100 Saliya Rojbûna Dr. Nûredîn Zaza Û Pirtûka Min

 Konê Reş

  Bi helkeftina ku di roja 15/2/2019`an de, (100) sal di ser rojbûna lehengê Kurd Dr. Nûreddîn Zaza (1919/ Maden – 1988/ Lozan) re derbas dibe, min ev pirtûk berhev kiriye. Min têde têkoşîniya wî, ked û xebata wî aniye ziman.. Ez wî wek pêşmergeyekî bajaran dibînim.. Mixabin ku ta niha me ew mafê wî, yê ku ji me tê xwestin lê venegerandiye.. Û me navê wî, baş bi nifşê nû nedaye naskirin..! Di sala 1957`an de, bi alîkariya wî PDKS li Sûriyê hat damezirandin û ew yekemîn serokê wê bû.

Digel ku ew ji pêşengên xwendekaranên kurd bû li Ewropa.. Wî, tev jiyana xwe di ber serbestî û bilindkirina navê Kurd û Kurdistanê de xerc kir û tevî xerabiyên ku hatin serê wî, ji girtina zindanan û sirgunkirinê ji rêjîman ve, wî negot ez poşman im..
  Min jî, bi vê helkeftinê, wefadarî ji bîranîna wî re, ev pirtûk bi navê (Dr. Nûredîn Zaza 1919 – 1988: Kurdê Nejibîrkirinê), berhev kiriye û dikim xelat ji giyanê wê re.. Ji xwe mamoste Qahir Bateyî xwediyê weşanxaneya SÎTAV camêr bi dilekî mezin xwe da ber çapkirina pirtûkê.. Niha pirtûk li Ankara di bin çapê de ye dê di demeke nêzîk de li xwendevanan belav dibe.. Ji dil spasiya wî dikim.
 
  Bêgûman nivîsandin û berhevkirina min ji vê pirtûkê re gelekî bi min xweş e.. Min xebat, çalakî û berxwedanên wî li Sûriyê, Libnan û Ewropa baş anîne ziman û her wiha berhemên wî.. Belê ya hîn bi min xweştir ku min du eserên wî yên giring jî têde belav kirine; yek jê ew reporta ku sala 1960`î, di zinda Mezê de nivîsandiye û pêşkêşî dadgeha Şamê ya bilind kiriye, ya din, ew pêşgotina bedew û bi nirx ku ji destana Memê Alan re nivîsandiye, digel baweriyên hin siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd wek: Sînemxan Celadet Bedirxan, Abduhamîd Derwêş, Salih Gedo, Dr. Mohamed Salih Gouma, Mihemmed Îsmaîl, Fawzy Asad, Dr. Lazgîn Mihemed Fexrî, Hingur Osman Sebrî, Keyo Cegerxwîn, Îbrahîm Guclu, Şakir Epozdemir, Xelîl Sincarî, Şahîn Bekir Soreklî, Goran Candan, Dr. Yekta Uzunoglu..
  Jixwe mamoste Abdulhemîd Derwêş hevalê wî yê destpêkê baş baweriyên xwe anîne ziman.. Mamoste Omer Şêxmûs jî, ji gelekan bêtir jînnameya wî, durist nivîsandiye.. Mamoste Samî Namî jî, wek dostekî wî yê zindanê, baş ronahî berdaye ser berxwedana wî ya zindanê.. Ji dil spasiya wan dikim û spasiya tev siyasetmedar û rewşenbîrên ku bi gotinên xwe, beşdariya min di berhevkirina vê pirtûkê de kirin, dikim.  
  Di baweriya min de, çi kesê ku bide ser şopa Nûredîn Zaza, nikare mafê wî bîne ziman ku berî wî, nede ser şopa birayê wî Dr. Nafiz.  Vêca min ji birayê wî Dr. Ehmed Nafiz Zaza destpê kiriye.
  Ez ji dil spasiyên xwe ji xanima wî Gilberte Favre Zaza re pêşkêş dikim û xwe ji wefadariya wê û dilsoziya wê re ditewînim..
* Di 16ê sibatê de, gotineke min di 100 saliya rojbûna têkoşer Dr. Nûredîn Zaza de, li Pirtûkxaneya Kurdî (Kurdish Library), li Stokcholmê heye.. Ji dil spasiya Komeleya Kurdî ya Spangayê, kitêbxana Kurdî, mamoste Omer Şêxmûs, Reşo Zîlan, Samî Namî, Firat Cewerî, Mehmûd Lewendî, Salih Ince û Hacî Kardoxî dikim.
Konê Reş
Qamişlo 13.2.2019
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…