Çîroka Nivîsandina Min Bi Zimanê Kurdî

Konê Reş

  Li gor min, nivîsandin mereqe. Di destpêkê de divê mirovê nivîskar serwext û zana be, bê zanîbûn nabe.. Wek ku hûn tev dizanin pirtûkxaneya Kurdî di destpêka avakirina xwe de ye, anku feqîr û lawaz e. Serwextî û zanîbûna me, ji zimanên din, wek Erebî, Farisî û Tirkî, kom bûye..
  Sebaretî min, min di bin bandor û şêraniya zimanê dayika xwe de hez zimanê xwe kiriye û pê dinivîsînim.. Min serwextî, agahî û zanîbûna xwe ji xwendina bi zimanê erebî û kultura devikî ya bi zimanê bav û kalan kom kiriye..

Tevî qedexebûna zimanê kurdî, qedexebûna pirtûkên bi zimanê Kurdî û qedexebûna pirtûkên bi zimanê erebî li dor kêşeya gelê min, min hewil daye û bi kurdî nivîsandiye.. Pêre, min bi erebî jî nivîsandiye.. Bûguman, bandor Cegerxwîn, Osman Sebrî, Dr. Nûreddîn Zaza, Qedrî Can û di serê tevan de mamostayên wan Mîr Celadet û Dr. Kamîran Bedirxan zor mezin e di vî warî de.
  Bi gotinek din nivîskarî û zimanhezî wek werîsê ji du benan hunandî be, yek bêyî yê din nabe.. Di her pîş û sazî de destpêk bi hezkirinê ye û hezkirina durist û aktîv mêraniye.. Sebaretî nivîsandina min û hezkirina min ji zimanê Kurdî re, dikarim bibêjim ku li gundê min (Doda) vedigere, ev gundê sînorî ku li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê dikeve, kesî jê ne bi zimanê Erebî û ne bi zimanê Tirkî zanîbû..  Bi demê re em di nav agirê van her du zimanan de dihat şewitandin.. Wiha di nav wê trajîdiya zimanî de mezin bûm, min xwend û bi giyanekî Kurdperwerî hatim xwedî kirin.. Di sala 1973`an de min dîwana Cegerxwîn (Kîme Ez!), peyda kir û çend carekî bi Cegerxwîn re rûniştim, hingê min jî wek tevayî nifşê xwe, hin caran bi zimanê erebî dinivîsand.. Lê piştî ku min Cegerxwîn dît û min jê pirsî Seyda! Tu bi zimanê erebî bêtir kare his û hestê xwe derîne an bi zimanê kurdî..? Beşişî û li min vegerand: Bi Kurdî.. Ji wê hingê ve nivîsandina bi zimanê kurdî niqutî dilê min.. Di sala 1977`an de dema ku ez ji bo xwendinê çûbûm Almaniya Rojava, li wir bişahî çav rojnameya (Roja Welat) ketim, bi Kurdî û Tirkî bû.. Piştî vegera min di sala 1978`an de, min dest bi nivîsandina Kurdî kir, belê di pileyek biçûk de bû. Bi hatina ronakbîrên Kurd re ji Sovyêta berê wek: Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyîk, Eliyê Evdilrehman Tosinê Reşîd şêraniya zimanê Kurdî û danheva zargotina kurdî bêtir bi min re mezin bûn. Wê hingê, di rêka mamoste Eskerê Boyîk re çend carekî helbestên min di rojnameya (Riya Teze) de belav bûn..
 Di salên 1980`î de hin caran berhemên min di kovara (Pêşeng) de belav dibûn, ewa ku partiya rehmetî Samî Ebdulrehman li Sûriyê diweşand.. Belê di sala 1988`an de min bi rengekî aktîv bi kurdî nivîsand û di Newroza 1989`an de min û hevalê xwe Abdulbaqî Huseyinî kovara (Gurzek Gul), bi Kurdiya Latînî weşand.
  Ji bo wan kesên ku bi zimanê Cizîrî, Xanî û mîr Bedirxanê Botî diaxifin dibivîsînim, ji bo xelkên Qamişlo û Amûdê, Amedê û Sêrtê, Zaxo û Duhokê, Ormiya û Mehabadê dinivîsim, ji bo wan lehengên ku xwîna xwe di ber azadiya welat de rijandine, da ku careke din berfa li ser çiyayê Agirî, Cûdî, Barzan û Pîremegrûn, bi xwînê sor nebe, dinivîsînim.. Da ku keç û xortên vî welatê birîndar bi aştî û aramî, her yek ji wan li ser Memê xwe, Siyabendê xwe, li ser Zîna xwe, Xeca xwe stranan bibêjin û Edûla Temir Paşayê Millî, bê tirs li ser Derwêşê Evdî binihirîne…
 Erê, ez ji bo gul, kulîlk û nêrgizên Kurdistanê re dinivîsînim, ewên ku ji zimanê dayka min fam dikin, ewên ku, ez û wan bi yek şûrî dikevin û bi yek şûrî radibin, ewên ku ne ji wan be, ez tune me û hebûna xwe di hebûna wan de dibînim, ez ji bo wan dinivîsînim.
 Konê Reş, Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…