Nêçîrvan Barzanî û mala Kurdistanî.

Mizgîn Hesko

Bê guman û pir dûr ji nerînên partiya ne yên teng, pir dûr ji doz û xwestekên takekesî û di vê dema dîrokî de ,,,dema pir hestiyar ku her çendîn îro heyîna kurd di nexşeya cîhanê de diyar û xuya ye.
 Her weha  di van dem û dewranan de jî kurd bûn leşkerên giştî yê cîhanê li dijî hêzên tariyê . Tevî wilo jî hîn em pir alûz in û di rewşa xwe a alûz de melevaniyê dikin.
Tekez û ji sedemên vê alûziyê nebûna hevrêziya rexên kurdistanî û nebûna mala kurdistanî ku kurd xwe lê bigirin, bi hev bişêwirin û li dijî zorê û zehmetiyan mîna yek stûnê resen û tund bin.

Belê hûnê bêjin ka îro û ka duh …..! Belê rast e…rewşa me ya îroyîn ji ya duh bi hemî pîvanan baş  tire, lê em hîn ne dewlet in, me hîn serxwebûna kurdistana xwe ranegihandiye.

Belê duh û bi fermî rêzdar Nêçîrvan Barzanî hate helbijartin weko serokê herêma kurdistanê .
Gelo ta  kîjan radeye ev gav rast û durist hat…..?
Li vir divêt em hin rastiyên dîrokî bînin ber çavan û ji dergehên vekirî derbasî mala kurdan û nemaza Kurdistana başûr bibin.
Eger em hınekî li xew û baweriyên xew vegerin careke din em ê bibêjin : Belê kak Nêçîrvan Barzanî  hejayî posta serokatiyê ye.
Miletê kurd ji kesên biyan û nenaskirî pir ditirse , pir hesab têne dîtin , li vir cenabê Nêçîr û li gor baweriya kurdan , li gor dîtin û boçûnên piraniya wan hêjay e ,,,ev ku kurd wî nas dikin û dizanin ka wî çi xebat kiriye. Bê guman miletê kurd  qurbaniyên wê malbatê ( malbat û êla Barzaniyan )bilind dinerixînin.

Pir rexne tên girtin û piraniya wan jî rast in, ku Kurdistana başûr ber bi hikumê êl û malbatan ve diçe, bi wateyeke din ango kur li şûna bav, xwîşik li şûna bira û jin li şûna mêr û hevjînê xwe û htd.

Lê bi min û ji ber ku kurd hîna ji wan atmosfêrên malbatî derneketine, hîn êlek e xurt û xwedan leşker û saman dikare kurdistanê bihejîne û rewşê li binê guhê hev bixîne.
Hêzek, êlek û yan jî hozeke xurt dikare xwedan biryar be, û dikare biryarên parlemanê jî li şûn xwe bihêle.
Ango û Her çendîn em bixwe li dijî qunaxa êlan in, lê mixabin em ji bin bandorê dernakevin û dawî her kes li êla xwe vedgere, ez bixwe nabêjim : bijî êl û dema êlan , lê ev ê rastiyê li ber xwîneran radixînim ku hîn rev jê nîne
Belê bi min hilbijartina Neçîrvan ji bo wê posta serokatiya Kurdistanê..gaveke rast, durist û girîng bû.
Gelo çima …?
Dixwazim hinekî bikurtî derbasî pirsa xwe bibim û bersiveke nêzîkî rastiyê bînim û li ber we raxînim:
 
*Ji ber rewşa ku me berê destnîşan kiribû ( kurdistan û rola êl û hozan), Nêçîrvan ji êleke pir xurt û welatperwer û canfedayê welat û xaka xwe ye.

*Nêçîrvan Barzanî û hîna ji piçûkaniya xwe de di nav kar û xebata siyasî de mezin bûye, rewşa kurdistanê baş dizane û dibe ku bixwe jî bûbe şahid û govanê pir êş û azarên miletê kurd.

