PIRTÛKA RENGVEDANA DÎROKA KURDÎ DI HELBESTÊN CEGERXWÎN DE DERKET

RENGVEDANA DÎROKA KURDÎ DI HELBESTÊN CEGERXWÎN DE Pirtûkeke nû hate weşandin (342 rûpel), nıvîskar Ibrahîm Ibrahîm weha dibêje:
Di rojhilata navin de kurd di her warî de ne kêmî miletên derdora xwe ne. Hebûna wan di hemî serdemên dîrokî de (kevin, navîn, nûjen û nûdem) berbiçav e. Pêkhateyên wan ên siyasî u çandî  di dîrokê de mîna her miletên din geh xurt dibûn, geh lawaz dibûn.
Kurdan di dîrokê de dewlet û mîrneşîn damezrandibûn û bi hêzên sereke yên  herêmê re rikberî û nakokî dikirin. Pişkdariyên wanî cûrbecûr di dîrokê de hebûn, nexasim di serdemên islamî de. Lê mixabin dîroknûsan rastiya di derheqê wan de ne gotine û dîroka wan ketiye bin barê guhertin û sextebaziyê.
Cegerxwîn di dîroka wêje û edebiyata kurdî ya modern de gewretirîn helbestvanê kurd e. Bi berhemên xwe yên cûrbecûr çanda kurdî dewlemend kiriye. Bi jîrbûn û zanebûneke serkeftî, di helbestên xwe de  êşên miletê xwe û dîroka wî, veguheztine mijarên welatperwerî, civakî û mirovî. Ya ji wan giringtir ev e ku, xiznên pêzanîn û amajeyên dîrokî ku helbestên wî di bin perrên xwe de vedişartin. Lewra jî me ji bo lêkolînê, helbestên cegerxwîn hilbijartin. Da em bibînin bê çawa  dîroka kurdan di wan berheman de reng vedaye û  peywendiya navbera helbestên wî  û dîroka kurdan bi awayekî zelal û tekûz bidin xuyakirin.
Lêkolîn ji van xalan pêktê:
– Dergehek em tê re derbas dibin jînenîgariya helbestvan a kesayetî , wêjeyî, nîrên civakî, aborî û siyasî yên ku pişkdarî  û bandora xwe  di avakirina keseyet û çanda wî de kirine, li gel xwezaya peywendiya di nav helbest û dîrokê de li gorî nerînên feylesûf, dîroknûs û helbestvanan.
– Sê beş, di her beşekê de çirûskin ji dîroka kurdan di serdemeke dîrokî de; kevin, navîn, nûjen û nûdem. Nakokiyên wan ên siyasî û diyarkirina pişkdariya wan a şaristanî di her demekê de. Dûvre şiroveyek ji hin helbestên Cegerxwîn re û taybetmendiya şêwaza van helbestan û bikaranîna bûyer û kesayetên dîrokî di van helbestan da.
Xweş diyar e ku Cegerxwîn pir caran xwestiye bûyer û kesayetên dîrokî bîne da xwe bi wan bipaye û serbilind bike, serî bi bapîran hilde jor. Xwestiye ku wek dîroknûsekî bûyeran veguhêze, bêyî ku ziyanê bigihîne rastî û pêvajoya wan, bi hostayî ew bikaraniye ta ku helbest û dîrok li ba wî bibin yek gewde, ku mirov nema karibe wan ji hev cuda bike û têkiliyeke xurt û têgihiştî di nav wan de ava bike.
Cegerxwîn bi rewanbêjiya xwe û zimanê xwe yê dewlemend termînolojiyek  û ramanek nû afirandiye ku deqên dîrokî nikaribûn bi tena serê xwe wî karî hilgirin.

Ibrahîm Ibrahîm
Lêhûrbûn
Mihemed Zekî Mihemed
Hoşeng Nîzar Nûh
Dergê pêşî
Luqman Ehmed
Çapa yekem
2018  Swêd
Çap: Apec Tryck & Förlag AB
ISBN: 978-91-88333-24-7


Ibrahîm Ibrahîm
Di sala1971ê de li bajarê Hisêçayê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Beşê Dîrokê yê Koleja Wêjeyê ya Zanîngeha Şamê di sala 1997an de qedandiye û di pey re di sala 1998an de Dîplomaya Perwerdehîyê û Pisporîya Arkeolojîyê wergirtiye.
Ji sala 2002yê ta 2013an li Qamişlokê di dibistanên fermî de mamostetîya dersa dîrokê kiriye.
Di sala 2012an de bû endamê damezirandina Komeleya Subartu ya ku guhdanê bi Dîrok û Kelepûrê Kurdî dike û du salan serokatîya wê jî kiriye.
Di sala 2016an de Lîsansa Bilind (Master) di Beşê Ziman û Çanda Kurdî de li zanîngeha Artukluyê ya li Mardînê qedandiye û di sala 2016an de bû xwendekarê Doktorayê di Beşê Ziman û Çanda Kurdî de li zanîngeha Dîcleyê ya li Amedê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ezîz Xemcivîn

Baxê peyvan li ber te ye,
hilbijêre biskên hestan,
hilbijêre lavij û dastan,
hilbijêre çi demjimêr e,
besteya veşartina dilê xwe bidêre…
Li ber te ne,
stran û kaniya helbestan,
her guliyekî şevê bi bîrhatinên me dihûnin…
Hilbijêre hezkirinê li ser rûdêmên neynikî,
li ser zerdika gizingê,
girnijîna xwe bikole
û herdu destên xwe ji çivîka…

Rebhan Remedan
Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya Demokrata Kurd a Çep…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…