Jinên Kurd di bin Barana Bakurê Elmanyayê de bi Hunera Tilî û Tîrokan, Bist* û Xwanikên* xwe Çalakiyek pêk anîn

Li Bajarê  Şilêsvîga
Elmanyayê komek Jinên Kurdistanî li jêr Navê Deutsch-Kurdische Heimatgruppe
ji bo danasîna cureyên Nanê Kurdî çalkiyeke hêja pêk anîne.
Jinên Kurd serê Sibehê rabûn Agir li bin Sêlên xwe vêxistin û  Sewikên Qurad,  Sewikên Gijnîj, Nazkenan, Dorikên Penîrî, Nanê
Tîrî, Nanê Sêlê, Nanê Hewremanî, Nanê bikuncî, Nanê Loş û …h.d  pêjandin.
Li ser Maseyên dirêj ev Nan di Zembîlên darikî de bicih kirin û bi Maseya
têrxwarin û vexwarin (Buffet) pêşwaziya Mêhvanan kirin.
Di evê Çalakiyê de hinek alîkariya Diravî ji Girûpê re hat û em ê bi wê alîkariyê Projeya diristkirina Lihf û Codelîkan di Meha Berfenbarê de li Salona Bajarvaniya Bajarê Şilêsvig  lidarxînin û wê ew Lihêf û Codelîk ji bo Zarokên Penaberan bêne dirûtin û bêtin rêkirin.
Bi evê helkeftê ez Jinên Deutsch-Kurdische Heimatgruppe pîroz dikim û herdem serkeftinê ji wan re dixwazim.
Spasiya hemû Hevalên ko alîkarî bi me re kirin û bi xebata wan jî serkeftin pêk hat.

Amanc ji evan çalakiyên me, em Kultur, Huner û Rewiştên Miletê Kurd bi Miletê Elmanî û Biyaniyan bidine nasikirin.

07.09.17
Şîlan Doskî
………………………………………………………………………………………
Bist: Şîş, Sîx, Xişt: Hasinekî zirav
Xwanik: Depê pehn û gilovir yê ko Nanî bi Tîrokê li ser tenik û rast ji ser Sêlê re amade dikin.


شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xalid Cemîl Mihemed

BÎRDANKA NETEWE

Ziman sîstemeke pêwendiyê ye, di navbera mirovan de, ku ji gelek rêsa û hêmayan pêk tê. Di bîrdank û hişê mirovên civakekê yan neteweyekî de, cih digirin û bi rêya axaftinê ew sîstem dikeve bikaranînê, bi mebesta dirustkirina pêwendiyê, ne tenê di navbera takekesan de, lê…

Ezîz Xemcivîn
Sal 1980î bû, tîpên Kurdî ên latînî ji bo min ji hêla mamoste Abdulkerîm Abdulkerîm Xelef hatin nivîsandin, berî ewê hingê min bi tîpên aramî derbirrîna hestên xwe dikir….
Piştî ko ez ji ewê reşbelekê tîpên latînî hîn bûm, min hin pirtûkên destpêkî li ser zimên peyda kirin, ji wan jî pirtûka M. Berzencî, lê…

Di vê rojê de, dema ku em Roja Zimanê Kurdî pîroz dikin, em di Kampanyaya Azadî de tekezî li ser statûya zimanê Kurdî weke stûneke bingehîn a nasnameya çandî ya gelê Kurd dikin û weke pireke ku nifşan bi hev ve girê dide û bîranîna têkoşîneke dirêj a rûmet, naskirin û azadiyê di…

Tengezar Marînî

Bi vê boneyê fermon ev nivîs:

Roja Zimanê Kurdî: Nîşaneke geş a berxwedana wêjeyî.

Dîrokek di salnameyê de ku ji hejmarekê pir wêdetir e – Roja Zimanê Kurdî mîna stêrkekê di tariya jibîrkirinê de dibiriqe. Ew nîşaneke bihêz a berxwedana çandî ye, bîranîneke bêdeng a tirs…