Elmanyayê komek Jinên Kurdistanî li jêr Navê Deutsch-Kurdische Heimatgruppe
ji bo danasîna cureyên Nanê Kurdî çalkiyeke hêja pêk anîne.
Tîrî, Nanê Sêlê, Nanê Hewremanî, Nanê bikuncî, Nanê Loş û …h.d pêjandin.
Li ser Maseyên dirêj ev Nan di Zembîlên darikî de bicih kirin û bi Maseya
têrxwarin û vexwarin (Buffet) pêşwaziya Mêhvanan kirin.
Spasiya hemû Hevalên ko alîkarî bi me re kirin û bi xebata wan jî serkeftin pêk hat.
Amanc ji evan çalakiyên me, em Kultur, Huner û Rewiştên Miletê Kurd bi Miletê Elmanî û Biyaniyan bidine nasikirin.
Şîlan Doskî
Xwanik: Depê pehn û gilovir yê ko Nanî bi Tîrokê li ser tenik û rast ji ser Sêlê re amade dikin.












Şîrove (0)