«Jina Ji Ximavê» Pirtûka helbestan Amedê XURSÎ

Şepal Hêvo

 Amedê XURSÎ; Navê wî Ehmed Şêxmûs Seîd e. Di
salên 1950yî de bavê wî di zaroktiya xwe de, ji bakurê Kurdistanê, ji gundê
Xursê koç dibe Binê Xetê. Amed, di sala 1970yî de li bajarê Qamişlo, li taxa
Hilêlîkê ji dayik dibe. Sê rolên xwendina xwe ta pileya diwazdehan li
dibistanên bajar dixwîne. Ew û malbata xwe ta sala 2012an bê nasname dimînin û
nabin nişteciyên wî welatî. Bi behana ku navê wan winda bibû, di lênosên
jimarteka ku sala 1962yan de, li welatê Suriyeyê çê bibû.
Di destpêka şorşê de, ew derfetê dibîne ku pasportê wergire û yekemîn car were serdana bakur û warê bav û bapîrê xwe bibîne. Wê gavê diçe serdana Amedê jî. Pir ji wî bajarê efsane wek ku ew dibîne hez dike, hem ji ber wê yekê û hem jî ku dixwaze ji bin bandora zimanê Erebî, bi yek car derkeve, navê xwe yê nû dike Amedê Xursî. Ji 2014an vir ve li Almanya dijî.
Berhemdarî;  Jina Ji Ximavê (Helbest), Weşanên J&J, 2016 – Amed.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Ev pênc salin ku Berzanê Dilovan miriye. Ji wî çaxî ve û gora wî bûye weke deriyekî bilez hatibe girtin, deriyekî bêdeng. Her ku Alanê Sofî Silo di ber re diçû, hest dikir ku Berzan bi kaba tiliya xwe ya nîşandekê li wî deppî dixe, weke ku li bîrdanka wî…

Sersaxî

Me bi xemgînî koça dawî ya nivîskar û navdarê Kurd Mihemed Emîn Bozarsalan di jiyê 91 saliya xwe de bihîst, bi vê helkefta xemgîn, li ser navê Nûneratiya Ewropa ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê, bi dilsozî û xemgînî, sersaxiya xwe ya germ pêşkêşî malbat, dostên wî, pertûkxane û çanda kurdî dike.

Mihemed Emîn Bozaraslan (15.09.1934- 09.02.2026),
nivîskar, zimanzan,…

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…