ÊBABELK VEYRÛSÊ ZIYANKARIN…

Mehfûzê mele silêman
 
 Gelek ēbabelek di çivaka me ya kurdî de hene, bi navê welarparêziyê û bi kirasê zîrekiyê dikevin nav kom û dezgehên rewşenbîran, nivîskaran, ragihêneran, hunermendan, partîgiran û hemî nifş û cûrê kargîr û çalakan.
  
Tabûrek ji rêber û piştgirên nehan alîkariya wan dikin, rê ji wan re vedikin û wan pêş de didin, çi di civatan de, çi di ragihandinê de.
 Karekî pir xerab û bi ziyan dikin, qelewaziyan dikin, gelaciyê, tevlîheviyê, nakokiyê belavbikin, derew û bêbextiyan dikin, kesan ji kardixin, partiyan parçe dikin, milet şaş û bêhêvî dikin, mirovan û cilên wan berahevdidin, mala gelekan xeradikin. 
 Bê tirs û bê fedî daxivin û digerin, xwedî pere û tirmbêl in, pê hin dilpakan, kêmmêjiyan, çavbirçiyan û doxînsistan dişemitînim û dixapînin, û biwan pîlan û amancên xwe pêktînin.
    
 Niyaz û şopa wan nepaqij e, mîza wan nezelal e, pir pîsin û bi tegerin bi liv û peyva xwe.
    
 Ēbabelek xwe pir şareza û bîrewer dibînin, xwe weke şîretdar û şirovekaran dinasin, mixabin hin ji wan bawerdikin, nemaze di warên biyan û veşartî de (deverê ku kes wan nasnekin).
   
 Ēbabelek kesin nexweşin, yan xwefiroşin, yan sincî, şêwaz û perwereda wan çewt e, yan ew pîş û erkê wane , da ku karê kirêt û bêmirês bikin.
   
 Ez bi xwe bi gelekan kî wan nasdikin, qurban û ziyanên wan dizanim, û her dem û caran ez wan di gotar û civatan de binavdikim, û gelekî dî jî wekû min bi wan haydarin, lê mixabin hin ji sêwelek, dûvelank û sîxweran wan hembêzdikim, nahêlin tazî û rûreş bibin û bêne qewitandin û cudakirin ji nav kesên rast û bi rûmet.
    
 Dibe hin bipirsin : ev kî ne? Ev ji kû ne?
Bersiva min ji wan re ewe : hinî hişyarbin, çavê xwe belkin, piçekî bipûjinin, ji dilovaniya xwederkevin û li dîrok, tevger û rewşa wan sehkin, winê wan nasbikin û xwe ji wan dûrbikin.
   
 Rewşên Ēbabelekan evin: ziman dirêjin, bêfihêtin, natirsin, li her dever û civatan digerin, pir diştexilin, bi gelek reng û helwesta ne, her roj li alîkî ne û li cikî ne, ew bi xwe jî nizanin çi dixwazin, heme divin xuyabin û bi kesên navdêr, têr û deshilatdar re bixun, vexun û bigerin, û xelk çêra wan bike, û derkevin ser telvizyona û şanowa baxivin.
   
 Ēbabelek veyrûsin û gotinê wan jehrin, civata kurdî ji hevdixin, tevgerê siyasî û rewşenbîrî tar û mar dikin, gereke û pêwîst e bêne jêkirin û avêtin ji nav laşê kurdî.
Qamişlo.8.10.2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…