Ji Rûpelên jiyana Jinê

Vejîna
Kurd
Di
civaka Kurdî de têgeha “jin” herdem bi jiyanê ve hatiya girêdan, ji
ber ku jin sembola afirandina jiyanê û berdewamiya regeza mirovahiyê ye, lewra
ew gelek pîroz tên dîtin. Birastî ez naxwezim li ser vê babetê pir rawestim, lê
dixwezim pisekê bikin: Ma gelo eger Xwedê jinek ji anîna zarokan bê par hîştibe,
çima civak bi tevahî bi çavê nerazîbûnê li wê rebenê dinêre û bi hemû şêweyan
tundiyê lê dike?
Di civaka me de, jina ku xizmeta mêrê xwe bike û gelek zarokan bîne dinyayê jineke baş e, û ya ku nikane zarokan bîne weke jina nebaş pênas dibe, ango civak jinê weke hebûneyeke ku bi qasî hejmara zarokên aniye dinyayê hêja dibîne, û bi vê helwestê, dayikbûn, weke  rêya rizgariya ji zext û zordariya civakê li pêşiya jinê dimîne.
Zordaiya li dijî jinan û şêweyên wê naskirî ne, lê hema jina ku zarokan nîne tûşî pestên piralî dibe, ji aliyekî ve zordariya ku ew weke jin di civakeke şûndemayî de dibîne, û ji aliyekê din ve êş û kovanên wê ji ber pirsgirêka wê ya derûnî ku ew ji xweristiya dayikbûnê bê par maye, bêguman civak, bêtir jî jinên wê civakê, roleke neyînî dilîzin, wê jinê nefret û riswa dikin, bi gotin û helwestên xwe wê dêşînin û di rewşa herî baş de mêr pesend dikin ku careke din bizewice û bi zarokên ku ji bedena xwe şa bibe.
Tiştê herî seyr ew e ku eger sedema çênebûna zarokan ji aliyê mêr de be, jin bi qedera xwe razî dibe, jiyana xwe bê zarok didomîne û tucarî berdanê naxweze û civak jî bêdeng dimîne, lê eger jin nikanibe jiyana zewacê bi anîna zarokan bixemilîne, bêguman mêr zewaca duyem weke çareserî ji vê pirsgirêkê re dibîne, civak jê re dibe alîgir û piştgir û dibêje ev mafekî rewa ye.. û eger mêrek sê-çar caran zewicî be û zarokên wî tune bin, dîsa ew jinên xwe tewanbar dike û kêmasiyê di mêrantiya xwe de nabîne!!
 Belê.. di civaka me de ev rûdawa pir tê dîtin, û em kanin rewşeke din, ku nêzîkî wê ye,  bînin zimên ew jî derd û kulên dayika keçan e (ew jina ku hemû zarokên wê keçik in) di vê rewşê de dîsa mêr pişta xwe dide ol, urf û adetên civakê yên kevneşop, û bi zewaceke dî dirame, tevlî ku hemû pêşketinên zanistî diçespînin ku mêr berpirsyarê zayenda cenîn e. 
Di heman demê de em kanin bêjin ku ev helwest û nerînên han, ku di nav hemû pêkhateyên civakê de tên dîtin, şêweyek ji zordariya li dijî jinê ye û mixabin bêtir bi destên jinan gur dibe, ew jinê miroveke nenas, bê hal û bê hêz dibîne, ku kişwera wê mal e û çalakiyên wê yên herî astbilind çêkirina xwerinê û anîna zarokan e.. Bi ya me be ev durûtî di şêweya danûstandinê bi jin û mêr re seknandineke kûr li ser bîrûbawerî, urf, adet û nirxên civakê divê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Wergera bo erebî: Dr. Mihemed Ebdo Necarî

Wergera ji erebî bo kurdî: Fewaz Ebdê

Bi lêvegera Dr. Necarî

EZ JINEKE HINDÎ ME

Ez ew kes im ku rêzê li xwezayê digirim.

Ez ew kes im ku bi agir re direqisim.

Ez ew kes…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja “Zimanê Kurdî” de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê ve heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Merwa birîm

Havîna par têvel û bi min pir xweş bû, rojan e, nexasim li danê êvarê ez di vê kolanê re derbas dibûm, bêhna axa şil ji pêş xaniyan wek refek sêrçe difûriya, jin û keçikên sinêle di talda dîwaran de diciviyan, kalemêrekî piştxûz xwe bi darê zorê li ser kursiyeke…

Komîteya Çalakiyan a Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê

We vedixwîne roja zimanê kurdî :

Rewşa zimanê kurdî li bakurê Kurdistan
Nivîskar: Fettah Timar

Asteng û Aloziyên zimanê kurdî
Nivîskar: Ednan…