Babaderwêşên Şêx Seîd Efendî û Qewlên Wan

Konê Reş

  Di destpêka salên 1960`î de, çûn û hatina di navbera Serxet û Binxetê de ne wiha zor bû.. Babaderwêş bi girsbûn ji Serxetê dihatin gundê me Doda, li xelîla û defê (erbanê) dixistin û pê re qewil û qesîde digotin. Her babaderwêşek bi rih û şaşik bû, xiştek serî tûj di destê wî de bû, tûrek bi bejna wî ve berdayî bû.. Li nav gund digeriyan, qewil û qesîdeyên xwe yên bi kul û xem digotin.. Gundiyan jî, xêr bi wan dikirin, tiştê ji wan dihat didan wan wek; savar, ard, nîsk, nan.. Hingî pere kêm bûn.. Me zarokên gund jî, dida pey wan, li wan temaşe û guhdarî dikir û di encam de hina ji me qewil û qesîdeyên wan ezber dikirin.. Ji qewlên wan, yên ku min ezber kiriye, ev çend malik hîn dibîra min de ne:
(Seg Axa.. Segvan Axa.. Ker Axa.. Qantir Axa.. Ar tûtik, berwar tûtik, Şêx Geylanî devrûtik, mela Birahîmê rih şûtik.. Hilifî milifî, çeqçûlifî.. Wargeşî ew xweşî hilweşî..).
  Hingî zilamên gund yên li ber dîwaran rûdiniştî, wan jî li wan temaşe û guhdarî dikir û ji hev re digotin: “Ev Babaderwêş davêjin ser têkçûna serhildana Şêx Seîd Efendî li Diyarbekirê û xiyaneta ku axayên Kurdan û Şêxên rêçika Qadirî, bi Şêx Seîd û hevalên wî re kirine, dibêjin.. Newêrin eşkere wê xiyanetê bêjin, vêca bi vî rengekê nepen tînin ziman û dibêjin..”
Xelkên gundên min Doda di rêka Şêx Behyedînê Zîlanî re, baş agahdarî serhildana Şêx Seîd bûn. Şêx Behyedîn birayê Şêx Xalidê Zîlanî bû, ji Tirkiyê revya bû, li gundê Doda camiyek ava kiribû.. Xuyaye piştî bidarvekirina Şêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Şêx, Mela, rewşenbîr û zanayên kurdan yên ku di sala 1925an de pê re hatin bidarvekirin, cihê protesokirina wan Babadewêş û Sofiyên Şêx Seîd bû.. Vêca ew Babaderwêş ji êşa nava xwe re li gundan digeriyan, dikirin hawar û wek van qewil û qesîdeyên bi wate ji kurdan re digotin.. Newêrîbûn gotinên xwe bi zelalî û eşkere bêjin..
Ferhengok:
Seg Axa: Kûçik Axa
Segvan Axa: Axayê seydvanî
Ar tûtik: Agirê vemirî
Berwar tûtik: Agirê warê vemirî
Şêx Geylanî: Mebest jê şêxên rêçika Qadrî ne. Ewên ku simbêlên xwe kur dikin û di wî heyamî de berberiya rêçika Neqişbendî dikirin, anku antî Neqişbendî bûn..
Konê Reş/ Qamişlo 20/5/2018

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…