Di van bîst salên derbasbûyî de , kurdistan bi awayekî berçav hate avakirin, ji xwe her kes dizane ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî endeziyare qunaxa avakirina kurdistanê ye.

Kesayetiya Nêçîrvan û li gorî têkiliyên wî, dan û standina wî kesayetiyeke pir xurt e, dûrbîn e, û di nav civaka kurdî de tête pejirandin.

Her çendîn dewletên li der dorê mofayê ji bazara kurdistane dikin , her weha kurdistan jî mofadar e, bi zanebûn Neçîrvan û hikumeta herêmê pere û samanen li derhêlê anîne nav xwe, eger gulleyek bipeqe, samandarên welatên li derhêlê û ji bo parastina berjewendiyên xwe ên aborî dê li çareseriyê bigerin û neçar in ku li ber me jî bidin,,,,siyasetek pir zîrek bû û kurdistanê ew şopand.

Her çendîn serok û rêberên me kurdan ciyê rêz û hurmetê ne jî , bi min vê carê em hinekî li pîvanên serokatiyan zîvirîn, kurdan dikarîbûn serokekî ciwan êdî bînin û posteke weha hestiyar û bilind radestî bikin.

Nêçîrvan Barzanî li zanîngeha Tahranê lîsansa polîtîkê wergirtibû bi wateya ku ew kesekî rewşenhizr û xwendevan e.Ji bo hin pîvanan pêdiviya miletê kurd bi hêza ciwan û xwendevan heye..bi karîzmayên têgihiştî .

Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengan 68 ji 81 ev post bidet xist, ango bi şêweyekî dîmuqratîk.

Û dawî …di dema  ku em heja ;Nêçîrvan Barzanî pîroz dikin di heman deme de hêvî û lava dikin ku ew bikaribe li dij hemî metirsiyên heyî rawest e û bikaribe gemiya kurdistane bîne beravên serxwebûnê , alaya rojê û di nav koma miletan de , li ba bike.

Belê kurdan îro hêviyên mezin hene ku mala Nêçîrvan Barzanî, ango Kurdistan îraqê bibe mala kurdan bigiştî.

Belê metirsî pir in, û dujmine me jî zîrek in, divet cenabê serok N. Barzanî dengê me be, û dive kurd mîna kemberê xwe li hawîrdorê bisin hev.
Pêdiviya kurdistanê bi artêşên leşkerî û rêberên mêrxas, bi çekên modern, bi teknolojiya xurt û zîrek heye. Pêdivî bi vekirina bêhtir dibistan û zanîngehan , bi kadiroyên çalak û xebatkarên ciwan heye. Pêdivî hîna bêhtir bi dam û dezgehên çandî, wêjeyî yên serbixwe heye. Pêdivî bi pirojeyên şaristanî, bi avakirina nexweşxaneyên nuh û bi makîneyên tunduristî yên pak heye, pêdivî bi bijîjik û alîkarên dektoran heye.
Pêdivî bi rê, otoban, otostrad, pirên bilind û hevgirtî heye, pêdivî bi çandiniyê , bi avê, bi kehrebê, enternête heye.
Pêdivî bi Jinê heye ku îro bikaribe careke din bi rola xwe a dîrokî rabe. Pêdivî bi Şengalê û laleş nûranî heye, ango bi kesayetiyên kurd yên din, kêmolên kurd ku divê rê ji wan re bête vekirin û ew jî di vê nexşeyê de beşdar bin û bi rola xwe rabin.
Pêdivî bi instiyatîvan heye ku bikaribin bi hin bîrdozan li dij sistema êl û hozan bixebite, pêdivî bi guhdarî lê kirin û guhdanê heye.
Pêdivî bi avakirina kesayetiya kurd heye, ev bêhtir ji avakirina xanî û serayan e.Mirovê di xwe de şikestî her dîlê êş û şikestina xwe ye, lê mirovê saxlem, û xwedan moralê bilind dikare li ser hemî formên şikestî avahiyan rake.

Elmaniya 30- gulana 2019.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…