KURD JI KU HATIN ( 8 )

Zahra
Ramadan

MÎTANÎ (BZ1500-1250)
MÎTANIYA-METÎNA, MARANÎ-MARÎN
Li Kurdistanê gelek caran li gorî erd û çand û kevnetora wan nav li xelkê wê
hatine danîn . Navekî Mîtanniyan hatiye danîn” MARANΔ ye. 
Maneya vî navî mêranî, mêrxasî, egîdî, xelkê jîr û leheng e. Balkêşe ku gelek
eşîr û Mîtanî lê jiyane hê jî navên dişibe vî li dar in .Li Mardîn, Amed,
Şirnex û şingara ku Mîtanî lê Zal bûn , gelek navên wek vana hene . Wek ,
Çiyayê Metîna, Şûnawarê Marinê , eşîra Metîna hêjî li Kurdistanê têne bikaranîn
.
Navekî dî jî ( Metînê)ye.Tê texmînkirin ku navlêkurin kevintir e”Metînan” navê devereke çiyayî başûrrojavayê Şirnexê Zaxo de ye .Gelek bermahiyên Mîtaniyan li vê derê bi dest ketine. Keleya Mîtanî ku li devera Metînê ya li perê Dîjleyê jî weke şunmayiyeke Mîtaniyan hê jî hebûna xwe diparêze. Navekî di jî “eşîra Metîba”ye. Ev eşîr li Dêrika çiyayê Mazî ya Mardînê û çiyayê Qerejdaxê bi cî û war e. Her wiha sî km li bakurê Nisêbînê gundê”Marînî” heye .Mîmarî û avedaniya vî gundî ligel hemû şewitandinan jî hê hejayî dîtinê ye .Her wiha li Marînê gelek şikeft hene. Ev gundê li bintara çiyayê Bagokê li devera ku deşta Mezopotamya bi dawî dibe, bi xanaşikeftên bêhmpa ji gundekî pirtir dişibe dêzeşareke kevnar. Herêma Tur-Abdîn ku bi rez û baxên xwe dixulxuke dikeve pişt vî kevnewarê ku weke dergeheke Mezopotamyayê ye .
Koka Peyva Mîtanî bi Hurrîkî ye . Xuyaye piraniya endamên vê împaratoryayê bi Hurrîkî di axivin. Navên xanedanê bi Aryenkî ne .Navên Mîtanî yên wek Tuşratta, Artatam a , Şattîwaza û Şaûka navên heyama kevin a Aryenî ne û bi awayê etîmolojîk nêzîkî Sanskrîtkiya Vedîk a Hindîstanê ye .
Weke tê xuyanê di piranî navên qralê Mîtanî de peyva” Şat” berçav dibe. Şatir di kurdiya kevin de sîte an jî rêveberê bajêr e.”Şat” a ku tê maneya bajêr, di zimanê Aryenî de Şar-Şahir, Bajar hebûna xwe diparêze. Şat versiyona Wana ya herî kevin e. Ev ji aliyê dîrokzanan ve tê peyitandin. Her wiha peyva “Şah” (qral)jî ji Şatê dariştiye. Peyva dîtir a di a di navê qralan de berceste dibe”Arta” te. Ev peyv jî hem di kurdî de hem jî di zimanê dîtir ên Aryenî de bi wateya “eslî”,”rast,”heq”de tê bikaranîn. 
Navenda ku Mîtanî lê ava bûne:heremên Amed, Riha ,Mêrdîn, Şirnex, Şingarê.
Deverên lê belav bûne:Rojava Alalala, Çiyayên Amanosê û Deryaspî, Filîstîn, tixûbê Misrê, Rojhelt Çiyayên Zagrosê ,bakur Xarpêt, Meletî başûr Suûrye, Mûsil û Kerkûk.
Paytext : Hurrîkî, di kar û barê fermî bi piranî Akadkî bi kar aniye. 
Civakeke gundewar e û çandinî kiriye. Hûner û hiquqa wan li pêş bû .(hiquqa Babîlê lê serdest bû).Barî hemû civakan hesin bi kar aniye. (Serdema xwe de hesnkarî ber destê wan bû ). Mîtanî ji nîjada Aryenî ye û berdewama Hurriyan in. Gutî, Lulû, Kasîtî, Urartu, û Naîrî pismamên wan in .Navên dîtir ên Mîtaniyan: Maranî( Mêranî/ Mirxasî,Hanîgalbat, Subarto, Nahrî(xelkê avî)
Bo dewlemediyê :de asta Misir, Hîtît û Akadê de ne. Di pîşeya rahêna hespan, tevnerêsî, bikaranîna hespên taxokî yên şer de jêhatî ne .Keçên xwe dane seryan Misrê û bi riyan van pirensesan zewacên siyasî kirine. Pirenses Nefertîtî û Nefertarî bo nimûne li ber çav in . Peymana Qadeşê bi serê Xwedayên Mîtanî Sûnd hatiye xwarin ku di navbera Hitît , Misir û Mîtaniyan de hatiye betsin. BZ di Sala 1352 de encama bêbextiya navxweyî welatê Mîtanî du parçe dibe, li bakur wek welatê Hurî, li başûr jî wek Mîtanî têne binavkirin. Paytexta xwe ji Waşûkaniyê digûhêze Taîdeya nêzî Mardînê. BZ di Sala 1249ê de Hatît-Asur tifaqê dikin û dawî li serdestiya Mîtaniyan tînin.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…