Jin û pirsa wêjeyê..3.

Mizgîn Hesko

Bê guman , eger em ber bi paş ve vegerin û bipirsin , ay kî ye ew jina nivîskar..?
Jina nivîskar ew e , a ku bi hin kar û xebatên wêjeyî mijûl dibe, ev danasîn di çerxa 17 – an de hate holê.
Hin jinên dewlemend û xwedan rol, derbasî sera û civanên rewşenbîrî bûn , hin mijar guftûgo kirin, weha wan xaniman xwestin ku bibêjin tevgereke rewşenbîrî yan jinan heye, û bi vî rengî hinek maf tekez kirin.
Pir nav hebûn û ji wan Jîn Osten, Safo, Marî Dî Sîvîneh , Madlin Di Skîdîriî û Ferciîniya Woolf.

Belê berî çerxa 19- an hin jinên afrêner hebûn, lê nivîsandineke domdar û berdewam tunebû, tekez ev diyarde sedemên xwe hebû.
Niha û li Rojava nivîsandineke domdar heye, ji mêj ve ew Xanim xwedan dewlet in. Dewletên medenî û şaristanî  xwedan zagon û yasa ne, zagon û yasa cudahiyê naxe navbera regezên nêr û mê de, bi wateyeke herî zelal ku nivîsîn diyrdeyeke mirovanî ye, ji hiş , hest û nestên behremendan tête der, behremend dikare jin be , yan jî mêr be, lê deq dimîne deq û rengê xwe yê mirovane na guhere.
Belê li Rojava ,,,jin dikarin ji keda pênûsên xwe, berhem, nivîsên xwe bijîn. Ew dikarin di rojnameyan de, di dezgehên rewşenbîrî de bixebitin,, her karekî ku mirov tê de rehtet be û li gor behriya dil be, mirov bikaribe ji keda wê bijî yan bikêmanî hin pere qezenc bike,êdî dê tovekî rind û baş werbigire, zagon û yasayên kar wan diparêzin û mafê wan her parastî dimîne.
Lê li Rojhilat û li wan welatên ku em kurd dagîr kirine , li heman welatan jinên nivîskar hin ji mafên xwe qezenc kirine, ev yek ku em bizanibin weko mînak ku ereban pir jinên rewşenhizir hene, pir navên mîna stêrên geş hene ku bi rastî li gorî şopandina me ji wan re ew hêja ne, ji ber ku reng û şêweya nivîsîna wan pir hêja û serkeftî ye, dagirî wêneyên nuh e,
Ji wan Dr. Newal Alsadawî, Xade Alseman, Ahlam Mustexanimî û pirin din. Ku felsefe, derûna mirov, helbestên nûjen û romanên serkeftî û balkêş afirandin e.
Bi dîtina min pir pêwîst û girînge ku jina nivîskar bikaribe ji keda xwe bijî, çimkî ew wê gavê dibe xwedan mûçe û aboriyeke serbixwe û wê gavê bêhtir tête pejirandin û kes êdî mafên wê naxwe.

Rewşa miletê kurd pir cuda ye. Ne dewlet bûn…!
Wekî me li jor aniye ziman, dewletên medenî û xwedan yasa û zagon erk û mafên mirovan dest nîşan dike . Weha kes dest dirêjiyê li mafên yên din nake û weha her kes êdî erkên xwe dizane,weha yasayên heyî û perlemanên dîmuqratî misogeriya jiyana wekhevî, û dadmend dike.
Civaka me a kurdî hîn pir konseratîve, mêrên ku berî niha berî zêdeyî sed salan ku bi navê xwîşkik yan dayika xwe dihate nasîn û heman mêrê ku xwe weha serbilind û serfiraz didît , heman mêr e ku êdî îro vê yekê qet napejirîne.
Dêmek bandora cîranan ku bixwe piranî dagîkerên welatên me ne, li me pir hate kirin, bi fêrbûna me ji zimanên wan re, em bêbku hayê me jê hebe ketin bin bandora kultur û erf û adetên wan de jî.
Gelo ma niha jî dayikên me heman dayik in, dayikên ku her çendîn mêr linderveyî malê ba ne jî , ji xwe bawer, bi kêf û şadî pêşwaziya mîvanan dikir û bixêrhatina biyaniyan dikir…?
Îro dayikên me ji paş dergehên malê bi mîvanan re di””””””””axifin. Keziyên wan yên hinekirî, biskên wan yên zêrîn û xelxelok ku bi apriyên sor yên mûsilî girêdidan, bi desmalên spî nîv nixumandî bû, îro bi hicabên reş hatine veşartin.
Tekez hun ê olan sûcdar bikin, lê na wê gavê jî heman ol hebûn û xurtbûn, lê cîranên me bi navê olan em xapandin û bi zanebûn kultur û adetên xwe bi me dameşandin.
Belê ne bi çek û dagîrkirinê milet tên hilweşandin, lê bi dûrketina wî ji kultur û floklorê wî, bi jibîrkirina ziman. Ziman fakterê herî sereke ye .
Ji lewra pêdiviya me kurdan ji her kesî bêhtir pê heye ku jin mamosteya yekê di avakirina kesayetiya zarokan de bêhtir bi rola xe rabe, anko jina perwerde, rêber û zana , jina wêjevan û rewşenbîr.
Ji jina kurd tê xwestin ku her tim bi rola xwe a dîrokî rabe, belê rast e. Lê rê bidin me, dergehên heyî di rûyên me de negirin.
Cîhan bi giştî dizane ku jina kurd jineke çalak e, zîrek e, hêjayî xwendin û zanînê ye, dikare bihesanî bawernameyên master û dektorayê werbigire.
Jina ku bi pêdariyeke mezin, fedîkariyeke bê hempa li be welatê xwe dide, di destekî çek û di yên din de zarokê berşîr, çima nikare pênûsê hilgire û tabloyan nîgar bike…?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…