Xewna Bê xwedî

Alan Hemo

Zingilê demjimêrê, li ser katî 5-ê sibeha lêdixe, Cengo ji nav nivînên xwe, çeng dibe, bilez dest diavêje şerwal û dikşîne xwe, bikufteluft li odê diçe û tê, ta ko xwe ji çûnê re amede bike. Li hêwanê diya xwe li ser cilka nimêjê dibîne, pê re diaxive û dibêje: Xwedê nimêja te qebûlke yadê, ez dikim herim, îro gelek kar li ba min hene. Îro wê xwepêşandaneke mezin lidarkeve, û divê em amediyên baş jê re bikin, hêviya diua(lavijan) ji te dikim yadê. Diya wî bidengekî berz dibêje: Alahû Ekber, (Xwedê gewre ye) nîşana erêniyê dide.

Cengo ji mal derket, bi moraleke bilind berî daye cîbicîkirina karê ko jiyana xwe di siya wê de dibîne. Cengo kesekî welatparêz e ta radeya welatperestiyê, çalakiyên li bajarê wî têr nakin, diçe yê gund û bajarokê nêzîk û dûr jî. Alek li newqa wî gerandî, û yek li stiwê wî pêçayî, û yek din, li serê wî girêdayî, û yek dîtir, di dest de, heye. Alên wî ji eînî rengan pêktên, lê bi sembol û nîşanên cûrecûr, hin jê bi stêr e hin bi rok e, hin jê bi das  û çakûç e û hin bi pînûs e. Al tev li xwe pêçane û berî daye xwepêşandanê.
Cengo taliya şevê vegeriya mal, silav li diya xwe kir. Diya wî li ser cilka nimêjê, tizbiya wê di dest de, seleuata dikşîne.
-Xwedê qebûlke yadê.
-Xwedê ji te razî be kurê min, ez ji te re şîvê deynim, tu ne birçîyî?.
– Na, min li wir sendewîşik xwar, ez gelkî westiyayî me, ezê serê xwe deynim û razim.
Cengo serî ser balgîfê danî, û kete xewa giran.
Îro, her çar alî wê li hev rûnin, soz dane ko bibin yek, îro wê şahîk lidarkeve, her aliyekî daxwazên xwe amede kirine, ku bihev re bighêjin yek gotin û yek hilwestê.
– Huş be, wa derketin ser sehnê.
Li ser kursiyên  xwe, li pişt masê her çar bi cî bûn, û bû çerqçerqa wênekêşa, vê dîroka girîng arşîv dikin, magrîfonên rengereng li ser masê wekû girekî rabûne. Kesên hazir bi coşeke bêhimpa, gotinên aferîn û pesindariyê dighînin wan.
Ez Abê Mamed Oxlo, binavê bakuriyan silavan li we dikim.
Ez Birader Riza Muhemedî, silavên rojhilatiyan digihînim we.
Ez Kak Hacî Eşîrî silaw le bêtan ji başûrî welat.
Ez Birayê we Hemo Remo  silavên rojavayiyan li we hene.
Mamed Abê dest biaxaftinê kir, û got: em dibînin ko gereka gotina sereke li ba me be, çumkî hejmar û mezin bûna ciyografî li ba me ye, her wiha paytext li parçê me ye.
Birader Muhemedî bersiva wî dide: parçê me xwedanê pêşîn siyaset û rêbaza nûjen e, û em bawerin wê çêtir be ko biryar li ba me be.
Kak Hacî bersiva herdiwan dide: Birayên xoşewîst,em xwedî perlman û wezaret in,  ji hêleke dî ve ala me bû ye nîşan a her çar perçan.
Hemo bi rebenî li hersiyan vegerand û got: Birayên hêja, gotinên we hersiyan rast in, û wekî birakî biçûk dibînim ko em zimanê xwe biserhev de werînin, û em ji wê dest pê bikin û bibin yek.
Gelî xwişk û birayên birêz, dû ko me naverok û xêzegirên babetên xwe berçav kirin, em ê derbasî oda girtî bibin, ta ko goftugo û danûstandinên xwe berdewam bikin û bighêjin biryareke bi sûd ji milet re, seata we tevan xweş be, em hev li taliya kongir dibînin.
Îro mehek di ser kongirê wan re derbas bû, ma ew biryar çawa çê bû? Cengo, bîna xwe fereh ke, a baş taliya kongir bi biryareke baş derkevin.
Her çar li ser sehnê rawestiyan, gotina dumahîkê amede kirin. Abê Mamed gavekê bi pêş de hat, kaxez di dest de û got: Gelî miletê hêja, bi dû guftugoyeke dirêj û aram, em her çar bira li ser helwest û biryarekê bûne yek, û biryara me pêşeroj û dahatûya me diparêze, û em ji miletê xwe bihêvîne ko lê xwedî derkevin, biryara me ew e: Eşehedû ene la îlahe îla alah, we eşhedû ene Mûhemedon resolû alah.
Cengo veciniqî ji xew rabû, bihin çikyayî û dev zuha. Dest avêt peyala avê, ji ber serê xwe, û bi qurtin mezin ava peyalê xelas kir, biheyecan ji nav nivînên xwe çeng bû. Derket hêwanê, dît ko cilka nimêja diya wî li erdê raxistî ye, bi lez rahiştê û bihêz libakir û bi hemû hêza milê xwe, cilik a nimêjê di pencerê re avêt, û bi dengekî xenoqî bang kir: Biryara we serê we bixwe, û qewla we bi ka be û bi serê we da be…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…