Di 103 Saliya Komkujiya Ermeniyan de, Nimûneyek ji Pêwemdiyên Ermeniyên Bişêriyê û Eşîra Rema

Konê Reş

Gelekan li dor pewendiyên Kurd û Ermenan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermenan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a ciyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêşeya gelê Kurd û zimanê Kurdî..
 Anku Kurd ne dewlet bûn, ne desthilat bûn, cehalet û nezaniyê Kurd kor kiribûn, misilmantiya şaş kurd ji rê biribûn, Kurd di bin emir û fermanên Osmaniyan de diliviyan..

Van yekan hişt ku Kurd di gelek waran de paşketî bimînin û gunehkar bibin û gelek tiştên ne baş di derheqî wan de bêne nivîsandin. Derfet nebû ku Kurd bervedêriyê di ber gelê xwe de bikin, wek ku pêdiviye; li pêmayê bav û bapîrên xwe vegerin, zimanê xwe vejînin, folklorê xwe kom bikin, bi zimanê Kurmancî bigrîn û bikenin.. Erê tevî van yekan Kurdan di gelek deveran de li Ermenî û xaçparêz bixwedî derketine û ew ji kuştin û qirkirinê parastine.. Belê kêm kesan ev yek (parastina ermenan) ji rex Kurdan ve aniye ziman.. Erê bi min xweş e ku ez di vê mijarê de hinek ronahî berdim ser pêwendiyên Kurd û Ermenan; Kurd, êla Rema, mala Hecî Ebdellah (Emînê Perîxanê) û Ermen, mala Bêdrosê Ûsiv..
 Di vê pêla dawî de, min bêtir ji berê pewendiyên xwe bi ermeniyên Qamişlo re girêdan û xweş kirin, nexasin ewên ku di nav eşîra Rema û deşta Bişêriyê de mezin bûne, ewên ku bi kurdiyek sade û resen xeber didin.. Ji wan Ermeniyan ez çav bi Antranîkê Bêdros /1925 û birayê wî Gerabêtê Bêdros /1935 ketim. Ev herdû kurên Bêdrosê Ûsiv in, bi koka xwe ji Ermeniyên Wanê, gundê Caksa ne.
 Di fermana Ermenan a sala 1915 an de bavê wan Bêdrosê Ûsiv xwe li Êla Rema, Mala Hecî Ebdellah girtiye, ji mala Hecî Ebdellah, Emînê Perîxanê ew parastiye û Bêdros bûye wek neferkî ji malbata wî.. Bi van gotinên xwarê Antranîkê Bêdrosê Ûsiv yê ermenî destpêkir û got: Em ti carî qenciya eşîra Rema û Mala Emînê Ehmed (Perîxanê) ji bîr nakin, wan bavê min ji qirkirin û kuştina fermana sala 1915 an parast û wek neferekî ji malbata xwe xwedî kirin û wiha em û zarokên wan bi hev re mezin bûn ta ku em binxet bûn.. Li binxetê jî dema ku Emîn axa û di pey re kurên wî; Şikrî û Huseyin ji ber tirkan revyan xwe li mala Hizniyê Xelîlê Osman, gundê Tilbirêc û gundê Qetraniyê girtin, careke din em û wan di xêr û şerê hev debûn.. Nexasim ku Huseyinê Emîn ta bi mirinê jî her ew dostê wefadar bû bi me re.. Ti carî em wan jibîr nakin.. Niha kî ji mala Emînê Perîxanê li Qamişlo bibin mêvan, mala me ji wan re hotêl û aşxane ye..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Silêman Bavê Sîpan

Ez Kurdim, li her derê
Nabê tiştek min biguherê

Ev zimanê min Kurdî ye
Min ji dayika xwe girtiye

Ne bi tirs û ne bi şerm
Serbilind im ez her dem

Kurdim ez, ji kok û reh
Kurd dimînim li her cih

Kurdî bo min,ne zimane
Ew dîrok e, ew jiyan e

Ew dengê bav û kalan e
Ew stranên…

Ezîz Xemcivîn

Kî li benda te bû
Kî li kolana dildariyê bendewara gulekê ji destê te bû?
Dildareka bêdeng im,
yarê min!

Evîndara bayê hênik û axa warekî me,
ne baskşikestî me,
ne bineka ketî me,
çima li şaneşîna evînê tu min nabînî,
yarê min?!

Roja evînê bi hêviyên neyar nayê girtin…
Sozên li hev badayî,
bi hêsanî…

Fewaz Ebdê

-1-

Ezbenî!
Herdû çavên te ji zaroktiyê re bexçene
Kenê te hêlana asîmên e.

-2-

Her ku li te dinerim ezbenîLanguage Resources
Zarokekî li paş sîberên salaln dibînim
Bi destê xweyî biçûk
evînê qenewîç dike.

-3-

Tu mîna zarokekî ji rîhanan hez dikî
û mîna ku hê nû te
temen vedîtibî
çîrokan dibêjî.

-4-

Çaxê tu di nav neviyên xwe de rûdinê
Temen kirasê xwe di ser xwe…

Dildar Aştî

Te rojekê
Kevirekî kelemî
ji rêçekê hilnekir
Te rojekê
Şûşeyekî şikestî
Ji ber lingên mendalekî ranekir

Te gulek tî
Di bexçeyê evînê de av neda
Te goleke meyayî
Li ramanê tev neda!..
Te berxeke windayî
Negihandiye nav kerî
Te pîreke rêwindayî
Negihandiye ber derî

Di şeveke bi tirs de
Çi nameya evînê te neguhest
Mafê peyveke tenê
Di civata padîşah de te nexwest
Te rojekê
Simbilekî ziviyê
Ji şewatê neparast
Ne li keviya rêyekê
Ne li…