ji bo em xwe biparêzin.

Gelo saziya Hîtma di demên bûrî de kariye jîngeheke xwebexşiyê di nav penaberên Sûrî de li herêma Kurdistanê ava bike?
Bêguman, û wek nimûne me gelek ji malperên derfetên kar çêkirin piştî em li ser malpera xwe çalak bûn, û piraniya helmetên me li ser tevaya xaka Îraqê belav bûne, û hejmarek baş ji xwebexşan di biwarên corbecor de bi Hîtma ve hatine girêdan, û hêviya me ew e em bibin dezgeheke mezin a ku hejmarek mezin ji xwebexşan tê de kar bike, û gihiştina vê armancê hewcedarî alîkariya hikûmetê ye , û ev ta niha bi dest me neketiye.

Gelo tu dikarî behsa karên berbiçav ên saziya Hîtma bike derbarê peywendiyên Hîtma bi Komîta navdewletî ya Karûbarê Bêserûşûnan re ji bo kesûkarên wan?
Me di heyvên bûrî de kar di vî warî de kir, û em di karê xwe de berdewam in, û armanc jê ew e danhev û belgekirina zanyariyên ku em li ser bêserûşûnan ji vê komîtê bidest dixin, û hêvîdar in derfet ji bo me bête dan ji bo em kar bi şêweyek yekser li sûriyê û li ser tevaya xaka wê bikin.

Dema alîkarî bi we re dihat kirin ji bo derbaskirina alîkariyan bo deverên kurdî, gelo hin alî hebûn ku dixwestin we ji xwe re bikar bînin ji bo meremin hizbî, an jî astengiyan ji we re derxin?
Na yekcar, dezgeha Berzanî ya Xêrxwaziyê alîkariya me di derbaskirina  barhilgiran de dikir, û me li ser sînor werdigirtin, û me digihandin depoyên xwe , û paş re me belav dikirin bêyî ku tu kes têwerdanê bike.

Gelo hevêzkarî di nav we û Encumana Niştimanî ya Kurdî û partiyên kurdî de heye?
Na, mixabin, ez hêvîdarim alîkarî di nav me û herdû encumanan de heba. û divê ew jî zanibin ku em wek civaka sivîl em ji derveyî saziyên siyasî kar dikin û em alîkariya her kesî bê cudahî dikin, û divê herdû encuman karê saziyên civaka sivîl hêsan bikin, ji ber ku karê wan ji hemî aliyan re ye, di riya anîna alîkariyên darayî û geşepêdana karînên xort û zarokan re.

Di hevdîtina me ya berê de ya ku ev du sal di ser re derbas bûn, we ji me re got ku saziya we ta wî çaxî 1400 derfetên kar bi rengek kesane ji hewcedaran re peyda kiribûn, û ta wî çaxî 800 kes ji kesên zimanê ingilîzî û kurî û karê hesabdariyê hîn bibûn, gelo ew hejmar zêdetir bûye?
Bêguman karê me ranewestiya ye û berdewam e, û ew hejmar her zêdetir dibin, û her weha me karîbû em barekî alîkariyan ku komeleya Azadî şandibûn bişînin bajarê Kermanşahê. Û bi karê me û bi hevkariya li gel rêxistineke navdewletî, me sê barên alîkariyan şandin devera Dêrazorê ya sûrî, û derbarê korsan em berdewam in di vekirina korsan de ji zarokan re.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…